SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PKK bila pêşî navê kerxaneyên tirkan ji ser gundên kurdan rake û dû re…..

Ev çendeyeke min daye ber xwe ku ez navê temamê kerxaneyên tirkan bi dest bixim û binerim bê rayedarên dewleta tirkên misilman navên van kerxaneyan li çend gundên kurdan kirine. Hetanî niha min dît ku navê kerxaneya Izmîrê Tepecîk li Heramiya Dêrikê, navê kerxaneya Stenbolê Karakoy li Xerabreşka Stewrê û Reşêya Heskîfê û navê kerxaneya Stenbolê a salên 1970-1980î Tarlabaşî jî li Himranka Qoserê kirne. Tê gotin ku navê kerxaneya Enqerê Bedderesî jî li gundekî Botanê kirine.

Bi vê xebatê armanca min ew e ku ez navê temamê gund û kuç û kolanên bakurê Kurdistanê û kerxaneyên tirkan derxim ser kaxetê û lê binerim bê ka hîn navên çend kerxane, qewad û gewendeyên xwe li gund û kuç û kolanên me kirine. Û dû re jî vê zir lîsteyê ji Konseya KCKê û parlamenterê BDPê Sirri Sureya Onderê ku Atatirkê damezrînê van kerxaneyan wek jîr û zana û fêrisê qernê nozdehan bi nav dike re bişînim! Û hema pê re jî bibêjim, ma gelo ev ne bêheqi û henekpêkirineke mezine bêyî ku hûn navên kerxaneyên tirkan ji ser gundên kurdan rakin, û bi ser de jî hûn ha ha ji biratiya kurdan û tirkan diqîrin!

Û daxwaziya min ji xwendevanan jî ku di vî karî de alî min bikin. Yanî her kes ji hindama xwe de navê kerxane, qewad û gewendeyên ku tirkan li gund, kuç, kolan, deşt, çiya û hwd. ên kurdan kirine ji min re bişînin.

lales56@hotmail.com

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)