SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Nasyonalîzma serekên ereban li ku û a ên PDKê û YNKê li ku!!

Nasyonalîzma ku bi Şoreşa Frensî dest pê kiribû, bi şerên Napolyon li Ewrupayê û dinyayê belav bûbû û bi prensîpên Abraham Lincoln di rengê miletperwerî û welatparêziyê de li Emerîkayê rûnişt, ruyê dinyaya barbar yekser hate guhertin û bi sedan xelkên bindest azat bûn. Birêvebir û ronakbîrên bindestan, nasyonalîzma burjuwaziyê frensî mîna serûmê di mejiyê xelkê xwe de bi kar anîn û kelehên zilmê hilweşandin. Lê mixabin, ji bilî çend kesekî, hema hema temamê birêvebir û ronakbîrên kurdan jî ji Selaheddînê Eyûbî û hetanî niha, di bin baskên nasyonalîzma islamê de car carê li kurdayetiya xwe geriyan û bi şeg û pegên misilmanên zalim re, xelkê xwe jî bi xwe re birin helakê. Di warê nasyonalîzma burjuwazî de problema kurdan pir mezin e. Bi serkêşên doza kurdî û ronakbîrên me re ne karekter û têgihiştineke nasyonalîzma birêvebirên Şoreşa Frensî, ne ew têgihiştina nasyonalîzma bolşevîkên gundî û ne jî bi beqal û çeqalên me re piçek nasyonalîzma elemanî, îtalî û frenkoyî çêbû. Giuseppe Mazzinekî îtalî û Heinrich von Treitschkchekî elemanî ji me derneket.  Serkêşên doza me mîna Mele Şêxmûsê ku bi tenê doza bexişandina stilîliyên xwe li Xwedê dikir û di mizgeftê de ji bo wan ha ha dikebirand, miletî ne fikirîn û di herêma xwe de asê man. Em hîn jî ew in.

Birêvebirên PDKê û YNKê helbet hin tiştên delal kirine, lê mixabin ji ber timaya malê dinyayê di a herî delal de teqinîne û vê teqana xwe jî bi ajîtasyona kurdayetiyê ji xelkê me vedişêrin. Bê çi bi wan nakeve! Qey bi rastî jî ji bîra kirine ku başûrê Kurdistanê, li ser termê bi sed hezaran insanên me ên ku misilmanên jenosîd kuştibûn, bilind bûye!

Birêvebirên PDKê û YNKê helbet hin tiştên delal kirine, lê mixabin ji ber timaya malê dinyayê di a herî delal de teqinîne û vê teqana xwe jî bi ajîtasyona kurdayetiyê ji xelkê me vedişêrin. Bê çi bi wan nakeve! Qey bi rastî jî ji bîra kirine ku başûrê Kurdistanê, li ser termê bi sed hezaran insanên me ên ku misilmanên jenosîd kuştibûn, bilind bûye!

Dema ku ji %80î kurdan kurmanc bin û wê zimanê kurmancî jî li başûrê welêt hîn nebûbe zimanê dewletê û perwedeyê, em ê ji çi nasyonalîzma barzanî û telebaniyan bipeyivin û di wê derbarê de wan bipesinînin!

Xwedê miletê me ji xwefiroşiya PKKê û ji xezeba timaya hin birêvebirên PDKê û YNKê bistrîne! Xwedê wan hedayet bike, Xwedê wan têrtir bike!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)