SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

SIFIR – YEK – OCALAN – PEYREW – XELK!

Li her derê dinyayê tarîxa dîktatoran kêm-zêde wek hev e. Di nav mexlûqatan de bi qasî ku dîktator dişibin hev, tu mexlûqat wilo naşibin hev. Dîktator mîna hev dizirin, direyin, didirin, vedişêrin, dikujin û dixwin. Temamê mirovan di çavên dîktatoran de ne tiştek in. Dîktator her û her xwe ê yekem û wekî din jî her kesî sifir dibînin.

Di matamatîkê de rola sifir “0” û yek “1” çî ye?

Di nav hejmaran de hejmara herî piçûk, yek e. Sifir bi serê xwe ne tiştek e û yek jî tiştekî ku di binya sifirê re tiştek e. Yek tiştek e, sifir ne tiştek e û sifir ji yekê bi hêztir e. Yek bi sifirê dibe 10. Sifir qeweta neh tiştan yekser li yekê bar dike. Yek bi du sifiran dibe100. Yek bi sê sifran dibe 1000 û ev hesab wilo diçe û hey diçe. Îcar gava me bala xwe da tarîxa PKKê, hema hema ji destpêkê de, Abdullah ji peyrewên xwe re gotiye “hûn bi min tiştek in; hûn sifir in; ez hebim hûn hene, ez tunebim hûn tunene!…”

Li gora mamosteyê min ê îlkokulê Mistefa Bozdag efyonî, di matamatîkê de ji sifirê girîngtir tiştek tunebû. Matamatîk bi sifrê matamatîk bû. Û li gora mamosteyê min ê fizîkê Yavuz Hamîdê nisêbînî jî gava di fizîkê de sifir bi kar nehata, hej û weş û rengê molokulan ne dihatin pîvan û ilmê fizîkê yekser têk diçû. Sifir pir bi hêz e. Peyrew sifirek, PKK du sifir, xelk sê-çar-pên-şeş sifir û Abdullah yek e; û hemû jî li pêşiya wî sekinîne. Naxwe ji Abdullah bi hêztir kes tune.

Sifir carî sfir, sifir. 0 x 0 = 0

Yek carî yek, yek. 1 x 1 = 1

Du carî dudu jî çar. 2 x 2 = 4

Sifir her sifir e, yek nabe dudu, lê dudu dibe çar.

Sifir bi duduyan yekê têk dibe. Yeka bê sifir yek e û dudu jî bi sifrê 20 e. Sifir bi sisêyan 30, bi çaran 40, bi pêncan 50, bi şeşan 60, bi heftan 70, bi heyştan 80 û bi nehan jî 90 e. Lêbelê ka ew dudu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt û nehên me hene gelo?

Xelk sifir e û sifir dimîne. Lêbelê peyrewên Ocalan û birêvebirên HADEPê dikarin wek sifir nemînin. Ocalan bi rêya peyrew û HADEPiyên ku wî yek û xwe jî sifir dibînin li xelkê me hikim dike. Ocalan bi wan li ser ligan sekiniye. Xelkê me bi rêya wan bûye hezkirê Ocalan û girêdayê wî. Heta ku ew xwe ji sifirê xelas nekin û bi çavên yek û yekê li xwe nenerin, wê her û her bindestî bêşexsiyeta Ocalan bimînin û doza miletê me bi teresbaviya mehmetçîkan re di gemara zemên de winda bibe.

20 07 05

1)      Têbinî:

Min ev gotar di sala 2005an de di malpera www.rizgarî de nivîsandibû. Ez nivîskarê wê malperê bûm. Bi salan min di wir de nivîsand, û heta min gelek nivîskarên kurdî ji malperê re pey de jî kirin. Lê mixabin roja ku min telebanî rexne kirin, berpirsyarên malperê bi bêedebiyeke mezin rabûn û hema wilo ne bi mino û neb teyo, bêyî ku îfadeya min bistînin temamê nivîsên min, bi haweyekî bêdeng ji malperê avêtin.

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)