SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ocalan, Atatirk û Hîtler!!

Ji serî de divê ez bibêjim ku sernivîsa gotara min bi min jî hinekî ne li rê hatiye! Helbet ne li rê ye ku mirov navê tîpekî zir tirsonek û solalês bîne ber navên du tîpên ku devê dinyayê çirandibûn û qira kurdan, ermenî û cihûyan anîbûn!
Ocalan û Hîtler, Ocalan û Atatirk, Ocalan û Seddam, Ocalan û Bişarê Çeto û herwekî din tînim kêleka hev; da xwendevanên min ên ji tekiyê berê xwe bidin min û li selewat û tekbîrên min jî guhdarî bikin bê ka ez di tewaceyê de çawa dizikirînim û rîha xwe di gemara şêx de dibim û tînim. Çi qenc, çi xerab, her tiştê mezin balê dikişîne ser xwe. Û navê Ocalan jî mina her tiştê wî mezin e. Tiştên mezin cihên mezin digirin. Mirîdên wî bi derewa navê xwe nekirine Ezman, Okyanûs, Behr, Bahoz û herwekî din.
Ocalan mezin e, lê navê wî hîn mezintir e. Abdullah!! Navê wî bi her tiştî bixin û kîsê xwe bidin ber zêran. Şexsfiroşên ku şexsiyeta xwe mîna keda xwe erzan difrotin bi xwezeliqandina navê wî, bûn mîr û amîr û bazirgan!
Bi rastî jî êdî gotin çendî ilmî, têr û geş û xweş be jî nema fêde dike. Di warê exlaq û edebê de her tişt çilvirî ye. Ha alim û rîhsipiyekî got û ha pêxwas û qeşmerekî têrpere got, ferq nake! Malê dinyayê pişta mirovahiyê û şexsiyeta kurdî tewandiye. Nivîskarî ûjdanê civatê, milet û xelkê bû û de ji xwe re li nivîskariya kurdan binerin! Piraniya civaka kurdan ji jinan pêk dihat, desthilatdariya Hewlêra ku bi pîskirina şerefa jina kurd rabûbû, çar jinan dixe ber mêrekî û li bakurê Kurdistanê jî qaşo şexsiyetên ku temeneyên xwe di mafê mirovan û doza sosyalîzmê de pîr kiribûn, wê nerazîbûna xwe hema bi gotineke piçûk jî neynin zimên! Ka ew rêxistinên sosyalîst ku digotin insaniyetê bi jinê dest pê kiribû, çima tiştek negotin? Niha bêjin jî êdî nema qîmet dike. Negotin ji ber ku PDK û YNK carcarê kilûjan diavêjin ber wan. Bê çi şerm e!

Asas min dixwest çi bigota?

Ocalan û Konseya wî a kurdfiroş li ser navê kurdayetiyê kurd xistine diruvê qirdik û meymûnan û doza kurdî bi qasî ku nema bê xwarin pûç kirine. Ev çawa dibe ku mirov li gora rêbaz û destûrên Atatirk bilive û miletê kurd jî derxîne ronahiyê! Çekdarên li çiyê çendî eskeran bikujin û xwe bidin kujtin jî heta ku êgir li zihniyeta kemalîzmê nebarînin û tifî wê nekin, heqê her kurdî ye ku bi şik li rêxistinên çekdaran binerin, xwe ji wan vegirin û rayên xwe nedin zilamên wan. Atatirk jî heta ku bi kêş ketibû xwe ji kurdan re kiribû erd, bi cubeyên şêxan digel şêx û melayên kurdan li nav kurdan geriyabû û bi cilên kurdî kurd wek parlementer biribûn parlamentoya xwe! Dema ku Ocalan û hevalbendên wî kurdên ku bi milyonan dane dû wan hîn jî karibin bi tiştên piçûk li vir û wir mijûl bikin û biçêrînin, plan pir xerab e!
Li gora ilim û edeba Nelson Mandela, ermenî, asûrî û kurdan tu ferqa Atatirk û Hîtler ji hev tuneye û serokê PKKê û DDT jî wê Atatirk hîmdarê insaniyetê bi kurdan bidin nas kirin!
Di tarîxa miletê kurd de kesî bi qasî Atatirk xwîna kurdan nerijandiye, bi wê ecêbê kesî dest neavêtiye namûs û şerefa miletê kurd û Kurdistan talan nekiriye û Ocalan û hevalbendên xwe jî wê li pêş temamê dinyayê Atatirk bi qasî Jan Jak Russo mezin bipesinînin, Peymana Lozanê bi kurdan şêrîn bikin û Mûsil û Kerkûkê jî bi ser Enqerê ve berdin! Û bi ser de jî wê mezinê miletê me bin û ên ku wê mezinahiya wan qebûl nekin jî ajan ilan bikin!!

Ji min re dibêjin, “tu çima zimanê dîplomasiyê bi kar nayînî?”

Baş e, dema ku tirk, ereb û faris bi temamê qeweta xwe ve kişiyabin ser kurdan û kurd bi miletî ketibin xetera mirinê û emerîkî û ewripî li pişt parlamentoya Hewlêrê sekinîbin û parlameto jî bi qanûna ku çar jinan têxe bin mêrekî rabe, ez ê çawa karibin kubar pê re bipeyivim? Ma min ji kê ji wan bêhtir unîversîte xwendine û ji kê ji wan bi temenê xwe mezintir im, hi? Qey nizanin bê çi dikin? Belê. Bi zanatî dikin? Erê. Îcar wî çaxî ez ê jî çima li himberî wê bêedebiya ku bi jina kurd re bûye ji zarê dîplomasiyê bipeyivim, hi? Dema ku wê çar keçên 17-18 salî jina parlamenterekî PDKî û YNKiyekî 60-70 salî bin, helbet ez ê jî wî çaxî ji hevalê xwe ê doktor re bibêjim ”here li Hewlêrê dermanxaneyeke ku ji boya por û hebên vîagrayê pêk bê veke, tu ê bibî dewlemendekî mezin!”

Dema ku di televizyona Turksevê de mirovên 50-60 salî ji keç û lawên 16-17 salî re bibêjin ”heval”, mirov jî wî çaxî divê bibêje hinekî bi edeb bin. Ne li Rohilata Navîn û ne jî li temamê welatên Ewrupayê pêncî saliyek nikare ji xortan re bibêje “heval.” Li Ewrupayê wê bi çavên homoseksuelan li mirov binerin. Û li Swêdê jî mirov derxînin mehkemeyê!

Xelkê cihû li dera han bihêlin, ji hedê kê ye ku karibe ji cihûyekî alim, siyasetger û dîndarekî re bibêje ku te Hîtler şaş fêhm kiriye! Hîtler bi qasî Jan Jak Russo fîlozof bû! Tu çima aliyê Hîtler ên insanî nabînî û hirmetê jê re nagirî? Tu çima nadî dû Hîtler û wî mezinê xwe qebûl nakî? Û herwekî din. Gelo ew cihûyê alim, siyasetger û dîndar wê bi zarekî çawa bersivê bide? Wê bi zarê dîplomasiyê yan gelo hema di cihê cih de bibêje ku bêdebiyê neke, kewaşeyê rezîl zû ji ber çavên min winda bibe? û hwd.

Îcar gelo ji vê bêşerefiyê bêşereftir çi heye ku kurdek Atatirk biparêze? Gelo navê kurdê ku Atatirk biparêze ne cehş e? Û ez ê jî bi zimanekî nermik û rindik pê re bipeyivim ha!
Bibexişînin, ez ê tu carî nikaribim bi kurdên ku ji barbarekî wek Atatirk re li çepikan dixînin re ji zarê dîplomasiyê bipeyivim, bêedeb û bêşeref bibêjim û derbas bibim, ewqas!

Laleş Qaso
lales56@hotmail.com
13.12.06

1) Têbinî:  Min ev gotar di sala 2006an de di malpera www.rizgarî de nivîsandibû. Ez nivîskarê wê malperê bûm. Bi salan min di wir de nivîsand, û heta min gelek nivîskarên kurdî ji malperê re pey de jî kirin. Lê mixabin roja ku min telebanî rexne kirin, berpirsyarên malperê bi bêedebiyeke mezin rabûn û hema wilo ne bi mino û neb teyo, bêyî ku îfadeya min bigirin temamê nivîsên min, bi haweyekî bêdeng ji malperê avêtin. Dîsa dibêjim, we bêedebiyeke mezin kir; we ji bo ku telebaniyan carcarê kulûj diavêtin ber we, ew xwenenasî kir. Yanî niha a we jî  ronakbîrî bû, ha! Li rewşa xwe a ku hûn ketênê binerin!. Lê helbet divê mirov pêşî ji xwe fedî bike heta mirov karibe li pirêzeya xwe jî binere.

2) Têbinî: Sebeba ku çima ez careke din vê gotarê diweşînim?

Min ev gotar careke din weşand da bînim bîra we ku siyastger û desthilatdarên me hîna ew ên berê ne!

Nûçe

Şirove

One Response to “Ocalan, Atatirk û Hîtler!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)