SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Kûçik û insan û em û tirk û misilman!

Li Stockholmê taxa pir bi kûçik Huddînge ye. Û ez jî li vê taxê di avaniya herî bi kûçik de rûdinim. Bi rêya hejêkirin û qedir û qîmetê ku min daye kûçikên avaniyê, ez û xwediyên kûçikên ku her yek ji wan di civata swêdî de diraneke, em tam bûne dostên hev. Û bahwer bikin ev qedir û qîmetê ku min daye kûçik û pisîkên swêdiyan û ez xwe ewqasî ji wan re dadixînim, hemû ji bo kurdên xerabe ye. Wek şexs tu fêdeya min tê de tuneye. Li gora min, her kurd bi çi haweyî dibe bila bibe, mecbûr e xwe bigihîne ewrupiyan û wehşeta ku misilmanên tirk, ereb, faris û temamê dinyayê di serê miletê me de kirine bêwestan bibêjin. Min xwe bi gelek rêyan gihandiye swêdiyan û têra xwe swêdî kirine dijminên kurdkujên misilman. Ji xwe ji bo ku ez dijminan ji wan re çêbikim hatime vê dinyaya bi xweda û şeytan. Ez ji bo wilo heme. Îcar di wan dan û stendinê xwe de, min dît ku tu dostanî bi qasî dostaniya ku mirov bi rêya kûçik û pisîkan xwe digihîne swêdiyan ji dil û can tuneye. Hûn jî wê rêyê bi kar bînin… Rahijin kûçikên ewrupiyan, têxên himbêza xwe û li ser hev wan maçî bikin; da her maçîkirina we bibe guleyekî topê û di sênga misilmanên jenosît de biteqe! Misilmanên tirk û ereb û faris, bi miletî em xistine dewra man û nemanê! Hemû tişt û mişt û alî û maliyên xwe li himberî wan bi kar bînin; wan wilo kirin û bûn qeranên zemên û em jî bûn pepûkên serên şikêran! Tam mîna wan, li guneh, namûs, şeref û edebê nefikirin; şeref û namûsa herî mezin û bi rûmet ew e ku bi haweyekî hema mirov bikaribe birînekê di canê wan El şebekeyên misilmanên kafir de veke. Ew me bi miletî ji qada dîrokê dixînin; em winda dibin. Û gava em windabûn jî, em bi şeref û namûs û edeb bûbin wê bibe çi, hi!!

Kûçikên avaniya me seet li yazdehan derdikevin gerê. Berê seet duwazdeh bû. Li ser daxwaza min seet daxistin yazdehê şevê. Seet li yazdehan, pirê caran garankî em derdikevin û em ji vir û wir dipeyivin. Ew hema hema her tim behsa maf û azadiya kûçikên xwe û dinyayê ji min re û ez jî herwiha behsa maf û azadiya kurdan û wehşeta serdestên ”umetul islam” ji wan re dikim. Carcarê gava em xwe lê berdidin û bi deng diwenisin, gelek kûçik jî dev ji gera xwe berdidin û tên li derdora me dûsîrikin. Kûçikbavan ji gelek insanan bêhtir fêhman in!

Ji wan devjenkên me bi kurtî çend hevok:

Jinika swêdî:

“Hûn kurd tekoşîna çi didin?”

Ez wê dibersivînim:

“Hema çi tiştê ku bê aqilê te!”

““Yanî tiştekî we tune?”

““Na. Heta bi zimanê me jî qedexe ye. Û bi ser de jî me li ser navên me mehkeme dikin.”

Hemû ecêbmayî dimînin û bi hev re dibêjin:

”Ziman tiştekî xwezayî ye. Çav ji bo ku mirov pê bibîne, guh ji bo ku mirov pê bibihîze û ziman jî ji bo ku mirov pê bipeyive heye. Îcar çawa ku mirov ji bo ku bibîne û bibihîze ji tu kesî destûrê naxwaze, ji bo zimên jî mirov wê destûrê ji tu kesî naxwaze. Li dinyayê tekoşîna ji bo ku mirov bi zimanê xwe bipeyive û navê xwe jî bi zimanê xwe deyne, tuneye. Hahooo ji destên dijminên we!…”

Di Krîterên Kopenangê de maf û azadiya kûçikan krîterekî nazenîne û li herderê Ewrupayê kûçik di bin siha qanûnan de dijîn. Lê li Swêdê ew qanûn hîn bêhtir li pêş in. Li vî welatî mafê insên li gora normên insanî çi bin, mafê kûçikan jî li gora normên kûçkaniyê ew in.

Ku em çend nimûneyan bidin:

Li Swêdê jin li nexweşxaneyê dizê û tev li zaroka xwe du-sê rojekî li nexweşxaneyê dimînin. Dêlekûçik jî li ”djursjukhus”(nexweşxaneya heywên) dizê û tev li cewrikên xwe bi qasî hefteyekê li nexweşxaneyê dimînin.

Li vî welatî gava ku jin û mêr diçin kar, zarokên xwe li zarokxaneyê û kûçikên xwe jî li kûçikxaneyê datînin.

Li marketan hetanî ku em biyaniyên misilman ne hatibûn Swêdê û bi çewtî me qutîkên xwarina kûçikan ne kirîbûn jî, qutîkên xwarina insên û kûçikan di refekê de li ba hev bûn. Niha li hin marketan ref cihê kirine.

Li Swêdê zarok ji zaroketiya xwe û kûçik jî ji cewriya xwe ve mecbûr e ku ji bal mamosteyên akademîker hînî zimanê xwe, folklor û helperka xwe bibin; da zarok nasnama miletê xwe û cewrik jî kûçikbaviya xwe bidomîne. Ev mecbûriyetek e. Di vî warî de qanûn pir hişk in. Swêdiyan ji bo ku kûçik zarê xwe baş bi kar bînin, gelek dibistan û wargehên kursan vekirine.

Li Swêdê ji bo insanan li vir û wir û di televizyonan de pêşbirkên cihê bi cihê li dar dikevin. Ev ji bo kûçikan jî wilo ye. Mesele di 21 vê mehê de seet heyştê êvarê, di kanala sisêyan de bi navê ”Top Dog”, yanî kûçikên ku ji ber xwe fedî dikin, pêşbirkeke kûçikan heye. Pêşbirka wan jî li ser ku gava kûçik hîn cewrik e çawa direyê, çawa dinûze, çawa çirtvirkan dide û hwd.

Li vî welatê ku misilmanên umetulislam, ji bilî me kurdan, qeşmeriyên xwe bi insaniyeta insanên wan dikin û bi ser de jî li welatê wan dijîn, kûçikê bênav tuneye. Keroşk û pisîk jî wilo ne. Navê kûçik jî nabe ku ji navê heywanên girs wek gergedan û qantiran be. Her cinsê heywên divê bi navê xwe bê holê. Lêbelê xwedîkûçikên ku xwe wek bergîl û keran hîs dikin, swêdiyên wilo jî hene, dikarin navê cehşik û tajiyan û herwekî din li cewrika xwe a mê bikin. Ev bi tenê ji bo dêlikan wilo ye. Di nav swêdiyan de devjenka vê bendê hîn jî dom dike. Ev bend hinekî dişibe benda 168/1-2. Wek tê zanîn, mehkemeya Wehşet Cûmhûriyeta ku bi saya serê Ocalanê modern, bû ”Kîbar Cûmhûriyetî” û kurd ji kubariyê bi dûr xist, di salên 1984an de ji vê bendê gelek teneke bi me vekiribûn….

Îcar li Swêdê digel ku kûçik bi civatî ewqasî azad in, rojekê jî ne dêlkûçikekê û ne jî bavkûçikekî, bavinsanek dirîne! Li Swêdê em û kûçik û temamê heywanan em bi hev re bi kêf û eşq dijîn!

Lînk!!

Ji bo maf û azadiya ku li Swêdê kûçik bi kar tînin û DTPa ku li ser navê kurdayetiyê, piştî wêqas lehiya xwîna me û welatê me ê wêrankirî, Kurdistan kiriye perçeyekî Tirkiyê û ha ha xelkê me ber bi tirkayetiyê ve diajo, pê li van herdu lînkên li jêrê bikin da hûn bizanibin bê DTPê bihayê xelkê me û welatê me bi çiqasî hesibandiye; da hûn bibînin bê vê şebekeyê di destûrnameya xwe de, (ji 50 rûpelên A4 pêk hatiye), ji du carî pê ve navê ”kurt” bi kar ne aniye. Kurdistan tê de tune, hemû Tirkiyê û selameta wê ye.

Lînka maf û azadiya kûçikan: http://www.sthlmshundforum.com/

Lînka DTPa ku qaşo doza maf û azadiya kurdan dike: www.dth-web.com

 

Ji bîra nekin!!

Kurdino û bi taybetî jî DTPî û ”heval” ji bîra nekin, pê li van herdu linkan bikin û me û xwe û xelkê me, insaniyeta misilmaniya tirkan, ereb û farisan, bi heq û hiqûq û maf û azadiya ku kûçikên ewrupiyan bi dest xistine bidin ber hev. Û dû re jî, kurdên me ên perîşan, ji bo karîkatorê Mihemedê misilmanan, li welêt derxînin kuç û kolan!

F suphanellah, ya rebî tu çêkî!

Xwedê we hedayet bike!

Laleş Qaso

08 02 06

1) Têbinî:  Min ev gotar di sala 2006an de di malpera www.rizgarî de nivîsandibû. Ez nivîskarê wê malperê bûm. Bi salan min di wir de nivîsand, û heta min gelek nivîskarên kurdî ji malperê re pey de jî kirin. Lê mixabin roja ku min telebanî rexne kirin, berpirsyarên malperê bi bêedebiyeke mezin rabûn û hema wilo ne bi mino û neb teyo, bêyî ku îfadeya min bigirin temamê nivîsên min, bi haweyekî bêdeng ji malperê avêtin. Dîsa dibêjim, we bêedebiyeke mezin kir; we ji bo ku telebaniyan carcarê kulûj diavêtin ber we, ew xwenenasî kir. Yanî niha a we jî  ronakbîrî bû, ha! Li rewşa xwe a ku hûn ketênê binerin!. Lê helbet divê mirov pêşî ji xwe fedî bike heta mirov karibe li pirêzeya xwe jî binere.

 

Nûçe

Şirove

One Response to “”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)