SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Henekên Ocalan û banga perwerdeya bi kurdî!

Wek ku tê zanîn, di van demên dawiyê de beşek kurdên dilxwaz û aligirên PKKê, di bin sereketiya çend kesên ku li her derê dilîzin û ha li vir û ha li wir rabûne ser tapanan û bi haweyê ku hetanî niha asas ên zimanê kurdî li ser lingan hiştine Ocalan û pîberên wî bûne, diqîrin. Vî Ocalanî bi qeweta suxteyên xwe wilo bi serê sîstema mejiyê kurdan de aniye bê ya star! Kurd anîne dereke wilo ku êdî nema karibin li doh, li pêr û pitnapêra xwe bifikirin bê ji ser kîjan sifreyê rabûne, çi xwarine, çi gotine, li dera din bi kê re rûniştine û sêl sincirandine! PKKê em bi miletî gêj, sîrqûnî û cinoyî kirine!….

Têgihiştina tarîxê!

Mirov bi qasî ku ji paşeroja xwe fêhm kiribe di pêşeroja xw e de bi serketî ye. Lêbelê em ê him hîn nizanibin bê doh me çi gotiye û çi bi serê me hatiye û him jî em ê karibin ji selameta pêşeroja xwe bipeyivin. Selamet wilo bi dest nakeve.
Tarîx, pevgirêdana di navbera destpêk û dûmahîkê de rave dike. Lêbelê em ê him tiştê ku berî bi mehekê hatibû gotin karibin ji bîr bikin û him jî em ê bê vir de û wir de karibin bidin ser rêserên zemanê pêşerojê û mîna hespekî beza li xwe bidin. Wilo bez nabe. Em ê zû biwestin.
Tarîx ji rûdanan pêk tê û her rûdan jî dûmahîka rûdana berî xwe û sebebê rûdana bi dû xwe de ye. Temamê rûdanên civat û civakî mîna xelekên zincîrê bi hev girêdayî dirêjî qonaxên zemên dibin û em ê jî bêyî ku hiner û tofana wan rûdanan zanibin li xeleka zincîra xwe bigerin. Em ê xelekê nebînin. Em bibînin jî em ê tiştekî ji kalîta wê fêhm nekin. Aha îcar tam di vir de gava me hinekî li paşeroja gotin û kirinên axayê PKKê û peyayên wî nerî, em ê bi hêsanî karibin bibêjin ku daxwaza wan a zimanê kurdî jî mîna temamê daxwazên wan ên berê, xilboqî û firdoqî ye.

Ji tarîxa PKKê çend nimûne!

Bi destpêka damezrandina PKKê re gotin ”serxwebûn prensîpê me ê herî sereke ye.” Îcar ka ew prensîp li ku ma? Serxwebûna Tirkiyê bûye prensîpê wan! Xwelî li serê we be.
Gotin ”em dewleteke kurdî dixwazin.” Lê dû re çi xwestin? Demokratîk Turk cumhûriyetî xwestin. Dîsa xwelî li serê wan be!
Her tim parlamentoya tirkan wek keleha bêşerefan dîtin û her parlamenterê ku ji Kurdistanê diçûn wê parlamentoyê bêşeref ilan dikirin. Li ser ku çima rêxistinên kurdan û ronakbîrên wan jî wek wan ne digoton, her kes bêerz dikirin. Ehmed Tirk ji tirsa me PKKiyên wan deman newêrîbû bihata Qesra Qenco. Dû re çi kirin? Dû re bêyî ku izra xwe ji rêxistinên kurdan û miletê kurd bixwazin, ew bi xwe bi çûn wê parlamentoya ”bêşeref!”
Ocalan di derbarê kemalîzmê de xwedî fikir û gotin bû û kemalîzm wek ”namûsîzim û bêşerefîzm” bi nav dikirin û îro jî ew bi xwe wê kemalîzmê diparêze. De ka bibêjin min bê tu derewan dikî, hi?
Desthilatdariya Sûriyê, Iraq û Îranê jî mîna a Tirkiyê dijminên herî mezin li qelemê dabûn û dû re jî wek ”stratejîk dost” berpêyî me kirin. Ma ne wilo bû? Wilo bû!
Gotin ”em ê li herêma Botan û Behdînanê hikûmeteke kurdî ava bikin.” Dû re çi kirin? Dû re herêm ji insanan û heta ji heywanan jî vala kirin. Îcar çima we ne got ku me bi miletê kurd re derew kir, yan jî me henek kir.
Gotin ”em ê bi navê Zap Cumhûriyeta ku Sîrac Bîlgîn bibe serokkomarê wê li Zapê cumhriyetekê ava bikin.” Çi ava kirin? Tiştê ku hebû jî xerab kirin. Zap bi destê mehmetçîkan ve berdan û berê xwe dan desthilatdariya belengazên Duhok û Silêmaniyê. Tew!
Gotin ”em ê mecliseke kurdistanî ava bikin.” Li Burukselê qaşo ew meclis ava kirin. Lê dû re jî him dan bin meclisê û him jî bi meclisê re hemû dezgehên xwe ên bi navê kurdistanî ji holê rakirin.
Gotin “meclis nizim bû, a herî bilind parlamento ye…” Ew jî bi him û gimeke kesnedîtî ava kirin. Ava kirin lê hema neptî jî bi haweyekî rezîlane li erdê rast kirin. Serek merekên wê ên wek Şerîf Wanli, berdevk merdevk û tiştik miştikên wê bi her derê dinyayê de terqandin!
Gotin ”em ê ji kurdan tîpekî nuh bixuliqînin.” Xuliqandin. Lê çawa? Li çiyê bi sedan tîpên mina Alî Haydar Kaytanê ku xişt, erbane û tizbî û li deştê jî bi hezaran ên mina Yaşar Kayayê ku di şabaşiya wî de tembûr, ribab û derboqa jê kêm bû xuliqandin! Aha ev in tîpên wan.
Navê rêxistina wan a pêşî PKK bû. Dû re bû KDK, dû re KGG, CCK, KKK û nizam bû çi û ne çi. Bi van navan him heqaret li qehremanên wek Xeyrî û him jî li miletê kurd kririn. Ev wilo ne. Ev ne ên ku mirov karibe pişta xwe bi a wan ve girêbide. Cidiyeta jînê û marîfeta jiyanê li ba wan tune. Ne bi qedrê kedê dizanin û ne jî çendeyekî karin li ser tewekî bisekinin. Di her bêhnikê de karin tiştekî bibêjin û mina hilqizmilqiz bibin tiştekî din. Te dikujin, wî dikujin, me dikujin, keran, bergîlan, qantiran, kûçikan dikujin û di dawiyê de jî xwe dikujin. Di salên 1990î, 92 û 93yan de bi deh hezaran pezê koruciyan û dewarên wan kujtin. Lê ne difikirîn ku xelkê wan û ew bi xwe jî bi qatixê pez û dewarên koruciyan dijiyan. Ji vî re gotin ”sûs”, ji ê din re gotin “konuş”, ji ên din re gotin “baxir”, ji yekî din re gotin “koş”, ji yekî din re gotin “dûr!” Ji wî re “ajan”, ji ê din re “mixbirçî”, ji wan ên din re gotin “tirşikçî!” Eeeehew van aqil di serê me de nehişt, haho!!…

Bi kurtî di dawiyê vê gotara xwe de ez ê bibêjim ku divê mirov daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî di nav karên netewayetiyê de ê herî sereke bibîne û her çiqasî serek û serokên DDTê û PKKê bi henekî rahiştibin vî karê hêja jî, ev henek xweş in û mirov divê bêdevjeng wan destek bike da ev henek li wan bibin genek, tirkên teres êrîşî wan bikin û ew jî li kurdayetiyê werqilin. Îcar heger hat û PKK ji destên kurdxayinan derbasî destên kurdperweran bû, kesek wê nikaribe li himberî PKKê bisekine. PKK miletê kurd e; lê mixabin îro ew milet di hibêza kurdxayin û kurdfiroşên herî mezin de ji derb ketiye û serî lê geriyaye, ewqas.

07 10 08
Laleş Qaso
lales56@hotmail.com

 

1) Têbinî:  Min ev gotar di sala 2008an de di malpera www.rizgarî de nivîsandibû. Min her di wê malperê de dinivîsand. Bi salan min di wir de nivîsand, û heta min gelek nivîskarên kurdî ji malperê re pey de jî kirin. Lê mixabin roja ku min telebanî rexne kirin, berpirsyarên malperê bi bêedebiyeke mezin rabûn û hema wilo ne bi mino û neb teyo, bêyî ku îfadeya min bigirin temamê nivîsên min, bi haweyekî bêdeng ji malperê avêtin. Dîsa dibêjim, we bêedebiyeke mezin kir; we ji bo ku telebaniyan carcarê kulûj diavêtin ber we, ew xwenenasî kir. Yanî niha a we jî  ronakbîrî bû, ha! Li rewşa xwe a ku hûn ketênê binerin!. Lê helbet divê mirov pêşî ji xwe fedî bike heta mirov karibe li pirêzeya xwe jî binere.

2) Têbinî: Sebeba ku çima ez car carê gotarên xwe ên bi nav salan de ketine diweşînim, hemû ji ber ku di geft û lept û tevgera me a siyasî de tiştekî nuh derneketiye, heta ez jî tiştekî nuh binivîsînim.  Em her ew ên berê ne; û heman gotin û kirinên xwe bi rengekî din ber pêyî vî û wî û wê dikin.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)