SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

RONAKBÎRÎ, ISLAM Û SIYASET!!

Tarîxa ronakbîriyê kevin e. Ronakbîrî, ji wê roja ku insên aqilê xwe bi karaniye û berê xwe daye kayinatê de heye. Insên di xebitandina aqilê xwe de anatomiya xwe, ruh, made, sirûşt û tevgera wê nas kir. Insanên ku aqilê xwe dabûn xwedayan û bi aqilê wan xewdayan hov dijiyan, bi keda ronakbîran li xwe vegeriyane û insaniyet nas kirine. Ji ber ku ronakbîrî afirandina ilim, pêşketin û parastina ilim bû, û ilim jî bi ruhber, neruhber û kayinatê dadiket, barê ronakbîran jî giran dibû. Ilim, tu kelem di rêya xwe de qebûl ne dikirin û di rêya ilim de jî her tim kelemên herî mezin sekinîbûn. Eha ji ber wê yekê bû ku ronakbîran jî her tim doza azadiyê kirine û ji ber wê azadîxwaziyê, ji bal civakê û desthilatdaran ve perçiqîne. Û pir bi hovitî jî perçiqîne! Di vî warî de tarîxa ronakbîrên ewrupiyan pir bi xwîne! Insaniyet deyndarê liberxwedana wan e.

 

Di demên koledariyê û feodalîzmê de belkî dibû ku siyaset ji bo ronakbîran ne tiştekî ewqasî girîng bû. Siyasetê bala wan ewqasî ne kişandibû. Belkî hin ji wan, wek hin ronakbîrên me ên îro ku bi carekê ve dev ji karên siyasî berdane û bi hin tiştên kulturî daketine, ewqasî tênegihabûn ku bi karên siyasî re reformên ilmî û kulturî jî pêk dihatin. Di eslê xwe de her bidestxistineke doh e ilmî, mîna îro di kodika siyasetê re herikîbû. Aliman yan divabû bi desthilatdaran re li hevkiribana û yan jî qîma xwe bi kujtinê bianîna heta ku ilmê xwe biafirandana. Heger Skenderê pêşî rê nedaba Arîsto Teles û li pişt nesekinîba, wê Arîsto nikarîba ew aqilê xwe ê mezin hemû bi karbianiya û tesîra ilmê xwe bigihanda ebediyetê. Lêbelê mezinahiya aqilê gelek fîlozofên yûnanî wek Hypatia ku belkî ji Arîsto jî li pêştir bûn, hemû bi şûrên zaliman re berba bû. Heger ew aqilê wan jî mîna ê Eflatûn û Arîsto derbasî xwendegehan bûbaya, kî dizane belkî dinyaya me sed-du sed salekî ji îro li pêştir bûya.

 

Di çaxê koledarî û feodalîzmê de, insan hov bû, jiyana insên pêşmerde bû. Çerxa civakê giran dizîvirî, serdest û bindestan bêyî ku peymanan di nav xwe de deynin heta derekê li hev kiribûn. Heta derekê her kes ji jiyana xwe hinekî memnûn bû. Rewş ew rewş bû û wê rewşê jî hetanî qirnê pazdehan ajot. Di wê rewşê de pêwîstiyeke wilo mezin jî ne bi rola ku ronakbîrî derkeve pêş hebû û ne jî bi kirina rola siyaseta wan. Lê piştî ku barûd û pisûla keşif dibe û hema pê re bi sîlehên barûdên insan qira hev tînin, em dibînin ku ronakbîrî di hikmê sed salekî de tam derdikeve pêş û şoreşeke ilmî pêk tê. Ilim bi qasî ku ser bi xwe bûye pêşketin ketiye her warî, ilim bi qasî ku di civakê de hatiye peyivandin û bala civakê kişandiye, pêşketin ketiye civakê û medeniyet xurt bûye. Bi wî ilmî ye ku qirnê şazdehan dibe meydana şerê pêşketîxwaz û paşketîxwazan. Di vî qirnî de bi şoreşa ilmî re dîtinên li ser xwezayê, dîn, îdeolojî û civakê ji binî ve tên guherandin. Ev qirn dibû destpêka kapitalîzmê. Di vî qirnî de ye ku êdî fîlozofên wek Frances Bakon (ingilîz e-1561-1626) bi temamî li dijî spekulasyonên felsefeya kevnare disekinin û fîlozofiya xwe di pratîkê de bi kar tînin. Yanî a wan dihat maneya ku êdî mirovê ronakbîr ji niha û pê ve, wê ne bi tenê bigota, divabû bikira jî. Li gora wan, pêşketin bi zanahiyê dibû û zanahî jî ji bo bi serketina insaniyetê divabû bihata bikaranîn. Û ew hemû jî pêşî li ba ronakbîran hebû. Bakon hinekî din pêş de diçe û digihê we qenahetê ku heger ronakbîr bi siyasetê danekevin, yan jî bi temamî xwe ji siyasetê bêrî bikin, wê pêşketin neketa civakê. Li gora wî, bi mifta siyasetê derîyên herî asê vedibûn. Siyaset mivredeke ku hesin û pola dibirî. Ji ber wê bawermendiya xwe bû ku wî di parlamentoya ingilîzî de cih girt. Îcar gava mirov ji wan deman û heta ku digihê şerê Napolyon Bonapart, li tarîxa siyaset û pevçûna ku van ronakbîrên frensî kirine temaşe dike, mirov ji mêrxasiya wan heybet digire! Ez bi xwe heyranê jîr û zanahî û cesareta wa me! Şoreşa frensî (1789) şoreşeke ku bi carekê ve ronakbîran li darxistiye. Li hêlekê kral û dêr û li hêlekê jî ronakbîr rawestiyane û bêwestan serê hev difirînin! Di wê şoreşê de serê hîjdeh hezar insanî tenê bi giyotînê jê dibe! Bi bîst hezaran insan hatine kujtin. Û di dawiyê de ronakbîr bi ser dikevin.

 

Ronakbîrên ewrupiyan bi giştî, ji salên 1400 hetanî salên 1800 her tim civakî bûne. Ew bi sîstemên welatên xwe re di dijayetîyê de ne û dixwazin hikimraniya dêrê û qiralan têk bibin. Di vî warî de ronakbîran bi serhildana Martîn Luter re derbeke mezin li xiristiyaniyê xistin, birêvebirên dînê xiristiyanan ji bêgavî di dîn de reforim kirin. Dêr û qiraliyet ji hev cihêbûn. Û heta bi Şoreşa Frensî re demekê dêr hatin girtin jî. Ronakbîran rê li aliyê dîn ê îdeolojîk û xwînrij girtin û ew bi ûjdên re rû bi rû hiştin. Dîsa wan, kiral mecbûrî ku di sîstema dewletê de hin guhertinên siyasî, civakî, aborî û kulturî bikin.

 

Li Ewrupa roava ronakbîran ev tiştên ku me gotin dikirin. Yanî bi sîstemê, dîn, ilim û civakê daketibûn û dihatin kujtin, îcar di wan çaxan de ronakbîrên umeta islamê çi dkirin gelo? Ew pir girîng e û ruhê asas mijara ku min dixwest ez li ser rawestim:

Bêdevjeng mirov dikare bibêje ku di alema islamê de jî alimên mezin wek Farabî derketine. Bi taybetî jî di warê tesewufê de. Lê mixabin şûrê islamê jî her tim li ser stuyê wan bûye û ne hiştiye ku yek ji wan jî tev biqeliqe. Islamê rê nedaye ilimê ku insaniyet li pêş dixist û alema xwe di nav pencê reşaya binê zemanan de hiştiye.

Ibnî Sîna fîlozofekî fenî bû. Lê ew fîlozofê ku hetanî qirnê 16-17an ilmê wî li Ewrupayê di xwendegehan de dihat xwendin, ji bal birêvebirên desthilata islamî dihat girtin û êşkence dibû. Di dawiyê de di êşkencexanan de mir. Hîn pêncî salek ne kiribû.

Ibnî Ruştî ji ber wan reviyabû Spanyayê.

Farabî ketibû binê erdan. Parezgerên islamê bi fikarên ronakbîran re nikarîbûn derketana serî, îcar navê kafirî bi wan zeliqandibûn û êrîşî wan dikirin. Hîn jî êrîş dikin. Ew her tim êrîşbaz bûn. Ên wek Îmamê Xezalî ji ewrupiyan re ”kafir” digotin û alema islamê û ronakbîrên wê ji ewrupiyan bi dûr xistin. Piştî Marks û Lenîn vê carê jî gotin ”ewrupî emperyalîstin” û alema xwe ji medeniyeta Ewrupayê bi dûr xistin. Ev wilo ne. Û ku mirov bi wan danekeve, wê her tim wilo bimînin û alema islamê jar û hejar bijî. Heger reformeke Luterî di vê islamê de çênebe wê heta dinya hebe jî wilo xerab biçe. Li dora 1400 salî ye ku alema islamê bi fetişîzma monarşîzmê îdare dibe, wê ev alem 1400 salê din jî bi vî aqilî here. Alem ji çap ketiye. Islam ronkabîriyê hîç qebûl nake. Ew demokrasiyê karekî kafirane dibîne.

Li Yûnanê, berî hebûna islamê bi du-sê hezar salekî pir xweda hebûn û bi desthilatdariya  xwedayan civak bi rê ve diçû. Wan xwedayan car carê rê dane ên wek Sokrates ku bi azadî ilim biafirînin, lê islamê hetanî roja îro jî rê neda ilim. Û civak bi şûrê xwe zeft kiribû. Heger emîrilmuminînên wek Harûn Reşît bîrewir nebûbana desthilatdar  û ilmê fîlozofên yûnanî wergerî erebî ne kiribana, ji xwe alimên wek Farabî, Ibnî Sîna, Ibnî Naviz, Zekeriya El Razî û Ibnî Xaldûn jî wê çênebana. Ji xwe hemû jî dibêjin ger me ilmê Hîpokrat, Arîsto, Eflatûn û Sokrates û her wekî din nexwendiba, em ê ne xwediyê vî ilmê niha jî bana. Ji salên 800î û heta ku digihê dor 900î li Bexdayê xendegeheke ku ilmê yûnanî wergerî erebî dikir hebû. Mamostê wê erebekî fileh bû û vî mamosteyî ha ha werger dikir. Dîsa di vî qirnî de ye ku xwendegeheke fikrî bi navê Muntezil vedibe. Li vê xwendegehê hinera êqil li pêş bû û kitêbên miqedes û pêximberî rexne dibûn. Mamosteyên xwendegehê mantiq wek prensîpekî girtibûn ber xwe û li ser mijaran hûr dibûn. Îcar gava mantiq bi kar dianîn û li têkiliyên di navbera xwedê û islamê difikirîn, li binguhê hev diketin û agirê islamperestan bi ser xwe de dibarandin. Li gora wan, madem Xwedê dijminê xerabiyê, talan û xwînrijê bû, bêmantiq dibû ku Xwedê ji ordiyên islamê re bigota herin bi devê şûrê xwe insên bikin misilman, nemisliman bikujin, malê wan talan bikin û keç û jinên wan ji xwe re bikin carî ye. Dîsa li gora wan, madem Xwedê insan ji Adem û Hawa xuliqandibû, ya insan hemû divabû miqedes bana û yana jî çênedibû ku bi tenê ereb miqedes bana. Xwedayê ku li ser edaletê bû, bêmantiq dibû ku ferqeke wilo têxista nav ebdê xwe. Di xwedayê fîlozofên yûnanî de mantiq didîtin û digotin, ”xwedê risq li insên belav ne kiriye. Insên li hev belav kiriye. Insên hevdu dewlemendî û feqîr kiriye. Xwedê ew bi exlaq û ê din bêexlaq ne kiriye. Tu paqij î, tu lewitî yî. Tu qenc î-tu xerab î. Xwedê tiştekî wilo ne gotiye. Bi rastî jî gava mirov azad difikire, yanî bêyî ku xwe ji Xwedê bitirsîne, bêmantiqî dibû ku Xwedê qewmê erêb di ser temamê qewman re bigirta. Gava mirov li erebên îro dinere û wan erebên 1400 salî tîne ber çavên xwe, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Xwedê ji ereban re ne gotiye ”qewmê necîp” Ereb ne bi şûf û cemal in û ne jî tu medeniyeteke wilo ku insaniyet xwe pê bi paye bike afirandine. Dîsa muntezeliyan digot, madem Xwedê zimanê bihûştê kiribû erebî, bila ê dinyayê jî kiriba erebî. Rast e. Di vir de mantiqekî xurt heye. Di mantiqê muntezeliyan de Xwedê ne misilman bû. Xwedê remza ûjdên, edaletê û hejêkirinê bû. Xwedê temamê dînan betal ne kiribû û ne gotibû dînê heq û dawî islam e. Xwedayê ku Arîsto û Eflatûn şerh kiribûn, maka êqil û edaletê bû. Ew xweda bi wan bêhtir bi mantiq dihat. Lê çi fêde, hemû hatin kujtin û xwendegeha wan a fikarê, devjeng û wergerê têk çû. Pişt re jî êdî ne tu wergerên ilmî bûn û ne jî devjengên ilmî.

Ronakbîrên islamê aliyê wan ê herî xerab ew bû ku li dijî şerîetê hiqûqek pêk nedianîn û li heq û hiqûqê insên nedigeriyan. Şerîet, islama siyasî bû. Şerîetê li ser navê xwedê heq û hiqûqê desthilatdaran diparast, şexsiyeta insên binpê dikir û alema islamê di qorzîbirên zemên de diguvaşt. Gelek ronakbîrên wek Farabî û Ibnî Sîna ne ku li wê yeka han hayî nebûbûn, lê mixabin ew cesaret di xwe de ne dîtin. Farabî yek ji wan fîlozofan bû ku wî bi xwe digot, min 200 carî ilmê Arîsto xwendiye. Ew di nav alimên islamê de raviyê ilmê Arîsto dihat naskirin. Ibnî Sîna jî digot min 40 carî ilmê Arîsto xwendiye. Lê dîsa jî heger ne ji Farabî ba, minê ji ilmê Arîsto ewqasî fêm nekiriba. Mihyedîn Erebî alimekî ku bi ezberkirina ilmê Efletûn, di nav alimên islamê de navê wî bûbû Mihyedînê lawê Eflatûn. Lêbelê yek ji wan jî bi sîstema islamê daneket û li heqê alema islamê nepirsî. Ibnî Xaldûn di nav alimê islamê de wek civaknasekî mezin dihat nas kirin. Lê ew civaknasê mezin jî bûbû solalêsê Tîmûrlengê împeretorê tirk.

Guhertinên ku wê ronakbîran di islamê de bikirana nekirin. Heger kiribana, bi hêsanî mirov wê bikarîba bigota ku îro, çerxa medeniyetê wê li Rohilata Navîn jî bigeriya.

Martîn Luter, Kalvîn, Burûno û gelekên din jî, mîna Farabî, Ibnî Aqilîn û Ibnî Xaldûn dîndar bûn. Û heta di nav alimên xiristyanan de xwedî cihên bilind bûn. Lê ew têgihabûn ku Incîl û rêbazên wê tiştek bû û ilim û rêbazên ilim tiştekî din bû.

Îmamê Xezalî digot: ”aqilê pîrekê kêm e. Şahidiya du pîrekan bi a zilamekî ye. Piraniya insanên dojehê ji pîrekan pêk tê. Xwedê aqil perçe bi perçe li ebdê xwe belav kiriye. Ihyaululûmeddîn C.111, rûpel 872, weþana bedir, 1975

Û Voltaire jî digot:”Insan hemû wek hev in. Insan ne cenewar û ne melek, ne bi exlaq û ne bêexlaq xuliqî ye; ew bi rêya êqil û perwerdeyê li pêş dikeve û dikemile”

Rexne û mantiq

 

Madem Xwedê xefûr û kerîm e, Xwedê li mirov tê rehmê û tê xezebê, xwedê mirov dibîne û li mirov guhdarî dike. Îcar xwedayê ku xwediyê van sifatan hemiyan e, kare bipeyivya jî. Dipeyive, lê bi insanekî tenê re dipeyive. Yanî bi resûlên xwe re. Lê di vê de mantiq tune. Bi milyaran insan nikarin bi insanekî bahwer bikin. Ew insan alim e? Na. Ew insan ji ezmên hatiye? Na. Erê çima bi insanekî tenê re? Ew bi xwe her ji 40-50 salekî kare ji ezmên dengê xwe bigihîne temamê insên. Wî çaxî jî insan wê bahweriya  xwe  pê bîne û wê dawiyê li vê qas xirecira ku hevdu dixwin bê.

 

Pêşî divê mirov bibêje ku ji bilî islamê, tu dîn li ser navê Xwedê bi devê şûr bi insên nehatiye qebûlkirin. Dînê herî xwînrij û zalim dînê Mûsa bû. Lê Mûsa û dû re jî dînperestên wî dînê xwe bi devê şûr bi ên ne ji qewmê xwe nedane qebûl kirin. Û li ser navê dîn derneketin xezwa dinyayê. Ji xwe di dînê xiristiyaniyê de tiştekî wilo qet tuneye. Îsa gelparêz û mirovperestekî mezin bû.

 

Li welatên misilmanan:

Li gora istatîstîkên sala 1994an, serhejmara dinyayê pênc milyar û nîv e. Û ji vî pênc milyar û nêvî  jî milyarek û du sed milyonek jê misilman in. Îcar gava mirov çavên xwe li erdnîgariya dinyayê digerîne, mirov dibîne ku temamê welatên misilmanan li Asaya û Efrîqayê civiyane. Û ewqas hejmara bilind a misilmanan jî li van herdu perçeyan kom bûne. Baş e, gelo ev tiştekî di bîra me de nayîne, ji bo çi Fas, Morîtanya, Senegel, Gîne, Volta, Nîjerya, Nîger, Cezayir, Tûnis, Libya, Misir, Somalî, Siûdî Ererbistan, Sûriye, Iraq, Îran, Avganîstan, Azerbeycan û bi dehan welatên din, di dinyayê de ên herî paşde mayîne? Li van welatan ji insaniyetê bêqîmettir tiştek nîne. Li van deran insan insên ser jê dike. Heq û hiqûq, zilm û zor û devê tivingê ye. Têgeha edaletê bi nav heye. Edalet avisê bertîlê ye. Li van welatan dewlet bi qasî dewletên ku Eflatûn 2500 sal berê destnîşan kiribû bi aqil nayên. Qanûn şexs in. Desthilatdarî a şexs û grûban e. Dewlet li himberî xelkê milîtarîze ye. Sivîlîzasyon sifr e. Çerxa civakê bi urf û adet û kultura dînê islamê digere. Îcar ji ber ku çerxa civakê bi zihniyeta islamê tevdigere, dewleta misilman jî li xelkên xwe ên misilman xweş kare hikim bike. Bi gotineke din, yanî kiras li xwediyê xwe dixwe.

Çar e çi ye?

Li gora min desthilata  islamê a 1400 salî, xelkên islamê di hemû warî de şerpeze kiriye. Împeretoriya islamê û dû re jî dewletên wê, her tim rê li ber êqil girtine û mejiyê xelkên misilman dewixandiye. Ji van xelkan şoreşeke frensî pêk nayê. Dewletê pişta wan şikenandiye. Ger bibin xwedîyê wê hêza ku karibin desthilatdariya dewletê têk bibin jî, desthilatdariya ku bê, wê di çend salekî de bibe mîna a berî xwe. Di vî warî de mirov dikare nimûneya Şah û Xumeynî bide. Ji der ve de midaxele lazim e. Piştî midaxelê jî dewlet li himberî xelkê divê wek mamosteyekî bê bi karanîn.

 

Ronakbîr kî ne?

 

Berî hemû tiştî ronakbîrî ne tiştekî ku ya divê hemû reş yan jî sipî be. Alimtî aliyekî ronakbîriyê ye, ne hemû alî ne. Mirovekî ronakbîr helbet berî hemû tiştî divê di hin warên ilmî de têgihiştî be, ev asasê meselê ye, dû re jî sosyal, mirovperest û bi temamên pêşketinên civakî re be.  Kesên wilo tam ronakbîr in. Ji van kesan mirov dikare Voltaîre, janjak Rûso û ên mîna Dîderot nimûne bide. Lêbelê Galîle jî ronakbîr bû. Lê ronakbîrekî ku bi tenê bi ilmê xwe daketibû. Mirov ji ên wek Osman Sebrî, Nûrî Dêrsimî û Edîb Karahan re jî ronakbîr dibêje, lê mirov ji Arîstoteles, Anştay û Freûd re jî ronakbîr dibêje. Arîsto, Anştay û Freud ilim diafirandin ronakbîr bûn. Osman Sebrî, Nûrî Dêrsimî û Edîb Karahan jî digel têgihştinên xwe ên ilmî û sosyal re, bi tekoşîna xwe a li himberî mêtingehkaran ronakbîr bûn.

 

Ji zana û alimên ku li derveyî Kurdistanê dijîn re Ronakbîr nayê gotin?”

 

Ev perspektîvek e pir çewt e. Li gora vê perspektîvê gava me kir, em ê di bin bêr de bikevin. Divê em ji bîr nekin ku carna bi zilma desthilatdaran re civak serûbinî hev dibe, têkiliya navbera desthilatdaran û civakê bi her haweyî raser derdikeve, xelekên jiyanê ji ser hev diçin û ronakbîr ji bêgavî mecbûrî koçberiyê dibin. Di tarîxê de nimûneyên vê ji temamê nimûneyan pirtir in.

Di sala 1905an de li Rûsyayê Çar gava li Bolşevîk û menşewîkan teng kiribû û ew di xwînê de difetisandin, Bolşevîk û Menşewîk ji neçarî reviyan Ewrupayê û li welatên Ewrupayê hetanî salên 1912an man. Deskartes ji ber zilma dêrê û qralê Frensî reviyabû Swêd û li Swêdê mir. Dîderot reviyabû Rûsyayê û di bin baskên Katerîna duduyan de demekê jiya. Janjak Rûso li dor heşt salan li Frensayê feşirtî ma. Bi kujtina Alende re piştî ku Pînoşe dewlet wek giyotînê li himberî mixalefetê bi karanî, ronakbîrên şîlî bi dinyayê de terqiyan. Pirê van ronakbîran heta doh jî li Ewrupayê bûn. Ji tarîxa dinyayê mirov dikare gelek nimûneyan bide, lê ez ê ji tarîxa me çend nimûneyên din bidim.

Bi desthilatdariya Mistefa Kemal re piştî ku li her derê Kurdistanê qetlîam rû didin, em dibînin ku li Kurdistanê hema hema ronakbîr namînin. Ên ku tên kûjtin û ên ku direvin Binxetê. Û ji wir jî piştî demekê gelek ji wan li dinyayê belav dibin. Îcar di vir de ez ê bi nav bikim û bibêjim:

Sureya Bedirxan 30-40 salî ji destê zilmê dûrî Kurdistanê ma û hetanî ku di sala 1938an de li Parîsê mir jî ala kurdayetiyê dananî. Elî kamûran Bedirxan jî wilo. Mîdhad Bedirxan li Qahîreyê rojnameya kurdî derdixist. Îcar çawa em ê ji van re nebêjin ronakbîrên kurd. Yilmaz Guney gava biçûya Tirkiyê wê bihata girtin, gava biçûya Kurdistanê wê bihata kujtin. Yilmaz Guney neçû û li Parîsê mir. Baş e, çûbaya baş bû gelo? Helbet divabû neçûbaya.

Gelek kesên mîna Nûredîn Zaza li biyanistanan mirin. Bi kurtî, him ji hêla teorîk û him jî ji hêla exlaqî ve, li gora min em ê nikaribin ji ên wek Nûredîn Zaza re ronakbîr nebêjin. Ew ronakbîr bûn.

 

Eha di wan deman de bû ku birêvebirên islamê, pêşî bi daran goştê canê Mansûr Helacî ji hestî kirin, dû re perçe perçe kirin, pêrçên wî bi deriyê sûran û piran ve tam 40 rojî daliqandî hiştin.

Nûçe

Şirove

One Response to “RONAKBÎRÎ, ISLAM Û SIYASET!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)