SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ronakbîrên PKKê ji şexsiyeta xwe ve birîndar in!!

Li gora min, li Kurdistanê bi dû ziman û kitêbên kurdî de tiştê herî bêqîmet ronakbîrî ye!…

Di nav kîjan xelkên bindeste dibe bila bibe, dema ku çerxa siyaseta partî û rêxistinên civakî di mista ekonomîstan, sosyolog, tarîxnas û aliman de nehat zîvirandin, ravebêjiya ronakbîrî jî bêqîmet dibe û di siyastê de çavsorî, bertîlxurî û herwekî din derdikeve pêş. Heger doxka dolaba PDKê û YNKê ne di destê çend kesan û a PKKê jî ne di destê birêz Ocalanê xwefiroş de baya, îro wê cihê ronakbîrên kurdan jî bilind baya û piraniya wan bi keda xwe re şexsiyeta xwe jî nefirotana serkêşên PDKê, YNKê û PKKê.

Mirov keda xwe difroşe, lê qed nabe ku mirov şexsiyeta xwe bifroşe û pê bijî. Îcar mixabin ên me hema hema hemû jî ji firotina keda xwe bêhtir bi firotina şexsiyeta xwe a ku pêşkêşî PDKê, YNKê û PKKê kirine dijîn.

Rojekê kesî ji ronakbîrên ku di masmedya PKKê de kar dikin rexneyeke piçûçik li ser Ocalan bihîstiye? Na. Qey bi rastî Ocalan xete ne kirine? Ma pêxember e? Na. Him pêxiber be jî, pêximber bi xwe jî xeta dikin. Xuya ye qey em ji devê ketine û hophop ji me tê! Kemalîzmê heştê sal e ku li ser doşeka resûlellah destdirêjî namûsa miletê kurd kiriye û qira kurd aniye, Ocalan wê bi dengê herî bilind diparêze û ronakbîrên Sêla sor, Gava sêyemîn, Dengdana şevê, Kurdistanpost, most, nivîskarên Roja Welat, serek merekên DDTê û ên din, hema bi henekî be jî, wê nikaribin gotinkekê jê re bibêjin. Lê di biwara Meshûd û Telebanî de jî ji hew bêhtir zimandirêj in.

Rojekê kesî ji nivîskarên Duhokê û ji ên Silêmaniyê gotineke bi telkî li ser Meshûd Barzanî, Nêçîrvên û Telebanî bihîstiye? Na.

Dema ku di destpêka şerê emerîkiyan û Seddêm de pêşmergeyên YNKê û xelk bi hev re ketibûn Kerkûkê, Meshûd Barzanî jî derketibû televizyonê û YNK di wê biwarê de bi xiyanetê tawanbar dikir, Meshûd bi wê helwesta xwe a xerabe derb li temam Kurdistanê xistibû û ronakbîrekî duhokî jî tiştek jê re negot. Îro jî nabêjin. Telebanî û YNKê ji zû de li dijî kurmancan li ba tirkan cih girtine, zimanê kurmancan qedexe kirine û ronakbîrekî silêmanî jî qed dengê xwe nekiriye! Nake, nakin! Ev meseleyeke şexsiyetê ye!. Praniya  ronakbîriya kurd birîndarê şexsiyeta xwe ye! Û heta ku mirov nebe xwedî şexsiyeteke tebût jî, yanî bi prensîp, mirov wê tu carî nikaribe ronakbîriyeke bi rûmet bike, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)