SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ewqas tişt pir in, û tiştekî ku ez bibêjim ji dilê min nayê!!

Bi rastî girêyê min bi ev a ku em bi miletî karin ne bi tenê devê El Nisra, El Qayide, el jehr û el quzelqurt, devê temamê tirkên misilman, ereb û faris biçirînin tê!

Erê, gava ku altax ji malê be, helbet wî çaxî jî mirov wê nikaribe sturehê du bizinan jî ji hev bike! Eha a me ev e, ev petrîşok bi me de rijiyaye!

Li Binxetê kurd bi miletî dişewitin, û apoyiyên ku bi vê teslîmiyeta xwe a dawiyê tirk anîn heta xistin nav livînên kurdan, vê carê jî li wir bûne kurdên herî mezin û qaşo kurdan ji wehşeta El misilmanan diparêzin.

Bê vir de û wir de, bê devjeng, PYD dibe, kî dibe bila bibe, ên ku kurdan ji wejhşeta misilmanan biparêzin mirov divê desteka xwe a herî mezin bide wan.

Lêbelê apoyî wilo reş û tarî, wilo reş û tarî bûne ku mirov nema zane ne li pêş wan, ne li paş wan, ne li rex wan, ne li ber bêvila wan bimeşe!

Hema carekê bifikirin, kurdên Binxetê wê tu carî bi qasî kurdên Serxetê nikaribin bi milyonan li dora apoyiyan bicivin, bi mal û can her tiştê xwe bispêrin wan, û di dawiyê de jî apoyî wê hemiyan devdevkî bibin erdê û wan ji tirkan re li piştê rast bikin!

Ev wilo ne, term ji ber gur û wawîkan direvînin û dû re jî diavêjin ber kûçik û pisîkan!

Îro wê kurdan ji EL Nisra biparêzin, û sibehê jî van kurdan biavêjin ber El Mistefa Kemal û El ên din!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)