SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Îro jî îlana bêşexsiyetî û cehşkirina miletê kurd û qetilamên nû ne!!

Konseya KCKa PKKa ku bi xap û xîpan xelkê kurd da pey xwe, Kurdistan kire qada şerê herî lewitî, bi milyonan kurd ji cih û warên wan kir, bi sed hezaran da girtin, bi deh hezaran da kujtin, bi deh hezaran berê keç û jinên kurdan bi kerxanan, pavyon û kelaxfiroşiyê vekir û temamê qewadî, qepraxî û pêxwasiya tirkan xist destê mêrên kurd, û a ji xeraba herî xerabtir ku zimanê tirkî li kurdan rast kir û du nesîl kurd wek tirk mezin kir, îro li başûrê welêt li ser destê barzanî û telebaniyan wê teslîm bibe û dest bi bêşexsiyetkirina kurd û cehşitiyê bike!

 

Lê ji bîr nekin, çawa ku bi destê barzanî û telebaniyan di sala 2004an de 40,50 PKKîyên mîna Nizamettîn Taş zîrek, ji ref hatin veqetandin û di çend mehekî de dengê hemiyan qut bû, wê wilo li serê Konseya ku doza zir miletekî bi cehşitiyê dawî lê anî bînin û dû re jî derba xwe a herî dawî dawişînin her kurdî!

 

Gerîla garantiya bidestxistina mafan bû!

Ma ne dîsa ev dewlet bû ku di sala 1921ê de kurd bi qanûn û manûann kiribûn şirîkê dewletê, parlamenterên kurdan bi kincên kurdî biribûn parlamentoyê û hwd. Lê dîsa ew dewlet bû ku di sala 1924an de bi qanûn manûnên nûder her tiştên kurdî qedexe kir, parlamenter bi sebeba ku bi kincên kurdî çûbûn parlamentoyê daliqandin û li her derê Kurdistanê agir barand!

Ma dîsa ne ew dewlet bû ku eha çend sal berê bi navê ”Habur surecî” bext dabû gerîla û hema bi dû çend mehekî de hemû girtin û ew di girtîgehan de rizand!

Li zindana Diyarbekirê her ji çend mehekî rayedarên vê dewletê wê her tiştê me ji me bistendana û bi êşkenceyên wek jop radana destavê bikişiyana ser me, me ê jî bi grêvabirçîbûn û rojiya mirinê çend mehekî li ber xwe dabaya. Û di dawiyê de rayedaran wê hin generalên xwe bişandana girtîgehê û di ber sûnd û sozên wan ên mezin de me ê jî dev ji liberxwedanê berdaya. Lê ew sûnd û sozên teres lawên teresan her tim sê, çar meh digirt yan nedigirt! Karê me û wan her ew bû! Hîn jî wilo ye!

 

 

Bimre teslîmiyeta Konseya KCKê! Bimre cehşitiya Konseya KCK! Bimre xwefiroşî û kurdfiroşiya Konseya KCKê!

Pevçûn! Heta bi mirinê bi mehmetçîkan, kurdfiroş û xwefiroşan re pevçûn!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)