SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di ”Diyaneta” tirkan de guhertinên pir beloq û pir xerab!

Hikûmeta AKPa ku PDK, YNK û ji bilî DTPê(BDP) hema hema temamê rêxistin û saziyên kurdên bakurê welêt ji dil û can wê destek dikin, kar û barê dezgeha seroketiya dînê tirkan ”Turkiye Diyanet Işleri Başkanligi” di mista qanûnan de bi hemû haweyî bi hikûmetê û serokwezîrê wê ve girêdide.

Îcar ka qaşo AKPa  ku li parlamentoyê xwediyê ji %83ê dengan bû, di” Anayasa”yê de bi tena serê xwe nikarîbû guhertin bikrana, hi? Lê va ye kir. Erê, dema ku dor tê ser kurdan, dibe tiştekî din, ma ev jî ne wilo ye hevalbendên AKPê, hi?

Bi rastî jî karê ku bi hemû haweyî dîn bi hikûmet û seokwezîran ve bêgirêdan pir xerab e! Pir xerab e ji ber ku her çi hikûmet in tên guhertin û li Tirkiyê jî AKP wê her tim wek hikûmet li ser serê dewletê nemîne. Hema carekê bifikirin, heger rojekê hat û li Tirkiyê partiyek ku serokê wê nêrûmê û endamên wê jî mîna ên ewrupiyan homoseksuel bin, îcar wê çi û ne çi bi serê wî dînî de neyê!!!

Ya rebî dengê xwe li tirkan bike! Tirkên ku bi sed salan bi rêya islamê kurd bindestî xwe kirin, him bi sed hezaran kujtin û him bi hev dan kujtin, niha jî ji bo ku kurdan tam mesix bikin, dixwazin berê islama Resûlê te bi hemû tiştên pîs, qetil û zinê vekin!

Jêder bi zimanê tirkî ye

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)