SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Alayên Siltan Abdulhemîd, Konseya PKKê û kurdên îro!

Bi dû altaxiya ku Idrîsê Betlîsî di qernê 16an de bi kurdên (elewî, şîî, kizilbaş) re kiribû, yanî artêşa siltanê osmanî Yavuz Selîm berdabû ser zikê wan û bi zêç û zar dabûn ber devê şûr û riman, li himberî wê xiyanetê serek eşîrên kurdên Idrîs bûbûn mîr û amîr û heta nîv-qernê 19an hikim li du pişkên Kurdistanê kiribûn. Îcar piştî bedirxaniyên ku bi serhildanan têk diçin û mîritî jî ji holê radibe, hin şêx û axe li vir û wir serî hil didin û ew jî bi serhildanên xwe ên ji hevbêrî, bêtifaq û nîv-herêmî nagihên derekê, vê carê jî kurd civakî qidûmşikenandî û bêhêvî dibin. Ev aliyê kurdan, bi taybetî bi têkçûna serhildana Şêx Ubeydulah re digihê bandevê.Kurd bi piranî, wek serekên PKKa îro, êdî bahwer dikin ku ew ê bi darê zorê nikaribin çiqekî di osmaniyan de bikin û bigihên qonaxa xwe a bi rûmet.  Binketina kurdan a bi wî haweyî bala siltan û şêwirmendên osmaniyên ku qira êzîdiyan anîbûn dikişîne. Lê dîsa jî kî dizane heger ne ji biryara Konferansa Berlînê baya,  (13 06 1878) qaşo ewrupî li pişt ermeniyan sekinîbûn, û osmanî ji tirsa perçebûna xwe behetî, gêj û serçelq nebûbana, belkî digel ermeniyan bûbana yek û ji wehşeta ku bi serê êzîdî, ermenî û asûriyan de anîbûn xerabtirîn wehşet bi serê temamê kurdan bianîna.

Erê , ermenî jîr û zana û bi hêz in; xwedî rêxistinên wek Hinçak û Taşnak in, û bi ser de jî ev rêxistin bi qeweta rûs û ewrupiyan bi haweyê artêşî saz kirine û li Tirkiyê, Kurdistan, Ermenistan, Rusya û welatên Ewrupayê di nav liv û tevgera damezrandineke dewletî de ne. Îcar osmaniyên ku hîn ji dema Yavûz Selîm de serekên kurdên wek serekên DDTê û PKKa îro hînî solalêsî, xwefiroşî, ritbe û meqaman kiribûn, helbet li himberî ev a ermeniyan û hevalbendên wan wê bêdeng nemana, destdirêjî kurdan kiribana û ev kurdên xwedî misilmaniyeke siltanî wek ku dixwestin li himberî ermenî û temamê dinyayê bi kar bianîna. Û wilo jî kirin.

Her çi şêx û axayên kurdên ku hîn ji serî de mîna serekên PKKê li bendî silaveke Erdogan, ku siltên silavek bida wan û wan jî bi hemû haweyî xwe pêşkêşî siltên kiribana, bi yek tûşê re silava Siltan Abdulhemîd  qebûl dikin û xwe jê re şilfî tazî dikin. Siltan jî hema pê re ermeniyên ku di meqamên imperetoriyê de rûniştibûn ji meqêm dike û di şûna wan de hêdî bi hêdî kurdên xwe dide rûniştandin. Dû re bi projeya parzatina sînorên imperetoriyê, mîna Konseya PKKa îro ku ji dil û can dixwaze sînorên dewleta tirkan biparêze radibe û di sala 1891ê de bi navê Hamîdiye Alaylari bi deh hezaran siwariyên çekdar ji kurdan saz dike. Û bi destê pêşî re jî berê wan dide rûs û ermeniyan.

Siltan Abdulhemîdê mîna Teyib Erdoganê ku ji aliyekî ve bi ”TRT6, Ozel Kurslar, Ozel seçmelî ders” û  ”Ozel Okulan” kurdan ji asas rêya ku dane ser dadigerîne, bi vekirina ”Aşîret Mekteblerî”, (xwendegehên eşîrê) nedana salyan û meqaman kurdan, mîna parlamenter û birêvebirên DDTa îro tam hogirî xwe dike û doza kurd û kurdayetiyê, heta ku imperetorî têk diçe, bi şêx, beg û axayên kurdên wan deman dide ji bîrkirin.

Bi kurtî, êdî bi hemû haweyî derketiye holê ku heger Tehran û Enqere li hev bikin, tirk û faris wê PKKê wek Alayên Hemîdî, lê bi tenê hew di çarçoveya eskerî de bi statû bikin, li himberî kurdan bi kar bînin û sînorên xwe ên heyî biparêzin. Ha gelo şensê vê bêbaviyê çiqas e, eha ev pir girîng e! Îcar li gora têgihiştina min, her çiqasî tirk û faris di wê biwarê de li hev bikin jî, serkêşên dinyayê wê rê nedin Îran û Tirkiyeke ewqasî xurt. Erê, dilê kurd û Kurdistanê di roja îro de li Binxetê lê dide, û mixabin ew dil jî di nav lepên solalês, xwefiroş û kurdfiroşan de ha ha dinale!

20 10 13 Stockholm

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)