SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PKK çima li dijî dewleteke kurdî ye?

Pêşî dewlet çî ye?

Dewlet dezgeheke berfireh e siyasî ku bi her haweyî û di hemû warî de sersermiyantiyê li deng û reng û hestên temamê civakê dike.

Dewlet mafê kê ye?

Dewlet mafê ên ku xwedî cih û war û xwedî xelk û milet e.

Bi zarekî din dewlet, sîwaneke ku xelkê xwe li dijî êrîş û êrîşbaziyên ji der û hindur ve diparêze.

Dewlet xwedî esker, polîs, dadgeh, paytext, xwendegeh, ziman, al û hwd. ye.

Îcar ku em bên ser mijara bê çima nebaş e kurd xwedî dewlet bin?

Bi zimanê herî sivik ez ê bibêjim, da mirovê herî xerabe jî fêhm bike:

Dema ku kolordiya Diyarbekirê, walî, polîs, dadgeh û temamê xwendegehên wê bi kurdî bin gelo ev ji bo kurdan baş e, yan eva ku kolordî, walî, polîs, dadgeh û temamê xwendegehên wê bi tirkî bin baş e?

Kurd ji serî heta bi binî bi kurdî bixwînin û bibin ebûkat, mihendiz û her wekî din baş e yan bi tirkî bixwînin baş e?

Kurd mezinê mala xwe, yan tirk mezinê mala wan be baş e?

Kurd esker û polîsên xwe bin, yan esker û polîsên tirkan bikin baş e?

Kurd pev biçin, esker û polîsên tirkan, yan esker û polîsên kurdan wan bigrin baş e?

Kurd li hev, yan tirk li wan bixin baş e?

Tirk kurdan, yan kurd hevdu mehkeme bikin baş e?

Kurd jin û mêrên hev, yan tirk mêrê jin û mêrên wan bin baş e?

Jin û mêrên kurd di nav livînan de bi hev re bi kurd, yan bi tirkî bipeyivin û xwe di hev wer bikin baş e?

Ez mêrê jina xwe, yan tirk mêrê jina min be baş e?

Li polîsxaneyan, tirk dar û jopan radidin destava kurdan, yan kurd nehêlin ku kes dar û jopan radin destava wan baş e?

Mirov dikare bêje û hey bêje, lê ez bahwer dikim ku me fêhm kir bê pêwistiya kurdan çiqasî bi dewletê, û heta ji Xwedê jî bêhtir pê heye! Û ên ku li dijî vê dewletê disekinin jî bi zimanekî pir zelal mirov dikare ji wan re bibêje xwefiroş û kurdfiroş!

 

Welat çî ye?

Li gora lîteratora islamê welat dayik, û li gora lîteratora siyasî jî welat jin e.

Îcar ha dayik, ha jin ji her du aliyan de jî welat di bin tirkan, ereb û farisan de ye!

Eha tam di vir de, dema ku dê û jina mirov di bin hinekan de bin û mirov qîma xwe pê anî, wî çaxî jî navê mirov dibe qeprax û deyûz, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)