SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li gora elametên Islamê Tecal rabûye!!

Ji ber ku min jî têra xwe diyaneta şerhî, nehû û hedîsên islamê xwendine; îcar li gora hin hedîsan her çiqasî ez bûbim wek peyrewekî Cegerxwîn ê di warê ihtîqadê de, dîsa jî heqê min heye ku ez ê bikaribim ji rê û rêbazên islamê bipeyivim û şerh û şirûveyan bikim. Min ji heft saliya xwe de dest bi xwendina dîn kiribû. Dema ku min ortaokula tirkî dixwend, min xayet, bîna, ewamil û zirûf qedandibû. Min li ba gelek melayên yekane û çend zatên wek mela Evdilbarî û mela Ûnisê torî mintehî xwendibû. Û xwendina min jî hemû bi kurmancî bû. Di salên 1970î de li Nisêbînê, min gelek caran ji dêvla Mela Hemdo li Mizgefta Zeynelabidîn bang daye. Di wan salan de li vê mizgeftê, min di bin berpirsyariya Seydayê xwe ê ku ez li himberî wî pir bi hirmet bûm, cihê wî bihişt be, (wî bavê min qanih kir ku bav min bişîne xwendegahên tirkî), derza quranê dida 20,30 xortên wek lawê mela Hemdo Necat, Xelîl Uçkan, Qudoqudo, Şerfî Karadenîz û hwd. Dema ku ez di girtîgeha Diyarbekirê de bûm (1981,1991) yek ji wan xwendekarê min bûbû muezzinê mizgefta Zeynelabidîn. Balkêş e, F suphanellah ya Rebî! bi qasî ku ez pê agahdar bûme, ji wan xwendekarên min yekî dîndar, qureyşî yan jî mihemmedî derneket. Û ez jî bi wê yekê ji hew bêhtir kêfxweş im!

 

Îcar asas ku em bên ser mijara xwe û Tecêl:

Li gora hin alimên Islamê dema ku Xwedê bi qehr Adem û Hawa ji cenetulmawa, yanî ji bihiştê diavêje dinyayê, herdu jî li Kurdistanê dikevin. Lê li ku derê Kurdistanê dikevin, hemû wek hev nafikirin. Hin ji wan germyanên welêt Riha, Diyarbekir, Mêrdîn û hin jî zozanên welêt yanî, herêmên Serhedê raber didin. Îcar dîsa li gora van aliman, ji cihê ku Adem û Hawa jiyan e, Tecal radibe ser xwe. Û Tecal jî insan bi xwe ye.

 

Bi kêş û berkêşa mijarê re,Tecal kengî radibe ser xwe?

 

Tecal di dema ku zilm û zora desthilatdaran nema têkişandin, ji bal zaliman ve wek xelaskarê insên û insaniyetê radibe ser xwe. Tecal di destpêkê de bi haweyê ku wê dinyayê ji insên re bike bihişt, dike, dixwe û tevdigere. Lê piştî ku bi sed hezaran û bi milyonan kes lê dicivîn, êdî wî çaxî ruyê xwe ê çaroxî dide der û asas dest bi zilma xwe a herî mezin dike! Lê mixabin insanên ku di guhera wî de hemû xir û cinoyî bûne, zilm û zor, çavsorî, henekpêkirin û qeşmeriyên Tecêl hemiyan jî wek qencî û başiyên herî mezin dibînin û êrîşî ser ên newek xwe dikin. Eha tam di vê demê de ye ku bahwerî, qedandinî, rêz û hirmet namîne; insan durû pêxwas û bêbext dibe; insan dibin gurên hev û hevdu perîşan dikin!

Ev dem heta ku Îsa ji erşê heftan tê, ku li gora lêkolîna min, erşê heftan bi xwe jî herêmeke Kurdistanê ye, wilo diçe û diçe.

 

Îcar bila Îsa jî bimîne careke din…

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)