SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

SILAVÊN KELANDÎ JI ”SILAVÊN GERM” DIJWARTIR IN!

”Ez silavên germ li te dikim -Ez li ber wan bejina xwe ditewînim! Esker pê li gund kir” û hwd.

Pêşî divê em ji bîra nekin ku vekît û hevoksaziya her zimanî, li ser asasê zanistê rû didin û dijîn. Her ziman bi rêbaz û destûrên gramerê re xwe di hindurên xelekên kevin de, nuh û dewlemend dike û heta bi heta diçe. Îcar çawa ku di her zimanî de hevoksaziyek heye, ew hevoksazî wilo di zimanê kurdî de jî heye. Jiyan bizav e, tekoşî ne. Û ziman jî şûr, rim, mirtal û melhema bizavê û tekoşînê ye. Bê lam û cîm, bê vir de û wir de, em mecbûr in ku em xwe hînî bikaranîna vî çek û vî dermanê ji hew bêhtir bi hiner bikin…

Hin kurdîzanên me ên ji xwe razî jî mîna hin kemalîstên wextekî ku ji aşxanê re „otlangaç“ ji qedemgehê re „siçtirgaç“ ji frên re „durdurucu“ û hwd. digotin, bêjeya frên jî wek „rawestek“, bêjeya „dondurma“ wek „cemedok“ û gelek peyvên wilo bêsixlet derbasî lîteretora kurdî kirin. Mirov dikare baş bi kurdî û bi gramera kurdî bizanibe; ew tişteke û lingivîstî tiştekî din e. Afirandina peyvan ji peyvê û pevxistina hevokan, karê lingivîstan e. Lingivîstek gava ku bêjeya frên nikaribe têxe rûbarekî kurdî, ew ê wek frên derbasî kurdî bike. Lêbelê ji ber ku „dondurma tirkî ne peyveke teknîkî ye, ji bo kesê lingivîst ew ê hêsan be ku ji du peyvên hevdudanîn (apstrak) peyvekê çêke û ji „dondurma“ re, „Qeşîr“ bibêje. Him ev navdêra ha ji kevin de heye. Pîr û kalên bîngolî û mereşî, hîn jî vê peyvê bi kar tînin. Hinekî li derdora xwe binerin; ger we ne dît eha wî çaxî zimanê bav û kalên me ji qurm de hilqerisînin, weh!
Em bixwazin nexwazin, helbet hin peyvên biyanî û hevokên ku ji hevokên biyanî veketine wê derbasî kurdî bibin. Ev yeka ha ji bo hemû zimanan wilo ye. Û ên ku wî karî bi rê ve dibin, akademîkerên zimên in. Akademîker peyva biyanî bi paşkîtekê û carina jî bi pêşkîtekê li kurdî siwar dike ku mirov dibêje peyv, ji sedî sed kurdî ye. Hevokên wek ”min anî zimên, ez tînim ziman” çendî ji kurdî derbasî tirkî bûne û dû re dîsa li kurdî vegeriyane, mirov dikare devjenga wan bike. Lê gava ku hevokê li kurdî xwar, ji ku hatibe bila hatibe. Em ê bi kar bînin. Kurd jî vê idyoma (gotinên pêşiyan) ku tirk, ereb û faris bi zimanê xwe dibêjin”…derbekê li nêl yekê li bizmêr dixe”, bi kar tînin. Îcar idyom ji ku hatiye qet ne girîng e. Aheng û fesala wê a kurdî girîng e; hevoksaziya wê girîng e! Gava hevok ne vêl be, ziman ji rû ne kiribe û ne selixandibe, ji devê Kenan Evren jî hatibe divê em bi kar bînin. Ev yeka ha rêbazeke zimanî ye.

”Ez silavên germ li te dikim” Baş e, gava me silavên germ bi kar anîn, heqê yekî din e jî ku silavên kelandî berpêyî me bike, heye ma ne? îcar gava me silavên germ, kelandî, qelandî, pijyayî û sar bi kar anîn, em ê çi bikin ”ji silavên dil û can?” Gelo silavên ji dil û can, ji silavên germ ne têrtir, geştir, tîrtir û xweştir in? Silava bi vê temtêlê, digel ku dilê mirov dadigire, dilê ê din jî difûrîne! Him ev hevokeke wilo ye ku bi sedan sal e di kurdî de ye. Û eva din jî naylonî ye. Soran dibêjin, ew problema wan e. Soran ji ”ez” re jî ”min” dibêjin. Wek pronava ”ez”, gelek tiştên kurmanciya jorîn ên rêzimanî ji zarê xwe avêtine. Ew soran in, dikarin bi silavên ”germ” re ên sar jî bişînin, lê kurmanc nikarin bişînin. Bi kurmancî nakeve!

Mirov ji kuştî û miriyan re nabêje ”ez li ber wan bejina xwe ditewînin!” Aliyê strukturî li dera ha bihêlin, bi exlaqê zimanê kurdî jî nakeve. Hevok mîna romantîzma bêqûş e. Tiştin din tîne bîra mirov. Him jin bêjina xwe ditewînin. Bi ser de jî ew jinên ku bejina xwe ditewînin, ne kurd in, ewrupî ne. Lêbelê wê yekê jî ne li ser kuştî û miriyan dikin. Gelo bi rastî mirov li ser miriyan bejina xwe yan serê xwe ditewîne? Yanî serê xwe dixe ber xwe.

”Esker pê li gund kir.” Ma gund riçin e ku esker pê lê bikin! Eha hevokên bi vî rengî, asas struktura zimên ji binî de xerab dikin. Mirov dibêje,“esker girt ser gund.“ Ji xwe zimanê kurdên me ên bakurê welêt di rewşeke kewaşe, zîz û dijwar de ye; îcar ew kesên ku ji malê de hînî kurdî bûne, nabe ku wî zimanê xwe ê geş û xweş, di babîsoka kurdîzanên qure û pivikî û televizyona apoyiyan de biçilmisînin. Televizyona apoyiyan dijminahiyeke lewitî bi zimanê kurdî re jî dike. Zimanê me li tirkî siwar kirine û bi me re dipeyivin.

Têbinî: Min pir zor da xwe ku gotara min dirêj nebe, lê mixabin bû. Bibexişînin!

Laleş Qaso

05 05 04 Stockholm

1) Têbinî:  Min ev gotar di sala 2004an de di malpera www.rizgarî de nivîsandibû. Ez nivîskarê wê malperê bûm. Bi salan min di wir de nivîsand, û heta min gelek nivîskarên kurdî ji malperê re pey de jî kirin. Lê mixabin roja ku min telebanî rexne kirin, berpirsyarên malperê bi bêedebiyeke mezin rabûn û hema wilo ne bi mino û neb teyo, bêyî ku îfadeya min bigirin temamê nivîsên min, bi haweyekî bêdeng ji malperê avêtin. Dîsa dibêjim, we bêedebiyeke mezin kir; we ji bo ku telebaniyan carcarê kulûj diavêtin ber we, ew xwenenasî kir. Yanî niha a we jî  ronakbîrî bû, ha! Li rewşa xwe a ku hûn ketênê binerin!…

Nûçe

Şirove

One Response to “SILAVÊN KELANDÎ JI ”SILAVÊN GERM” DIJWARTIR IN!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)