SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Me “Cozum sureci” kir tirr, niha jî dora ku em dest bi “muzaker sureci” bikin !!

Me hîn ji “Cozum sureci” tiştekî xweşik fêhm nekiribû, tew vê carê jî “muzaker sureci” bi me ve zeliqandin!

Endamên Konseya KCKa ku ji girtina Ocalan û vir ve tam bi haweyê Ezîz Belayê Mêrdînî xwe li kurdan şidandine û mîna rêxistin û şebekeyên El misilmanan li ser navê Xwedê û ji devê Xwedê barbariya herî bi xof dikin, vê carê jî dîsa li ser navê Ocalan û ji devê Ocalan ji  seraya “mehmetçîkle bariş ve kardeşlik”, derbasî koşka bi “mehmetçîkle aşq ve muhabbet” dibin….

Bi kurtî, wilo xuya ye heta ku serekên AKPê tam nebin wek  patîşahan û Tirkiyê  bi dengê selewat û tekbîran nehejînin û  ewrupî û emerîkiyan wek Tecal li qelemê nexînin, wê ewrupî û emerîkî jî têkilî xwefiroşiya birêvebiriya PKKê û peydûkên wê nebin û birêvebir û peydûkan di pîskirina kurdan de ha ha bi kar bînin!

Erê, li tu derê dinyayê tu seroketî bi zimanê qesas û destavêjên şeref û namûsa xelkê xwe bi xelkê xwe re nepeyiviye. Lê ên me dipeyivin! Di dinyayê de bi qasî xelkê Samî (60 hezarek) binketî xelk nemaye û ew samiyên ku îro xwedî nîvparlamentoyekê ne dixwazin bibin dewlet û ên me jî wê dewltbûyinê nexwazin û bi kesên herî binketî ên wek seroka şaredariya Nisêbînê di televizyonan de bidin gotin ku “xwedê kir dewleta kurdî çênebû…”

Navê vê bêşerfiya herî mezin e! Êrê îcar dema ku rewşa me ev be, em ê çawa bi ser bikevin!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)