SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Qedera kurdan ketiye destê kefendiz û çakêtdizan!

Kefendiz!
Çîrok dûdirêj e lê ez ê kin bibirim:
Kefendizê ku bi şevê gor vedikirin, mirî ji kefen dikir, kefen difirotin û bi firotina kefenan kuflet didebirand, şevekê di hindurê gorekê de kefen di dest de û çima nayêgirtin…
Bi girtina Kefendiz xelk kêfa xwe tîne. Lê mixabin ew kêf zêde najo û vê carê jî kefendizekî wilo derdikeve bê bêlome be!! Mêrik him miriyan ji kefen dike û him jî singan di wan de dikute!
Bi kurtî, xelkê ku kêfa xwe bi girtina Kefendiz anîbû, îcar xweziya xwe bi kefendizê girtî tîne û ji bo berdana wî tevdigere; da dîsa li karê xwe vegere û mirî ji singkutan xelas bibin.
Kefendiz ji girtîgehê tê berdan û dîsa li karê xwe vediger. Li karê xwe vedigere lê çi fêde; êdî bûye dereng û li singkutan vê carê jî mircaqkut, beştkut, gîsinkut zê de bûne…..

 

Ji roja ku başçawîşê kemalîstan ê li Kurdistanê Ocalan bi hemû haweyî xwe teslîmî tirkan kiribû û heta çend hefte berê jî, min û gelekên mîna min me ”xweziya xwe”bi serek û merekên KCKa PKKê û BDPê anîbû. Û me gotibû: hema ev çawa bin tu carî wê nebin wek Ocalan û bi kêmanî ji mixtariyetê danekevin!…

Wey bavo ku dibêje mixtariyet! Digel ku mêrikan tiştikekî kurdayetiyê ê herî piçûk jî bi dest nexistine, tew bi ser de xwe belaş jî xistine bin tirkan û bi qasî ku karibin ji temamê miletê kurd re bibêjin, ê ku doza dewleteke kurdî bike wê me li himberî xwe bibîne, bûne kewaşe!
Çakêtdiz!

Ku em kin bidin ber:

Mirovê ku li ber dîwarê bedena Diyarbekirê xwe da bû ber tavê û di xew re çûbû û Çakêtdiz jî çakêtê wî dizîbû, li bazara Xançepikê li çakêtê xwe rast ê û ji Çakêtdiz dipirse:
”Ezbenî te ev çakêt ji ku aniye?”
Çakêtdiz wî dibersivîne:
”Ha, tew lê jî dipirse, mêro! Erê kekêm, danê vê sibehê ez li ber bedenê li yekî ku razayîbû rast hatim. Min çakêtê wî jê kir û deng ne kir. Piştî ku ez li pantorê wî jî xebitîm û dengê xwe ne kir, vê carê jî min baz da ser û min ew îş pê kir. Ma kekê can, gelo ev çakêt ne yê te be?”
Xwediyê çakêt bi lez û bez jê dûr dikeve û dibêje:
”Na, na, na, wilehilezîm ew ne çakêtê min e!…”

Îcar tirkên ku bi haweyekî kesnedîtî kefendiz û singkutên me ji destlimêj xistine û kurd jî bi miletî bi wan re lewitandine, di demeke pir nêzîk de wê bibêjin:

Ma ev Kurdistan ne a we bû, looo? Ha ji we re ha, Kurdistana we!…”
Kefendiz û singkutên me jî wê ji destê a ku mehmetçîkan bêhesab sing û mircaq di wan de kutane xîret nekin û bibêjin:

Kurdistana çi yahoo! willehî û billehî me tu carî behsa Kurdistanê ne kiriye! Me gotibû axa bav û kalan. Erê, ma tirk ne bav û kalên me ne hi?”…

 

Di tu demên tarîxê de bêbextî û xiyaneteke bi vê ecêba ku apoyiyan kiriye, bi serê kurdan nehatiye! Em ê ji destê wan hîn pir û pir bikşînin!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)