SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Kurd wek xelk û milet tu carî ewqasî binketî û kewaşe nebûbûn!

Li gora min tiştek bi qasî ku bindestî dikare mirov cahil, fêhmkorî, piçûk û pîs bike tuneye! Ez wilo difikirim. Heger ne ji destê wê bindestiya me a bi sed salan baya, ji sedî sed me ê jî mîna ronakbîr û siyasetgerên xelkê bi çavekî mezin li xwe nerîbaya, ji ber xwe fedî kiribaya û tu carî qîma xwe bi kurtêl û kilûjên ku tirkan, ereb û farisan û herwekî diavêtin ber me neanîbaya. Kurd xelkekî ku ji koka tarîxê veketibû, bi qonaxên zemên ve hilkişiyabû û du sed salekî li himberî zalimên herî bi xof bêwestan li ber xwe dabû! Kesî bi qasî xelkê kurd li himberî zalimên islamê li ber xwe neda…Emewiyên impretor û dû re jî ebasiyan bêqudar kurd kujtin, Kurdistan di xwînê de arastin, keç û jinên kurdan wek cariye bi xwe re hilanîn û zikê wan talan kirin! Li aliyekî sefewî, li aliyê din osmanî û herdu jî du zir imperator bûn û kurdan jî li himberî wan zir imperetoran ha ha li ber xwe didan. Di dema kemalîstan de jî kurd dîsa ew mêrxas bûn. Lê mixabin îro jî bi destên ronakbîr û siyasetgerên xwe ên kurtêlxwir, revoke û qûnalêsên neyaran, bûne ên şabaş û camcamkan! Waweylê, waweylê, waweylê wey sed xwelî li serê me hemiyan be û hew!

 

Laleş Qaso

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)