SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

WELATPERWERIYA RÊXISTINÊN EŞÎRA LÛLÛ Û ZÛLÛ!

Di sala 1992an de di gel çend kurdan ez çûbûm Efrîqaya Başûr. Armanca çûna min tiştek bû, lê ez li tiştekî din rast hatim û vî tiştî jî ez ber bi gelek tiştan de birim. Tişt û tişt li min bûn bar; bêr ez gindirandim û min carekê dît ku ez û hevalekî xwe em tam ketine nav hingama eşîra Lûlû û Zûlû. Yek carina min digot qey vir Kurdistan e û ev xelkên li vir jî hemû kurdên reş in ku bi keft û lepta xwe, em û wan ewqasî dişibiyan hev! Heta navê wan bi xwe jî hinekî bi kurdî bû. Piraniya rêxistinên wan, mû ji ên me bernedabûn. Hema hema hemû jî çep, sosyalîst û komunîst bûn. Ew jî bi zimanê xelkê nedipeyivîn; yek bi yekî re ne li hev, dev ji pevçûna bi dewletê re qeriyabûn û bi gotinên tirovirî ketibûn pêxêla hev. Lê yek ji wan pir har bû! Prensîpên wê bi min ji hew bêhtir balkêş hatibûn;

”Ne peyive, bikuje û piştî ku te kujt, êdî tu karî efû bikî!”

Vê rêxistina ku navê wê ”Zirpoto” bû, insan li hewa dibiraştin! Her mirovê ku dikujt jî navê wî bi ajantiyê derdixist. Bombe diavêtin malan, kufletê malê hemû dikujtin û ji hemiyan re digotin ”ajan!” Bi hezaran kal û pîr û zarokên ku li ser ajantiyê hatibûn kujtin hebûn. Mirov li ronakbîrekî wan î bi rûmet rast nedihat. Navê wan kiribûn ”Zirqota-împoro” (yanî nûkerên emperyalîstan), û hemû kujtibûn.

Em li bajarê Cape townê li ber avaniya ku belediyê konferansa li ser ”Giringiya zimanê êşîran” li darxistibû sekinîbûn. Belediyê heqê rêya ronakbîr û nivîskarên wan ên ku li herçar aliyê dinyayê belav bûbûn dabû; xwarin û vexwarin kiribû çirik. Heqê otêla wan jî ji kîsê belediyê bû. Li dora wê avaniya bi heybet, keçên ku ji destê feqîriyê xwe didan bûbûn zîzok. Min digot qey ez li Diyarbekirê me û konferans jî li wir e. Sikak tije parsek bûn. Li ber restorangên ku ronakbîr û nivîskaran bi çîqên berxan girtibûn û qedehên araqê qurt dikirin, zarokan melûl melûl dinerîn! Eha tam di wê bêhnikê de, keçeke 16-17 salî derket pêşiya min. Ez çengî wê navê bûm. Keçê di çavên min de mîna van keçên me ên ku bi deh hezaran ji warê xwe bûbûn û li Kurdistan û Tirkiyê ji bo gezek nan xwe li kolanan didan, kurd veda. Bejin û bala wê a zirav, çavên xezalî û ew qirika wê a dirêj li a kurdan çûbû. Ez hêrz bûm, ew şewişî. Min dengê xwe bilind kir, ”ma ne eyb e?”

ji çavên wê hêsîr bariyan <

”De ka pêşî li min guhdarî bike…” got û min bêdeng guh da ser wê.

Wê jî got û hey got.

Navê wê Xênê bû. Min jê re Xwêniyê got. Xwêniyê ji bajarê Durbanê bû. Ji hêlekê ve rêxistina Zirpoto û ji hêlekê ve jî kuxûyan (navê eskeran bû. Bi kurdî tê maneya, koxo), dadabûn xelkê û bi hezaran gund wêran kiribûn. Bi deh hezaran mirov hatibûn kujtin û bi milyonan jî reviyabûn. Û Xwêniyê jî yek ji wan derketiyanbû.

Serokê rêxistina Zirpoto Dedû, navê wî bi kurdî tê maneye Derdo, çekdarekî xwe î bi navê Qutû (yanî Quto), şandibû mala Xwêniyê û ji bavê wê 30 rand (wereqe), xwestibûn. Ji Gutû (Guto), 30 rand neqediyabûn. Di dawiyê de Guto ê çekdar bi du heban şotava dew û selikek çûrtan qanih kiribû. Lê hîn jî diva bû bida. Vê carê jî Çitû (Çirto) hatibû. Piştî ku Guto wî jî bi çermekî berêz û sê çaroxan qanih dike, ew diçe û Zito (Zirto) tê. Bi kurtî, Guto ji ber Derdo, Quto, Çirto, Zirto û koxoyan debar nake û bi duwazdeh zarokên hûr û mûr ve direve.

 

Eşîra Lûlû û zûlûyên ku xwe bi dest Derdo û Zirpotoya wî ve berdabûn, ji taqet ketibûn. Lê fêm kiribûn ku bi çi haweyî diba bila bûba, pêşî diva bû ji destê wê rêxistina zalim xelas bûbana. Bi tenê li wê difikirîn. Di dawiyê de bi sed hezaran serî hildan, Zirpoto û Derdo ji hev perçe werçe kirin û berê xwe dan dewletê. Reşik wilo bi ser ketin.

Rêxistinên kurdan hetanî ku netew’ nefikirin, wê Kurdistan azat nebe. Di gel ku di welatperweriyê de birakujî tuneye, wilo jî temamê tiştên ku bi kurdayetiyê ve girêdayîne di ser hemû tiştî re ne. Milet wek festîwalê ye. Li vê festîwalê kitêbên miqedes, kitêbên çîmrûtan, araq, nan, fêkî û hwd. di rêzekê de ne û him jî di kêleka hev de tên firotin. Jixwe festîwal bi van reng û mengan dibe festîwal. Kal û pîr, zarok, ciwan û navser lê hene. Û her kes jî bi rengê xwe ye. Doza me netewî ye. Nabe ku her kes wek hev bifikire. Dijminên me pir in û xurt in. Li himberî van dijminan yekitiyeke netewî ji me re lazime û di yekitiya miletî de jî pêşî tolerans tê. Em mecbûr in ku her kesî wek wî qebûl bikin.

Têbinî: min ev gotar 10,15 sal berê nivîsîbû û belav kiribû.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)