SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Namzetê kurdan ê li Elemanyayê vê carê jî ji Nisêbînê ye

Siyasetmedarê kurd Yasîn Kut, ji bo hilbijartina parlamena eyaleta Westfalya Bakûr a Rhein ji Partiya Çep (die Linke) wek namzet hat destnîşan kirin. Hilbijartin di 09.05.2010an da wê bê li dar xistin û Yasîn Kut ji bo „Landtagswahlkreis 123, Märkischer Kreis III“ endam e.

Yasîn Kut, ji  Nisêbînê gundê Zorava ye. Yasînê 48 salî û bavê 3 zarokan, li Ludenscheidê wek karker di beşê metalê de dixebite û ji sala 1997an vir ve endamê temsîlkarê karkeran yê sendîka „IG Metall“ê ye.

Ji 2007an vir ve  endamê Partiya Çep (die Linke) e.  Di damezirandina şaxê partiyê yê bajarê Ludenscheidê cîh girtiye û di meha 12an a 2008an de wek endamê berpirsiyar hatiye hilbijartin. Yasîn di tebaxa 2009an de ji bo endamê meclisa bajêr hatibû hilbijartin.

Yasîn Kut, ji bo endametiya xwe daxuyaniyek belav kir. Kut da zanîn ku wek kurd ji 1995an û vir ve ye di Meclisa Biyaniyan de ji bo ku mirovên li Elemanya dijîn û dixebitin di her warê jiyanê de şensên wek hev bi dest bixin, kar û xebatan dimeşine.

Kut di daxuyaniya xwe de radigihîne ku têkiliyên wî bi şax û navendên rêxistinên wek KOMKAR, HEVALTI-Koln, Yekitiya Penaberan, dezgehên Alewiyan, DIDF heye. Bi berdevkê siyaseta penaberan yê Parlamena Berlînê Giyasedîn Sayan ra têkiliyên wî baş in.

Yasîn Kut, kar û xebatên xwe yên heta nuha û yên ji vir şûnde dixwaze bike, bi kurtî weha heşkere kir:

–          1976 Endamê Komeleya Çandî a şoreşger û Demokratîk (DDKD). Heps, teda û işkence, penaberî, jiyan li ser çiyan.

–          1990 Penaberî bi malbatî li Elmanya.

–          1992-2000 Damezirandina Partiya Keskan li Ludenscheid.

–          1995-2000 Damezirandina Komeleya Çand û Hunerî ya Navneteweyî li Ludenscheid.

–          1995-2000 Damezirandina 1. Meclîsa Biyaniyan ya Ludenscheid.

–          1998-2000 Berpirsiyarê Ciwanan yê „Lüdenscheid e. V.“

►Ezê li dijî cudaxwazî û nijadperestiyê têbikoşim.

►Divê hemû mirovên li NRW dijîn xwedî mafê beşdariyek wekhev a jiyanê bibin.

►Divê herkes xwedî mafê hilbijartinê bibe û tu îstisnayek dernekeve pêşiya penaberan.

►Divê bi antîfaşistan, aşitîxwazan, sendikayan û hwd. ra kar û xebatên demokratîk û  hevpar li dijî çalakiyên nonazîstî bên kirin.

►Li kuderê dinyayê dibe bila bibe,ez li dijî şer im û dive dev ji hilberînên haletên şer bê berdan û ev hewldan ji bo kar û xebatên sîvîl bê bikar anîn.

Nûçe

Şirove

One Response to “Namzetê kurdan ê li Elemanyayê vê carê jî ji Nisêbînê ye”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)