SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Hewar ji destê te Mela!

Îro ji zilma misilman, Kurdistan dinale Mela

Welat dane ber xinceran, Laleş birîndare Mela! 

 

Ez bûm sofî û bûm mofî, min da serî şaş û kefî

Bi vî rengî jî bûm nefî, qey te negot berde Mela!

 

Islam her dem kurd qirkirî, islam ji rengê agirî

Em kurd kirin hezar serî, hêj tu nebû ev bû Mela!

 

”Bêmirwetê dil herişand, teşbîhê şîşê lê kişand

Ker kir ceger, xwê lê reşand”, pispore hosta ye Mela!

 

”Suphan ji remza xaliqî, nûra sipî de sadiqî

Avête qelbê aşiqî”, dildarê Xweda ye Mela!

 

Ku mizgeft dergahê me bît, sewm û selat karê me bît

Quran li ser çongên me bît, bi van em dê çi bikin Mela!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)