SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Edeba ronakbîriya me û Konseya PKKa bêbext!

Ronakbîrî çi ye?
Ronakbîrî her çi tiştên ku mexzena êqil bindestî xwe dike û rê li ber pêşketinên civakî û ilmî digre, paşverû dibîne; xweşiya jîn û jiyanê bi bilindahiya maqûliyeta kesan û civakê ve girêdide û li himberî zilm û zorê pevçûneke bêwestan li dar dixîne!

Bi rastî mirov nizane çawa bibêje! Mirov bike hewar, kirasê xwe biçirîne û bi çolan jî bikeve heqê mirov e. Exlaqê me, karekterê doza me, têgihiştina xelkê me û ronakbîriya me ewqasî ji hev çilviriye ku bê ya star!

Ew çawa ronakbîrî ye ku mirov kurdperwer be, efwa xwe ji mehmetçîkên teres bixwaze, sînorên dewleta kemalîstên kurdqesas qebûl bike, ala tirkan sembola şerefa xelkê xwe bibîne, Kurdistanê wek Tirkiyê bi nav bike û vî miletê xwe ê ku ji rehên tarîxê kişiyaye mîna kurmikan bibîne û bibe şotava devê zaliman!

Sîh sal berê we ji bo welatekî serbixwe û miletekî azad qirika xwe diqelaşt; û îro jî hûn wî welatî perçeyekî Tirkiyê û wî miletî jî xulamê tirkan dibînin û ji bo mafê xulamtiyê diqîrin. Ev çi edeb e! Bêedebiya xwefiroşiyê bû sêhra edeba siyasî û li civaka me rast bû.

Ji xwe re li vê ecêbê binerin, di tarîxa dewleta Tirkiyê de ronakbîriya kurd, tu carî devjenga ku kemalîzm li xêrê tiştekî çawa ye ne kiriye. Her tim jê re gotiye barbar û agir lê barandiye. Û vî Ocalanî jî bi salan kemalîzm wek cûmekî benîşt bi qeweta şêrgeleyên xwe xist devê me hemiyam û bi me da cûtin!!

”Dinya hate guhertin… Dinya şer qebûl nake…!”

Ma  kesî bihîstiye ku navê kûçikan li tu derê dinyayê ne serbest e? Na, li her derê navê kûçikan, û heta ê pisîkan jî serbest e! Baş e, ma navê kurdan serbest e? Na. Ê na xwe çi? Tiştekî me û dinyayê ku li hev bike nemaye!! Dinya bûye a kê kir kê ye! Dinya bûye a ku kî xurt be! Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane! Eha dinya ev e!

Rast e, dinyayê hestiyê pişta zaliman bi şer şikenand û hate guhertin. Û ên me jî bi selewat û tekbîran, xişt û pişt û erbanan dane dû ku tirkan biguherînin! Hinekî divê mirov ji ber xwe fedî bike. Çî me kurdan ji ên çend hezar tirkên Qibrisî kêmtir e?

Çî me ji ên tirkên hov niqsantir e? ”

Dinya şer qebûl nake” û tirkî jî tiştekî me qebûl nakin û em ê bi tirkan re jî wek bira bijîn, ha! Ev çawa ronakbîrî, ev çawa kurdayetî ye! Zemên her tim şanî me daye ku ev doz, bi ronakbîrên ku hêviya qenciyê ji dewleta tirkan kirine nemeşiyaye û nameşe; hîn bêhtir ji çap ketiye.

Bi rastî ji hew bêhtir îro Ebû Nîdalekî kurdistanî ji me re lazim e; da dînê ên wek birêvebirên BDPê û Konseya KCKa ku bûye serkêşê kurdfiroşiyê û dibêje “heger tiştek bi Ocalan bê, em ê Enqerê bi erdê re bikin yek” û ji bo selameta miletê kurd jî dîwarekî Enqerê hilnaweşîne, teneke bike!

Ebû Nîdalekî ku zimanê qelemşûrên Ozgur Politikayê û şelafên televizyona Turksevê ji qurm de rake, lazim e. Lê ma bi tenê Ebû Nîdalek? Bîst Ebû Nîdal hema têra vî cepheyê ku ez jî di nav de me nake. Ku Kurdistan di nav pîsiya tirkan de xerq bibe, ji %90ê van ronakbîrên me ên pivikî, şinikî û şilikî, ew ê dîsa jî nikaribin bên ba hev û ji vî xelkê me ê jar û hejar re li starekê bisebibin. Bîst û heta sîh Ebû Nîdalên ku devê van ji hev biçirînin lazim in. Di van sîh salên dawiyê de tarîxê bi hemû haweyî peyitand ku heger ne bi kurdperweriya di rengê ÎRA û ETAyê de be, wê tirk dawiya me hemiyan bînin. Û dinya jî vê pevçûnê ji me dixwaze. Lê mixabin em xerabe ne, em bûne bersêl. Em ne ên şerê serxwebûn û azadiyê û ne jî ên pevçûna demokrasiyê ne. Ev em çi ne! Qey bi rastî jî xwefiroşî û solalêsî ketiye xwîna me!!

 

Erê, ne ji heqê tu kesîye ku li ser navê demokrasiyê û biratiya gelan kurdan ji doza wan a neteweyî dûr bixe û mehra tirkan li ser xelkê me ferz bike. Ordiya mehmetçîkên teres, li himberî Yazdanê Pak û li ser doşeka Resûlê Ekrem dest avêtiye namûsa welatê me û temamê miletê me!
Xwîn bi xwînê! Ji xwînê pê ve, ew namûsa me a ku mehmetçîkan kiriye sergo, tiştekî din paqij nake!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)