SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PELQO Û ÇELQO Û VIRQO!

Pelqo, Çelqo û Virqo pismamên hev bûn. Pelqo ji deşta Diyarbekirê, Çelqo ji tora Mêrdînê û Virqo jî ji deşta Heranê bû. Serpêhatî dûdirêj e, lê ez ê kurt lê bixînim.

Misilmanên temamê kayinatê di bin seroketiya El Mehmet, El Zirdeganaxayî, El Ehed û El Wehed de a xwe li bavê Pelqo, Çelqo û Virqo kiribûn yek û dijminahiyeke ji hew bêhtir lewitî bi wan re dikirin! El Mehmet di erşê ezmên de, El Zirdeganaxayî hema li jora lewh û mahfûz, El Ehed li Mekehê û El Wehed jî li Medîneyê rûdiniştin.

Misilmanên li Cenetulmawa bi ser wan de dimîztin, misilmanên dojehê ji Newala Waweylê agir dipijiqandin wan û ên li ser Pira Selatê jî ji hindama Sefwa û Merwayê de habela xeberên kotî bi wan re dikirin!
Di dawiyê de hersê bira li hev rûdinin da bi haweyekî Zulcelal haş bikin ku ew jî beşer in; vê zilma “umetulmuslumîn”, ji ser xwe rakin û wek insên bijîn. Hersê birayan rêya xelasiyê di xwendinê de dîtin û lawên xwe şandin xwendegehan.

Lawan jî li herçar terefên dinyayê tam nehsed û nod û neh salan ilim xwendin. Her yekî 124 universîte qedandin. Xwendin û qedandin lê çi fêde, Pelqo li Enqerê bû sefar û xwe ji newqê û berjêr de kilkiland; Çelqo li Elemanyayê bû pîzapêj û ha ha pîzayên rengareng dirêjî destên ewrupiyan kirin û Virqo jî derket bazirganiya xelkê xwe. Xelk ji cih û waran kir û berê wî da biyanistanan. Virqo hindik mabû ku Kurdistan ji insên xalî bikira û masiyek bi kurdan ve giha. Masî li ser behra Laziqiyê xwe da bin keştiya wî, keştî xerq kir û dest bi xwarina nêçîra xwe kir. Dor gihabû Virqo û masî jê pirsî:
“Kuro bêhneke pir tirovirî ji te tê! Ev tu ji ku yî?”
Virqo bi kel û girî got:
”Xalê min ê masî, ez ji Rihayê me…”
Mîna ku topeke ezmanî bi masî de biteqe, di cihê xwe de zîz bû. Dû re bi yek tûşê re, Virqo li ser pişta xwe kir, berê xwe da bejayê û got:
”Ez ê him te nexwim û him jî nehêlim ku tu di nav vê behrê de bimrî.

Virqo jê pirsî:

”Xalê min ê masî, tu him min naxwî û him jî tu ê min derxî bejayê. Çima?”

Masî xwe zivêr kir û bi hêrz jê re got:

”Tam sê sed sal berê min yekî rihayî xwaribû û ji wê rojê û hetanî niha qûna min dişewite! Dengê xwe neke û bi van pirsan jî bes xwe pîs bike, xwarziyê min ê Virqo!”

Nûçe

Şirove

One Response to “PELQO Û ÇELQO Û VIRQO!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)