SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di ”Konferansa islama demokratîk” de jin û mêrên tarikselat û bi cenabet!!

Wilo xuya ye, ji bo ku rayedarên AKPê birêvebirên BDPê û temamê dezgehên apoyiyan tam pîs bikin, wê bi rêya birêz Ocalanê pîberê tirkên herî bi qirêj, vê carê jî konferans û dû re jî kongreyeke islamî li dar bixin! Ez ê ewqasî ji naveroka vê konferansê nepeyivim, ji ber ku bi yek gotinê armanca  konferansê li ser pîskirina temamê endam, alîgir û hezkirên PKKê û  civata wê ye…

Bi vê konferansê her tiştê ku bi navê kurdî di kewara PKKê de gihabû hev, wê bi her haweyî  virçoqî bibe û her yek di teqana ê din de biçikile. Tu dîn tuneye ku bi qasî  islamê têkilî tiştan dibe! Islam dînekî wilo ye ku ji razana mirov heta ku digihê destava mirov dipeyive. Wek nimûne, mekrûh e  mirov  li ser zik razê, û berê xwe bide rokê û bimîze. Û çi û ne çi!! Îcar gava birêvebirên PKKê li ser gotina Ocalan bûn ên ku wê ji hemû tiştî bipeyivin,  ku ji zû de jî dest pê kirine, cemaet wê ji ber hev bikeve.

Lê asas a ku min dixwest li ser bigota, aliyê konferansê ê dînî bû. Wilo: Di dînê Islamê de her civîna ku bi navê islamê li dar bikeve, gunehkariye ku çi jin, çi mêr, bêdestlimêj û  bi cenabet beşdarî civînê bibe.  Û tevlêbûna servekirî  jî mekrûh, yan jî heram e. Mekrûh û heram li gora cihê civînê tê guhertin.

Îcar ji bo ku dîndar û minafiqên civaka kurd, bahweriya xwe bi cidiyeta vê konferansê  bînin, Aysel Tugluk, Sabahat Tuncay û Emîne Aynaya ku tu carî îman û istixfar bi islamê neanîbûn, darîçavên her kesî mecbûr in destlimêj bigirin. Niha ewqas!

lales56@hotmail.com

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)