SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ev tirka ha dibe seroka şaredariya Diyarbekirê!!

Em ji ku hatin ku!!

Dema ku mirov çewt dest pê kir, helbet çewt jî wê biqede. Û me jî hîn ji serî de çewt dest pê kiribû:

Şerê sosyalîzmê şerê karkeran bû û li Kurdistanê jî karker tunebûn. Lê rêxistinên kurdên bakurê welêt  û bi tayebetî jî PKKiyan kurd kirin 101 tebeqe û sinif û li gora navên ku li tebeqe û sinifan kirin xwe dadan wan.

Wek nimûne: ji paytonciyên ber kerxane û pavyonên Diyarbekirê re gotin  ”proleter,”

ji himalên Mêrdînê re gotin” tam proleter”,

ji beqal û şeqalan re gotin ”meyillî proleter”, yanî proleterên bi telkî,

 

ji berber, nalbend, xerat û sefaran re gotin ”yandaş kuçuk burjuvazî,”

ji çerçî, eyarfiroş û zebzefiroşên ku bi erebokan kolan bi kolann digeriyan re gotin” kaygan kuçuk burjuvazî,”

ji karmend û mamosteyan re gotin ”kaypak kuçuk burjuvazî”,

ji simîtfiroş, tatlicî û tebleciyan re gotin ” yaramaz kuçuk burjuvazi,”

ji dengbêj û mitirban re gotin”yavşak kuçuk burjuvazî,”

ji qehwecî, qundrecî û boyaxçiyan re gotin ”mûhbircî kuçuk burjuvazî,”

ji elaf û qesaban re gotin”satilmiş kuçuk burjuvazî,”

 

ji pezfiroş, kerfiroş û dewarfiroşan re gotin ”îhanetçî burjuvazî ”

ji bazirganan re gotin”alçak burjuvazî,”

ji xwediyên dikan û hotêlan re gotin ”namûsûz burjuvazî”

 

ji esker û polîsan re gotin”duşman,”

ji beg û axayen re gotin ”tam duşman,”

ji şêx û melayan re gotin ”esas duşman”…

û hema me dît ji nişkê ve kjopij li me hemiyan ket û wey li wî ku xwe di ê dî re werbike!

 

Îcar di dawiya wê hingamê, reqepolk, hilketin û binketina me de, tîp, tertîp û bertîpekî wilo xerabe ji me û xelkê me ê bakurê welêt derket ku bê neûzû billah! Ne fedîbûn, ne exlaq û ne jî edebeke me e civakî maye!

Em şeqlovîskî bûne. Çîqekî me bûye xiyanet, çiqê me ê din bûye esalet û em li ser herdu çîqan wek turlî ha ji vî hewdî, ha ji wî cirnî û ha ji wê golê vedixwin! Em bi polîs û komutanan re dost û bi walî û qeymeqaman re bûne heval û em ê Kurdistanê jî azad bikin!

Na xwe ev dijminên me kî ne?

 

Mirîşkên doh bûne qertel û qertelên doh jî bûne qaz.

Teslîmiyet bûye liberxwedan û serxwebûn û azadî jî bûye rev û bazdan.

Bikaranîna zimanê kurdî bûye ”îlkel kurd” û bikaranîna tirkî jî bûye ”modern kurd!”

Ûem hîn li ku ne! Bav û kalên me dibêjin, ser çiqasî bimîne qûn jî ewqasî ecêban dibîne!

Îcar bi rastî carina xweziya min pê tê ku hema rojekê berî rojekê, bêyî ku em jî ji destlimêj bikevin, ji vê dinyaya bi Xweda û Şeytan bi rûyekî sipî biçûna, ewqas!

29 11 13 Stockholm

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)