SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Em ji vî û wî kîjanî hilbijêrin?

Ji dêvla PYDê El Qaîde ba baştir bû gelo?

Ji ber ku PYD zendekî PKKê ye, û li gora hin dîtinên vêl PKK jî partiyek e, partî çawa analîz dibin, pêşî divê ez wê hinekî vejenînim û hema pê re serguherî asas mijara xwe bibim.

Dema ku mirov partiyek analîz kir, mirov ji prensîpên ku partiyê danîne bi rê ket û partî di warê siyasî, eskerî, dîplomasî, kulturî û exlaqî de girt ber xwe, başî û xerabiyên partiyê û karekterê wê pir vekirî xuyanî dibin û analîz di pevgirêdana merc û delîlan û pertava zemên de li ser binyateke ku kes nikaribe rastiya wê nepejirîne rûdine. Îcar bi têgihiştineke di vî rengî de gava me PKK girt dest xwe û li hev qulipand, em ê qed ji bin analîza wê dernekevin; dernekevin dibêjim ji ber ku berî hemû tiştî ew di van çend salên dawiyê de û bi taybetî jî di van heft, heyşt mehên dawiyê de, ji kiras, hûçik û fesalên bi navê partî û partiyan xwerû  hatiye arastin; ew bûye wek dezgeheke tirkan û dinyayê a ne meşrû û her ji bêhnikekê tiştekî ku tiştê xwe ê berê gotibû fik dike, wek hilqizmilqiz habela dirv û rengê xwe diguherîne û dilive. Û di guhera zanistî de jî analîza hilqizmilqiz ne bûye û nabe!

Ji dêvla PYDê El Qaîde ba baştir bû gelo?

Li gora bi qasî ku min dîtiye û ez hîn jî dibînim, liv û tevgera piraniya dijminên PYDa PKKê  hemû jî li ser asasê kîn, buxz û nefretê ye. Û dijminahiya bi wî rengî jî xwedîkuj e. Mirov bi wê dijminahiyê bi tenê dimîne, xwe dixwe û diqede. Dijminahî divê ne hisî, aqilî be! Mirovên ku bi hestên xwe tevgeriyane mîna rêxistinên me ên bakurê welêt bi poşên tirkan û PKKê  her tim li erdê veziliyane. Di siyasetê de a pêşker hebûn e. Pêşî divê mirov hebe, û dû re jî bi haweyekî karibe xwe li ser lingan bisekine. Eha tam di vir de wek nimûne mirov dikare PDKê û YNKê destnîşan bike. PDKê û YNKê heta ku Seddam têk neçîbû jî, kêm zêde pala xwe dabûn tirkan, faris û ereban, û qaşo kurd û Kurdistan diparaztin.  Lêbelê rojek tê dibe dem û dewran, ji kurdan re li hev tê, emerîkî Seddêm têk dibin û di bin mezinahiya PDKê û YNKê de kurd li başûrê welêt tên qanê. Di vir de helbet ez ne hevalê ev a ku divê mirov pala xwe bide vî neyarê welatê xwe û li dijî neyarê perçeyê din ê welatê xwe şer bike. Lê mixabin tarîxa me her wilo hatiye, ev rastiyeke me ye. Heger serekên vê PKKa ku bi destûra rayedarên dewleta tirkan û bi alîkariya barzanî û telebaniyan pala xwe dabûn dewleta Sûriyê jî,  mîna serekên PDKê û YNKê kurd bana û xwedî edebeke kurdî bana, îro PKK jî bi kêmanî wê bi qasî PDKê û YNkê li ba tirkan, faris û ereban xwedî cih û di nav dinyayê de jî xwedî gotin baya. Lê ji ber ku serekên wê tirk û edeba endamên wê jî bi tirkî bûye, ji PKKê re çendî li hevhatibe û çerxa felekê di ezmanê wê re zîvirî be jî qîmet nekiriye; wê xwe ji berdoşekiya neyaran xelas nekiriye  û heta ku serekên wê ev serek bin wê tu carî jî xwe xelas neke.

PKK bi siyaseta ku pêşî diva bû heba û xwe bida xuyakirin li bakurê Kurdistanê bi çavsorî û kujtina vî û wî rabû ser xwe, û ji bo ku li ser lingan jî bimaya li Sûriyê pala xwe da bêbavên zemên û bi hemû tiştên lewitî daket. Di dûmahîkê de PKK li Kurdistanê bi qasî ku devê kurdên herî hêja biçirîne wek hêza sisêyan di qada tarîxa miletê me de bi rengekî lewitî rûnişt. Dûmahîk girîng e! Îcar dipirsim, gelo rêxistinên kurdên bakurê welêt ên wek KÛKê ku bi hemû haweyên xwe kurd bûn, wan jî têkiliyên xwe bi vî û wî re xweş kiribana wê neçêtir baya? Li gora min çêtir dibû. Hema ji wan re çendî xerab çûbaya jî wê îro hebana. Hebûn her tişt û nebûn jî ne tiştek e. Xeteyeke mezin kirin! Û ew xeteya mezin vê carê jî bi destê PDKê li Binxetê careke din kirin. Heger barzaniyên ku binxetî wek mêşmergeyan perwerde dikirin hinek navber dabana dan û stendinên xwe ên bi tirkan re, û wek ku demekê bi alîkariya Seddêm û emerîkiyan bi deh hezaran berê talabaniyan dabûn Îranê, di pişt perdê re bi Bişar Eshed re li hev kiribana û pêşmergeyên xwe bi navê pêşmergeyên rêxistinên kurdên Binxetê kişandibana herêmê, sedî sed wê ne ev PYDa îro hebaya û ne jî binxetî di nav dinyayê de ewqasî bi tenê bimana. Ji bilî tirkan, bi dilê emerîkî, ewrupî, cihû, rûs, melayên Îranê û hema hema temamê dinyayê bû ku Binxet ne di destê El Qaîdê, di destê kurdan de baya. Û heta li ser wê yekê rûsan Meshûd  Barzanî jî dawetî Rûsyayê kiribûn. Lêbelê hema ji nişkê ve me dît ku bi navê “bariş surecî” ji aliyekî ve gerîlayên PKKê kozik berdan û berê xwe dan Binxetê, û ji aliyê din ve jî tirkan bi tena serê xwe destek dan El Qaîdê û li Binxetê şerê gerîlayên PKKa bi navê PYDê û El qayîdeyan li darket.

Gotina dawî:

Divê em baş bizanibin ku ji xerabê xerabtir û ji xerabtirê jî zir xerabtir heye! Dema ku me aqilê xwe hinekî tevxurciland, em ê bi hêsanî bibînin ku rayedarên tirkan hîç nexweztine Binxet têketa destê barzaniyan. Tirk piştî ku dibînin wê Binxet têkeve destê barzaniyan şerê PYDê û El qaîdeyan gur dikin. Li gora rayedarên tirkan di wî şerî de gava El Qaîde bi ser ketibaya pir baş, PYD bi ser ketibaya nebaş û barzanî li wir bi cîh bûbana felaket bû!

Bi kurtî, tirkan binxetî xistin şer. Heger tirkan El qaîdeyî ne ajotibana ser zikê binxetiyan rûs û melayên Îranê jî PYD ne digirtin ber xwe û li wir ne dikirin desthilatdar. Îcar dipirsim, dema ku wê Sûrî tu carî nema bibe ew Sûriya berê û heger Binxet ji dêvla PYDê  di destê El Qaîdeyê de ba, wê halê kurdan îro çi ba û di pêşerojê de bûba çi? Wê bûba kujtin û talan û tajan! Wê dê û jin û keçên me hemû bûbana jinên El kafirên misimên! Bi aqilî bifikirin, helbet PYD li himberî kurdan dîktator û li himberî neyraran pîbereke demokrat e; PKK û peydûkên wê li himberî neyaran pîsîk û li himberî kurdan şêr in; PKK û peydûkên xwe xulamên neyaran û axayên kurdan e! Bê lam û cîm ev hemû wilo ye! Lê de ka em çi bikin ezbenî, dijminên me ên misilman em bi beleya ji beleyê mezintir û xeraba ji xerabê xerabtir rû bi rû hiştine. Em divê yekê hilbijêr in, em nikarin bêteref bimînin, ewqas!

24 11 12

 

Nûçe

Şirove

One Response to “Em ji vî û wî kîjanî hilbijêrin?”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)