SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzanî bi îlankirina dewleteke kurdî him efû dibe û him jî….

Li gora têgihiştina min a dîrokî û civakî birêz Meshûd Barzanî di demdoma sereketiya xwe de gelek xeteyên mezin kirine. Lê belkî tu xeteyên wî bi qasî a ku di destpêka şerê Iraqê de qeweta  xwe û telebaniyan nekir yek, dema ku talabaniyan pêşmergeyên xwe ajotin Kerkûkê û ew jî li himber derket, mezin nebûye; û zir xeteya wî  a dawî jî ku da ber tirkan, bi Hafiz Eshed re rûnenişt û Binxet teslîmî apoyiyên pîber.

Ez ê kurt bibêjim, ji bilî tirkan,  hema hema temamê dinyayê, lê Îran, Sûrî û Rûsya berî her kesî  wê liana dewleteke kurdî ji dil û can qebûl bikin. Îcar di vir de Barzanî, hema çend mehekî dev ji  berjewendiyên xwe ên malbatî, partitî û herêmî  ên bi tirkan re berde û dewleteke kurdî îlan bike, wê ne bi tenê di nav kurdan de, di Rohilata Navîn de bibe serokê herî  payebilind û çerxgerînê zemên.

Eha wî çaxî miletê kurd wê ji van apoyiyên xwefiroş û kurdfiroş  xelas bibin û xeta barzaniyan li temamê Kurdistanê rast bibe! Lê min ne bahwer e. Mal û milkê dinyayê çavên barzaniyan kwîr kiriye. Heger ne ji destê vê maldariya wan baya, kî dizane belkî heta niha bakurê Kurdistanê jî azad kiribana. Firsetên pir mezin, û him jî ne carekê, çend caran ketin destê wan. Û hîn jî ew firset di destê wan de ye.

Erê, Barzanî bi îlankirina dewleteke kurdî  him wê ji sûcên xwe ên ku li himberî miletê kurd û Kurdistanê kiribûn efû bibe û him jî wê bibe ronahiya miletê kurd!

30 11 13 Stockholm

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)