SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Wek Hesenê Axê li min hatiye!!

Hesenê Axê pencînarî bû û li Dêrzendîqa Nisêbînê rûdinişt. Dêrê gundê wî bû. Kalkê me Hesen kurmancekî  merd û mêrxas û pir hezkirê dengbêjiya kurdî bû. Kêfa wî pir ji min re dihat.  Lê mixabin di salên ku apoyî ,yanî PKKî ji hew bêhtir xurt bûbûn û dawet û stranên kurdî rakiribûn, karê  kalkê me ê Hesen jî mabû ku nahtorî li devê deriyê mendera xwe li şêrgeleyên apoyî bikira, da şêrgeleyan bi ser girtinekê de dest dananîna ser kasetên wî û kaset hûr û mûr nekiribana.

Mafir rojekê Kalo di hilanîn, danîn û veşartina kasetan  de çima çend kasetên xwe winda nake! Û kaset jî li piyasê tunene.  Îcar wek ku wî jî digot,  mala Xwedê ava ku stranên di wan çend kasetan de di bîra wî de mabûn. Kalo li ber teybê rûdinê, wan stranan yek bi yek dibêje û stranên xwe bi wî haweyî ji ber zilma mehmetçîkên di nav me de xelas dike.

Şêrgel tam bûbûn Kolçiyên Atatirk. Karên kolçiyan, heta salên 1965an jî, li gund û bajaran li tûtina qaçax digeriyan. Xelk saxtî dikirin û li qutiyên wan dinerîn. Dema tûtin didîtin qutî dişkenandin, çend kulmisk di xwediyê qutiyê de werdikirin û bi perekî  hêja ew ceze dikirin. Şêrgeleyên me ên ku li serxwebûn û azadiya kurd û Kurdistaneke bê mitirb, bê ribab, bê Bihemed Arifê Cizîrî, Îsa Berwarî, Meyremxan, Seîd Axa, Kawîs Axa û hwd jî digeriyan, li ser muzîka kurdî tam bûbûn Kolçî! Evdê Mitirb, hîn saxe li Nisêbînê dimîne, ji ber şêrgeleyên me ên şûrkêşên kemalîztan, ribaba xwe di êxur de vedişart. Ma van şêrgeleyan çi û ne çi di xelkê de nekirin! Îcar ên ku dixwazin wan di warê civakî, terbiye, edeb û edebiyata civakî de baş nas bikin, bila hersê romanên min ên hîn jî qedexekirî, bi navê Sêşev û Sêroj, Xezeba Azadiyê û Wêran bixwînin, wê bibînin bê şêrgele çawa mehmetçîk bûn!

Ku em bên serê serseda min bê çima wek Hesenê Axê li min hatiye?

Ez çi dibêjim, ez çi dinivîsînim, ji min û çend kesan pê ve deng naçe tu kesî! Ez û tu û em  û ew çend kes xwedî prensîbin, bi urf û adet û kultura kurdî baş dizanin, em xweş dibêjin û bi rêk û pêk dinivîsînin û filan û bêvan ma  qîmet dike êdî!  Mehmetçîk û şêrgele mîna xelîfeyên ku  bi devê şûr û riman û darê zorê temamê kulturan talan û tajan kirin û di şûna wan de kultura sofî, mofî, şêx,mêx, mela û feqeyan bi cih kirin,  di zilma xwe de bi ser ketin. Nivşekî wilo gihandin ku serê gotin û binê gotina wan divê bi Ocalan û PKKê dest pê bike û biqede. Şêrgeleyan bi zorê bi xelkê dan qebûl kirin ku yekî  barûte kare mezinahiyê li gundekî, yekî pêxwas kare mezinahiyê li komeleyekê, yekî devrût û devşût kare mezinahiyê li partiyekê, û heta zir cahilek jî kare mezinahiyê li kongreyekê bike.  Hema carekê ji xwe re li pevxistin û pevgirêdana wan a  rêxistinî binerin, hûn ê bi rengekî pir beloq bibînin ku jîr û zanayên wan hemû li jêr û devrût û devşûtên wan jî hemû li jor in.

Erê, Hesen Axayê ku nod sal derbas kiribû, heta ku hat kujtin jî geh ji xwe re distira, li xwe guhdarî dikir û geh jî li dengbêjên din. Gelo ez ê jî heta ku ji vê dinyaya bi Xweda û Şeytan herim, karibim ji xwe re binivîsînim û ji xwe re bixwînim? Xwezîka, lê min ne bahwer e! Min ji zû de dev ji nivîsandina kitêban berdaye, û ma ye hew ev çend rêzikên ku ji çend rojekî  car carê dinivîsînim! Hoooweh li me û vê ecêba ku me bi destê xwe anî serê xwe û hew!

18 11 13

Nûçe

Şirove

One Response to “Wek Hesenê Axê li min hatiye!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)