SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Perçeyek ji edebiyata me a ku PKKê û televizyonên wê ew ji deling kirine!

Mîna ku ro bi derbên şûr û riman ketibû zerikê. Di mextela wê de mirov digot qey xwîn bi ser dinyayê de dinisilî, mextel tîştîşî û sor û mor bûbû. Ezman mîna sîmê bû. Bi tenê çend stêrikan xuyanî dikirin. Ji heyvê re hîn pir diva bû ku derketibaya. Sirûşt tevdigeriya; bi lez xwe ji qêlik derdixist û bêhneke xweş difûrand. Deng bi çirçirkan ketibû. Bê ne didêrand, lê dîsa jî dinya hênik bû. Xortên serek malbatên gund defa sêngê û keçan jî qûntara memikên xwe difirkandin; xortan bi lewentoyê û keçan jî bi gulavê porê xwe şeh dikirin. Keçên xatûnan ku newqa xwe ji xezalan dizîbûn, keziyên xwe wek fitlên maran dabûn ser hev û xwe di misk û emberê de hiştibûn. Zulfên perî bi ser ruyê gewherî de bûbûn kevan. Serê memikên wan di bin fîstanê şîrîkî de wek du libên hersim bel bûbûn. Kember di bejin û bala bilind de bûbûn xelek. Mirov digot qey sênga wan dikanên zêringeran bûn, ji xwe re û mere diçirisandin. Qirika gewr û boz wek berfa şevnivistî ku xunava baranê digirt ser, xwêh dabû û dilopên xwêhdana borana eşqê hêdî bi hêdî di coka memikan re dihatin xwarê. Mêrga di nav lûleyên wan ên mermerî de, bi şîrikê ku di xeleka koşkê re herikîbû terka herdu dikên liqûmî, şil û pil bûbûn. Memikên hinarî, bêvila çilagî û çavên wan ên xumarî, di bin birhûyên heyva yekşevî de mîna komikên stêrikan xuyanî dikirin. Mijankên xwe ên ku ji tîrên nijdevanan jî dijwartir bûn, li kilê siphanî xistibûn û bêwestan di cihê xwe de diqelqilîn. Lê şevê hîn jî xwe tazî ne kiribû û stêrikan ne dilîstin. Ji ser latên himberî ziyaretê, dîsa kewekî berê xwe dabû goristanê û mîna ku waz li miriyan dikir, qebqeba wî bû. Çûk di hêlînan de xar bûbûn…

Garanê ji zû de xwe berdabû gund. Lê herdu keriyên pez hîn jî di çêra xwe de bûn. Piştî çêra dawî li guherên jora gund wê ketibana mexel û şevder bimana. Gundiyan bi dorê şevîn dikirin. Bin berqefên bestê reşxeriqîbûn û mîna tabiyên eskeran xof didan!..

Têbinî: Nivîs ji romana min a bi navê ”Sê Şev û Sê Roj” hatiye girtin.

Laleş Qaso
lales56@hotmail.com

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)