SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

El kafirên misilmên qira kurd anîn, û kelbetan jî devê wî venake!!

Birêvebiriya PDKa ku di ber berjewendiyên xwe ên malbatî û herêmî de doza zir welat û zir miletekî paştguh kir û bi tirkên herî lewitî û kurdqesas re (wek OYAKê) a xwe kiriye yek, vê carê jî xuya ye heta ku Binxet bi temamî nekeve destên tirkên misilman, wê dengê xwe neke. Wilo çawa kurdayetî, wilo çawa mezinahî ye!.. Misilmanên tirk û ereb, wê fetwa qira kurdan derxînin û kelbetan jî devê Meshûd Barzanî veneke, ha! Çî ye, çima dengê xwe nake? Siyasetê dike. Waweylê, kafirên misilman wê koka me bînin, û em ê jî ji bo ku tirk zivêr nebin  tevneqeliqin!  Bimre wilo siyaset! Li himberî kurdên roavayê welêt jî ew siyaset dikirin. Yanî li himberî kurdên tekoşer bi pasdaran re bûn; û bi pasdaran re ne. Pasdar her roj kurdekî dadiliqînin, û rojekê jî kesî nebihîstiye ku ew wehşet di televizyonên barzaniyan de derketiye! Ev wilo ne, ew ne ji niha de wilo ne. Heger ne ji emerîkiyanba, wê ew jî îro mîna apoyiyan bi hemû haweyî di destên mehmetçîkan de bana û ji apoyiyan xweştir bi rola xwe a Hacîvat û Karagoz rabana!…

Îcar ma ji vê piçûkiyê piçûktirîn piçûkî heye ku wê hin li ser navê Xwedê û pêxemberê Islamê, fetwa kujtina miletê kurd bidin, û mirov jî wê wek serokê beşekî kurd dengê xwe neke, hi! Bi rastî min tu carî bi vî haweyê niha hesab nekiribû ku wê barzanî, da zerar negiha kar û barên wan ên bi tirkan re, bi vê ecêbê ji a tirkan derneketana û ewqasî li dijî kurdan ranewestiyana!

Kongreya wan a netewî jî xap û xîp e! Kongreya ku wê sînorên çar dewletên teres biparêze, bila bimre! Tirk bi vê kongreyê peymana Lozana ku li ser navê kurdan mohr kiribûn, vê carê jî li ser navê miletê kurd bi kurdan didin mohrkirin.  Navê vê paraztina statukoyê ye. Û statuko jî ji  tirkan re bi şîr û şekir e! Kongreya ku wê hebûna sînorên zaliman li ser navê miletê kurd qebûl bike, bi yek gotinê xwefiroş û kurdfiroşe, ewqas!

 

 

 

 

Nûçe

Şirove

2 Responses to “El kafirên misilmên qira kurd anîn, û kelbetan jî devê wî venake!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)