SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PKKê hema hema em hemû ji rê derxistine!

Vî Ocalanî bi qeweta suxteyên xwe wilo bi serê sîstema mejiyê kurdan de aniye bê ya star! Kurd anîne dereke wilo ku êdî nema karibin li doh, li pêr û pitnapêra xwe bifikirin bê ji ser kîjan sifreyê rabûne, çi xwarine, çi gotine, li dera din bi kê re rûniştine û sêl sincirandine! Birêvebirên PKKa Ocalanê pîber em bi miletî ji têgihiştina zemên û tarîxê, gêj, sîrqûnî û cinoyî kirine!

Mirov bi qasî ku ji paşeroja xwe fêhm kiribe di pêşeroja xw e de bi serketî ye. Lêbelê em ê him hîn nizanibin bê doh me çi gotiye û çi bi serê me de hatiye û him jî em ê karibin ji selameta pêşeroja xwe bipeyivin. Selamet wilo bi dest nakeve.

Tarîx, pevgirêdana di navbera destpêk û dûmahîkê de rave dike. Lêbelê em ê him tiştê ku berî bi mehekê hatibû gotin karibin ji bîr bikin û him jî em ê bê vir de û wir de karibin bidin ser rêserên zemanê pêşerojê û mîna hespekî beza li xwe bidin. Wilo bez nabe. Em ê zû biwestin.

Tarîx ji rûdanan pêk tê û her rûdan jî dûmahîka rûdana berî xwe û sebebê rûdana bi dû xwe de ye. Temamê rûdanên civat û civakî mîna xelekên zincîrê bi hev girêdayî dirêjî qonaxên zemên dibin û em ê jî bêyî ku hiner û tofana wan rûdanan zanibin li xeleka zincîra xwe bigerin. Em ê xelekê nebînin. Em bibînin jî em ê tiştekî ji kalîta wê fêhm nekin. Eha îcar tam di vir de gava me hinekî li paşeroja gotin û kirinên axayê PKKê û peyayên wî nerî, em ê bi hêsanî bibînin ku di felsevfeya wan de tu çareseriyeke kurdî filan nîne; girtin û kujtin û malwêraniyeke bertelef heye.

Di van çend nimûneyên ku ez ê di derbarê tarîxa PKKê de bidim jî baş xuya kiriye ku PKK ne ji bo serxwebûn û azadiya miletê kurd, ji bo rêlibergirtina hêza kurdayetiyê û asîmlekirina kurdan hatiye afirandin.

Ji tarîxa PKKê çend nimûne!

Serekên PKKê bi destpêka damezrandina rêxistina xwe re gotin:

”serxwebûn prensîpê me ê herî sereke ye.”

Îcar ka ew prensîp li ku ma? Serxwebûna Tirkiyê bûye prensîpê wan!
Serekan gotin:

”Em dewleteke kurdî dixwazin.”

Lê dû re çi xwestin? Demokratîk Turk cumhûriyetî xwestin.
Serekan her tim parlamentoya tirkan wek keleha bêşerefan dîtin û her parlamenterê ku ji Kurdistanê diçûn wê parlamentoyê bêşeref ilan dikirin. Li ser ku çima rêxistinên kurdan û ronakbîrên wan jî wek wan ne digoton, her kes bêerz dikirin. Di wan de man de ez gelekî li Şkefstûnê û Qesra Qenco dimam. Ehmed Tirk ji tirsa wan gotinên me newêrîbû bihata Qesrê. Dû re çi kirin? Dû re bêyî ku izra xwe ji rêxistinên kurdan, ên wek Ehmed Tirk û miletê kurd bixwazin, ew bi xwe çûn wê parlamentoya ”bêşeref!”
Ocalan di derbarê kemalîzmê de xwedî fikir û gotinbû û kemalîzm wek ”namûsîzim û bêşerefîzm” bi nav dikir. Û îro jî ew û peyayên xwe ên wek Sabrî Ok û Aysel Tugluk bi xwe wê kemalîzmê diparêzin.
Desthilatdariya Sûriyê, Iraq û Îranê jî mîna a Tirkiyê dijminên herî mezin li qelemê dabûn û dû re jî wek ”stratejîk dost” berpêyî me kirin.
Serekan gotin ”em ê li herêma Botan û Behdînanê hikûmeteke kurdî ava bikin.”

Dû re çi kirin? Dû re herêm ji insanan û heta ji heywanan jî vala kirin.

Serekan gotin ”em ê bi navê Zap Cumhûriyeta ku Sîrac Bîlgîn bibe serokkomarê wê li Zapê cumhriyetekê ava bikin.”

Çi ava kirin? Tiştê ku hebû jî xerab kirin. Zap bi destê mehmetçîkan ve berdan û berê xwe dan desthilatdariya belengazên Duhok û Silêmaniyê.
Serekan gotin ”em ê mecliseke kurdistanî ava bikin.”

Li Burukselê qaşo ew meclis ava kirin. Lê dû re jî him dan bin meclisê û him jî bi meclisê re hemû dezgehên xwe ên bi navê kurdistanî ji holê rakirin.
Serekan gotin “meclis nizim bû, a herî bilind parlamento ye…”

Ew jî bi him û gimeke kesnedîtî ava kirin. Ava kirin lê hema neptî jî bi haweyekî rezîlane li erdê rast kirin. Serek merekên wê ên wek Şerîf Wanli, berdevk merdevk û tiştik miştikên wê bi her derê dinyayê de terqandin!
Serekan gotin ”em ê ji kurdan tîpekî nuh bixuliqînin.” Xuliqandin. Lê çawa? Li çiyê bi sedan tîpên mîna Alî Haydar Kaytanê ku xişt, erbane û tizbî û li deştê jî bi hezaran ên mina Yaşar Kayayê ku di şabaşiya Ocalan de tembûr, ribab û derboqa jê kêm bû xuliqandin!
Navê rêxistina wan a pêşî Kurdistan Devrîmcîlerî bû, dû re bû Ulusalcî, dû re bû PKK. Dû re bû KDK, dû re KGG, CCK, KKK û nizam bû çi û ne çi!

Îcar ev wilo ne. Ev ne ên ku mirov karibe pişta xwe bi a wan ve girêbide. Cidiyeta jînê û marîfeta jiyanê li ba wan tune. Ne bi qedrê kedê dizanin û ne jî çendeyekî karin li ser tewekî bisekinin. Di her bêhnikê de karin tiştekî bibêjin û mîna hilqizmilqiz bibin tiştekî din. Te dikujin, wî dikujin, me dikujin, keran, Te dikujin, wî dikujin, me dikujin, keran, bergîlan, qantiran, kûçikan dikujin û di dawiyê de jî xwe dikujin. Di salên 1990î, 92 û 93yan de bi deh hezaran pezê koruciyan û dewarên wan kujtin. Lê ne difikirîn ku xelkê wan û ew bi xwe jî bi qatixê pez û dewarên koruciyan dijiyan.

Serekan ji vî re gotin ”sûs”, ji ê din re gotin “konuş”, ji ên din re gotin “baxir”, ji yekî din re gotin “koş”, ji yekî din re gotin “dûr!” Ji wî re “ajan”, ji ê din re “mixbirçî”, ji wan ên din re gotin “tirşikçî!” Eeeehew van aqil di serê me de nehişt, haho!!.

Û a herî balkêş jî wek vê ”Bariş Sureci- Pêvajoya Aşiti”ya wan her dema ku tiştekî nuh gotine û dest pê kirine wilo jî gotine:

”Ev karekî tarîxî ye …. Û ê ku piçek insaniyetî pê re mabe wê di vî karî de me destek bike!…”

Bêedeb! bêedeb dibêjim ji ber ku îro bi hemû haweyî bûne qûnalêsên tirkan û dewleta wan û bi ser de jî gava me jî wek wan ne kir û negot, em ê ne insa bin, ha! Bêedeb yaya gidî bêedeb!

 

 

 

Nûçe

Şirove

One Response to “PKKê hema hema em hemû ji rê derxistine!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)