SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Min çi ji serdana Meshûd Barzanî a Diyarbekirê fêhm kir?

Berî ku ez hin dîtinên xwe ên di derbarê vê serdanê de bi kurtî bînim ser zimên, pêşî divê ez dîsa wek her tim zir ferqa di navbera PDKê û PKKê de bi du gotinan destnîşan bikim, da mirîdên Ocalan û heyranên Barzanî min baştir fêhm bikin bê ez çi dibêjim! Ez vê dibêjim:

Li gora min gava mirov PDK rêxistineke kurdî û serekên wê jî kurd, û PKK jî rêxistineke tirkî û serekên wê jî tirk li qelemê da, wî çaxî jî sedî sed mirov wê di geft û lepta xwe a himberî wan de çewtiyê mezin neke û li gora wan bi wan re bike! Wek nimûne: Gava ez zanibim PKK rêxistineke tirkî û serekên wê jî tirk bin, ez ê tu carî li Kurdistaneke ku wê bi destên wan azad bibe jî nefikirim; nefikirim ji ber ku di vir de a pêşker û paşker ne kurd e. Helbet ji % 99 endamên PKKê û xelkê bi dû PKKê de kurd in. Lê ew hemû tiştekî naguhere. Ji ber ku edeb û terbiya PKKê bi tirkî ye, naguhere.

Heger ne ji wê edeb û terbiya PKKê a bi tirkî û serekên wê ên tirkbana, bi van milyonên ku bîst,sih sal in dane dû PKKê, kî dizane, belkî niha nîvê Kurdistanê yan jî temamê Kurdistanê azad bûbaya.

Heger endam û alîgirên PKKê bi hevîrê edeba tirkan nehatibana sitran, wê tu carî bi vê ecêba kesnedîtî daneketibana  xişepişê!

Heger hinek terbiya kurdî li ba PKKê hebaya, wê tu carî bi wê çavsoriya mîna ku li bajarê Amûdê li kurdên me ên jar û hejar reşand û zêc û zarên wan kujtin, bi dehê caran bi kurdan re nekiribaya!

Heger edeba endamên PKKê bi kurdîbaya, wê her endam li ser endamê din nebûya mixbirçî, îspîyoncî, ajan û xwe bi xwe di hevdu de hilnedabana û yekî yek nekujtibaya!

Heger edeba gerîlayên PKKê bi kurdîbaya, bêyî ku tiştek ber biçav bidest bixistana, wê tu carî yan kozikên xwe bernedabana û yan jî gava berdabana, mîna pêşmergeyên sala 1974an wê bêvila wan ji rev û teslîmiyetê şewitîbaya  û bi sedan xwe kujtibana!  Ez dikarim ji vê edeba wan bi tirkî bipeyivim û hey bipeyivim.

Û serdana Meshûd Barzanî a Diyarbekirê:

Rayedarên dewleta tirkan bi vê govenda ku bi Meshûd Barzanî re li Diyarbekirê li dar xistin, navbera apoyî û barzaniyan bi qasî ku berpirsyarên BDPê, endam û alîgirên PKKê gotinên çort bi barzaniyan re bikin vekirin. Ev ne baş bû! Piştî xeberan şer û pevçûn tê.

Rayedarên dewleta tirkan bi vê govenda ku bi Meshûd Barzanî re li Diyarbekirê li dar xistin, û nehiştin ku  di kêleka Meshûd Barzanî de çend berpirsyarên BDPê ên sereke cih bigrin, Barzanî di çavên alîgirên BDPê ên kurdperwer de piçûk xistin. Ev jî ne baş bû.

Rayedarên dewleta tirkan bi vê govenda ku bi Meshûd Barzanî re li Diyarbekirê li dar xistin, bi me dan zanîn ku heger xîçikên PKKê tam zeft ne kiribana, PKKê wê bi sed hezaran kurd derxistibana kolanan û heta nehiştibana ku Barzanî bigiha Diyarbekirê jî. Ev jî pir ne baş bû. Yanî pir ne baş bû ku tirk ewqasî ketine heta bi damarên PKKê!

Rayedarên dewleta tirkan bi vê govenda ku bi Meshûd Barzanî re li Diyarbekirê li dar xistin, çavên kurdên Binxetê ji barzaniyan hîn bêhtir tirsandin û bi wê tirsandinê re jî binxetî bi hemû haweyî bi PYDê ve şidandin. Ev ji bo ku heta şer hebe ji binxetiyan re û piştî şer jî ji tirkan re baş bû!

Rayedarên dewleta tirkan bi vê govenda ku bi Meshûd Barzanî re li Diyarbekirê li dar xistin, li temamê bakurê Kurdistanê xelk bêhtir ber bi apoyiyan ve ajotin. Ev jî ne baş bû.

Rayedarên dewleta tirkan ku pir dixweztin di hilbijartinên bê de şaredariya Diyarbekirê zeft bikin, bi govenda ku bi Meshûd Barzanî re li Diyarbekirê li dar xistin, Diyarbekirê tam ji dest berdan. Ev pir baş bû. BDP çi dibe bila bibe, şaredarî ji AKPê û BDPê divê di destê BDPê de be!

Rayedarên dewleta tirkan bi vê govenda ku bi Meshûd Barzanî re li Diyarbekirê li dar xistin, Şivan Perwer jî piçûk xistin. Şivên bi vî rengê çûna xwe bêaqiliyeke mezin kir. Derfetên wî pir bûn. Şivên bêyî ku dilê BDPiyan û xelkê bi dû wan de ji xwe bihişta, dîsa jî wek imperetoran karîbû çûbaya Diyarbekirê. Bi rastî min tiş ji ev a Şivanê ku min ew baş nas dikir fêhm nekir.

Çi baş bû?

Heger em kurd bi cil û bergên kurdî di şexsê Meshûd Barzanî de li Qesra Sipî bi serok û rayedarên Emerîkayê re rûniştibin, û hin ji me jî ev a ku Meshûd Barzanî bi cil û bergên kurdî li Diyarbekirê bi serokên tirkan re rûniştiye, hîn karibin wek destketineke netewayetiyê bi nav bikin, êdî ew kurd vemirîne, silûk bûne, li mala xwe rûnin wê baştir bikin! Bi kurtî, hemû tişt li ser daxwaza rayedarên dewleta tirkan û di bin kontrola wan de pêk hatiye;  rayedar heq  jî hemû tiştî derketine û li her kesî hakim bûne, ewqas!

16 11 13

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)