SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dem dema avakirina Partiya Mêrên Serbest e!

Konseya KCKa birêz Ocalanê pîberê mehmetçîkên misilmanên qesasê serê zêc û zarên ermenî, asûrî, êzîdî, kurdan û temamê mirovahiyê, doh li pêşberî çimekî dinyayê banga xwe a teslîmiyeta di biwara cehşitiyê de bi rêz û tertîpa kiş û pişa şeş xalan de belav kir!

Lê her şeş xal jî wek çîrokên hirçê, hemû jî li ser durv û ser û sekehê çêlîkan bûn!

Ev xal jî wek hemû kar û barên xwe li hev gerandine û nivîsandine; da kes xweşik ji hev dernexe û her xal bê maneya sed xelî.

Naveroka xalan:

  1. Ji ber ku em teslîm bûne, dewlet jî di vê rê bide me ku em bi selametî karibin xwe bigihînin başûrê welêt!
  2. Bi dewletê nakeve ku mîna reva me a deh, duwazdeh sal berê  têkeve kemînên gerîlakên me!
  3. Erê, ger me çiqasî gotibe em ji artêşa tirkan xurttir bin jî, ew taktî bû; wilehî û bilehî jî, mehmetçîk ne bi tenê devê me, devê me û heftê û heft bavê me jî dikarin biçirînin!
  4. Û ji ber ku ji wê roja em teslîm bûne û heta niha dewlet, korucuyên nuh li ên kevin zêde dike, 149 qereqolên wek asîgeh di cihên herî stratejîk de ava kirine û ha ha ava  dike, li zanîngehan bi misilmanperestên xwe ên xwendekar êrîşî      misilmannenasên me ên kurd dike, li girtîgehan girtiyên kurd bi êşkenceyên  ecêb xistine qaqareş, li gundan dest bi cezeyê fatûreyên elektirîkê û îhaleyên ku hevalan bi destxistibûn kiriye û bi balafiran jî bêwestan deşt   û çiyayên welêt bombe dike, kare me hemiyan jî li vir û wir bombe bike! Em  ewlehiyê dixwazin!
  5. Em pîr û kal bûne û em hîn jî bi haweyekî fermî, yanî resmî nezewicîne; û em dixwazin bizewicin. Ma zewaca heşkere neheqê me ye jî?
  6. Em  ji bêrêz û rêzdar serokê herî mezin, herî bi heybet û herî mêrxas Meshûd  Barzanî hêvî û rice dikin ku bi haweyekî, rayedarên mehmetçîkan qanih bike,  da bê qeze û bê bele em xwe bigihînin asas axa pîroz, axa barzaniyê nemir!      Û bi xatirê we kurdên ku me ew li ser piştê hiştin!

 

Pêşniyara min:

Ma dem navê teslîmiyeta di guhera cehşitiyê de jî  dîsa bûye ”Yenî Tarîhî Surec”, û di her yenî tarîhî surecên PKKê de stratejî vêl û mêl û meyl, û taktîk jî bi kemêlên cihê reng û deng derdikevin holê, wek Yenî Tarîhî Sureca reva gerîlayên ku deh sal berê  kozik berdabûn û reviya bûn başûrê welêt û Partiya Jinên Azad damezrandibûn, damezrandina Partiya Mêrên Serbest jî tam cih û dema wê ye!

Bi partiyeke wilo incex kurd û Kurdistan kare serbixwe û azad bibe!

Û ji niha de bijî Partiya Mêrên Serbest!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)