SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ji romana Serok Altaxus!

«Çi çi çi!» got û bi qasî rimekê ji cihê xwe bilind bû.
Bi destê çepê bêvila xwe û bi ê rastê jî ruyê xwe firkand. Bi firkandinê re herdu lepên wî jî şil bûn. Dîsa bi bapêşê ketibû.
«Te got çi, te got çi? De ka dîsa bibêje!»
«Erê Reyisê min, navê xwe kiriye Okyanûs!»
«Okyanûs ha!»
«Û ê din jî navê xwe kiriye Ezman!»
Reyis tam hêrs bû. Lê piştî ku bi qehr kulma xwe li masê xist û tasa tije çeqilmast qulipî, ji ser xwe çû û da nav:
«Ev nîşanên ajaniyê ne! Mirovên ajan piçûk difikirin û navên mezin li xwe dikin! Okyanûs û Ezman, ha!»
Du xortên ku pismamên hev bûn, beşdarî nav partiyê bûbûn û herduyan jî ji qayişa hev re, navên mezin li xwe kiribûn. Di eslê xwe de, bavê wan bûbûn sebebê vê nexweşiyê. Ji xortan re gotibûn ku divê navê we ji ên herkesî mezintir be.
«Bila wan herdu ajanan li kêleka hev daliqînin! Temam! Zû biqeşite, tortore!»
Îdeologê wî jî piştî ku got «bijî Reyis», xwe li derî girt û paşûpê meşiya.
«Ha raweste, raweste! We endamên mehkemeyê baş saxtî kiribûn, ne?»
«Erê Reyisê min.»
Li mehkemeya wî a ku ji şeş keç û pênc xortên hivdeh – hîjdeh salî pêk dihat, qelem û kaxet qedexe bû. Mehkemekirin devkî dibû.
«Temam, biqeşite!»
Qeşitî.
Bi çûna wî re dîsa deng bi derî ket û îdeologekî din kişiya hindur. Ev ji ê berî xwe him hinekî xişintir û him jî jê mezintir bû. Di ser çilî re bû. Eskerkî lingê xwe li erdê xist, kete temenê, serî bi piştê re kire yek, li bin zikê xênî nerî û got:
«Reyisê min, heta ku me Zozanê ne xist şikeftê sûcê xwe qebûl ne kir…»
Reyisê ku ji bûyera berî niha tengejî bû û bi hêrs diçû û dihat, ji nişkê ve zîvirî, ziq li qelafetê ê îdeolog nerî û ruyê xwe tirş kir. Piştî ku bi wahc got «li çiyê, kildank û mirêk, ha!» qut kir û hilmekê ponijî.
Di tûrikê Zozanê de mirêkek û kildankek hatibû zeft kirin.
«Kildank tê fêhm kirin. Lê mirêk çima bi xwe re gerandiye?» bi hêdî ji xwe re got.
Rûnişt. Bi serê xwe girt û dîsa ponijî. Lê hema bêhnek ne ket wê navê, çeng bû, çû û hat û qêriya:
«Mirêk ji bo civên e! Civan, civan! Ew û eskeran bi carî hev ketine. Ajan e! Ajaneke ku exlaqê şêrgeleyan têk biriye. Wê bi sîlehê herî mezin bikujin!..»
Îdeolog «bijî Reyis!..» got û mîna ê berî xwe paşpaşkî çû.

*** ***
Reyis di labîrenta xwe de razabû, bi nûnerê xwe ê li Polonyayê Milayim Miçê re ketibû têkiliyê û ha ha diqêriya:
«Tu li kîjan cehnemê yî, deng ji te nayê?»
Nûnerê ku li ser gotina wî çûbû Polonyayê jî digot:
«Reyis min, ez aniha li Varşovayê me.»
«Çi, çi, çi!..»
«Belê Reyisê min, ez li Varşovayê me, Varşova.»
«Îcar ev tu li Varşîntonê li çî xwe digerî, deyûz! Tu çûyî raporan bidî CÎAyê, ha!» got û telefon di ruyê wî de girt.
Piştî ku ji xewê şiyar bû ponijî û ji Milayim Miçê kete şikê. Di dawiyê de ew ji wir anî akademiyê û bêyî ku wî mehkeme bike, ji hev çirand; kir du tîş û avêt ser Moristana Şoreşê.

Nûçe

Şirove

One Response to “Ji romana Serok Altaxus!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)