SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Cehşên 2013an wê ne bi tenê li dijî dewleteke kurdî bisekinin!…

Pêşî divê ez li xwe mikur bêm û xwe rexne bikim ku lênerînên min ên di derbarê gerîla, qedema PKKê a di bin Konseyê, meclis, endam û alîgirên PKKê de hemû, erê hemû, hemû, hemû bi carekê ve, bi carekê ve, bi carekê ve çewt bûn!!

Min wilo bahwer kiribû ku her çiqasî Konseya KCKa PKKê ne kurd û heta cehş jî bûya, di rojekê de wê cehş ji meqamê xwe bibûna û PKK têketa destê kurdperweren.

Di van 20 salên min ên derbasbûyî de min tu carî nexweztiye ku rêxistinên kurdan, rêxistin çawa dibana bila bûbana, ji hev belav bibin; û dezgeh û komeleyên kurdî ji holê rabin. Û di wê derbarê de çi tiştê ku ji dest min hatiye min kiriye. Ji ber ku li her derê dinyayê û bi taybetî jî li ba kurdan avakirina partiyên civakî û hwd karekî pir zor e. Partiya ku ava bûba, heta ku karê dabûn ber xwe neqedandibana diva bû tu carî belav neba. Îcar heger hat û belav bûba, wî çaxî jî wê ji wê partiyê tiştekî nuh derneketibaya. Di vî warî de KUK, Kawa, Rizgarî, DDKD û hwd. nimûneyên zîz in.

 

Lê PKKê ez weritandim! Di wê zir hêza PKKê de ne gerîlayekî dîn derket ku ji serekên xwe re bibêje ”ma me çi bi dest xist ku em cih û warê xwe berdidin û êrîşî ser serekan bike, û ne yekî bi aqil derket ku axa temamê wlêt bi ser serê xwe dake û bi qîr û hewar bibêje:

”Me ji bo dewleteke kurdî, serxwebûn û azadiya miletê kurd rahiştibû van çekan û îro jî serekên me dibêjin, ên ku behsa dewleteke kurdî û serxwebûnê bike em ê van çekan li himberî wan bi kar bînin!

Bi kêmanî hema diva bû me ev kiribûya: Di vî şerê me ê sîh salekî de bi milyonan kurd ji cih û warên xwe bûn û bêyî ku em çend hezarekî ji wan li gundên wan vegerînin em diçin.

Kurd bi zimanê xwe hebûn, û me tiştek ji bo wî zimanî jî pev nexist. Me ne navên kurdî bi tîpên kurdî derbasî nifûscizdanan kir û ne jî navên tirkî ji ser gund, bajar, deşt, çiya, newal, gir, xiram, çal, bîr, kuç, rê û hwd. rakir” û xwe dadaba serekan!

 

Di dawiyê de ez ê bibêjim ku PKK û BDP jî mîna CHP, MHP û AKPê du rêxistinên tirkan ên di nav kurdan de ne û ji bo selameta tirkan û Tirkiyê hatine damezrandin. Îcar dema ku rewş ev be, çawa ku ji bo her kurdî bêşerefiyeke mezin e raya xwe bide partiyên tirkan, wilo jî divê raya xwe nede PKKê û BDPê. Zemên pir vekirî şanî me daye ku PKK lingê dewleta tirkan ê eskerî û BDP jî lingê wê ê siyasî ye. Rewş ji xerabê jî xerabtir e! Îro pir vekirî xuya dike ku gerîlayên PKKê wê li Binxetê li dijî doza kurdî bi kar bên. Û ji zû de jî dest bi wê karanînê kirine.

Piştî Binxetê, vê carê jî wê berê wan bi rohilatê Kurdistanê vekin, û dû re jî berê wan bidin başûrê Kurdistanê. Tirk bi tu haweyî wê nehêlin ku dewleteke kurdî li başûrê welêt çê bibe. Planê tirkan di pêşî de ew bû ku gerîla li himber pêşmergeyan bi kar bianiya, ew ne bû. Emerîkiyan rê neda wan. Planê tirkan ên duduyan ku Iraq perçe ne bûya, lê wê perçe bibe. Planê tirkan ê sisêyan dema ku Iraq perçe bû, vê carê jî Iraq nebe sê dewlet; kurd û sinî li aliyekî û şîî li aliyekî wek du dewletan perçe bibe. Û planê tirkan ê herî dawî jî ji aliyekî ve bi qeweta pereyên siniyan rayedarên dinyayê bikirin, li kurdan teng bikin û ji aliyê din ve jî bi gerîlayên PKKê êrîşî ser desthilatdariya kurdan bikin.

Îcar madem serekên PKKê û Konseya gerîlayan ev xayin in: Barzanî jî bi hêsanî dikarin wan di nav lepên xwe de, mîna Nizamettîn Taş û 30,40 hevalên wî  bikin dîkên şinink; da rojekê berî rojekê ev hêza PKKa ku li dijî nemana miletê kurd hatiye holê, belav bibe, ewqas!

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)