SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Axa gundê Ocalan di labratovarên Elemanyayê de!!

Wek tê zanîn, bi salan e ku hin mirîdên Ocalan axa ji gundê wî wek tiberk û miqedesateke xwedayî bi xwe re hiltînin û di nav xwarin û vexwarina xwe de bi kar tînin. Lê piştî ku birêvebirên PKKê bi navê çareseriya demokratîk ji aliyekî ve şêrgeleyên xwe bêyî ku bi hezaran çend hevalên xwe ên girtî bidin berdan, bi dewletê du,sê qanûnên demokratîk li Kurdistanê pev bixin û xirbeyekî  azad bikin, kozik li dû xwe hiştin û kel û girî reviyan, û ji aliyê din ve jî bi navê HDPê partiyeke sosyal faşîst damezirandin,  temamê hêz û qeweta xwe di mezinahiya Ocalan de xebitandin û Ocalan wek pêxemberê zemên pêşkêşî xelkê kurd kirin, xelk tam cinoyî û sewsî bû û wey li wî ê ku berê xwe bide gundê Ocalan û hinek ax û tirabêlka mala ku Ocalan lê çêbûbû di dev û ruyê xwe bide û li ser çar lepan li dora malê here û were!

Îcar li gora hin ragehînerên min ên di nav mirîdên Ocalan de,  kurdên ku li welatên ewrupayê dijîn û bi taybetî  jî kurdên li Elemanyayê,  çendeyeke piştî ku polîs di vegera rêwitiya wan de ha ha li qutîkên axê rast tên, êdî dikevin şika ku ev ax belkî şiklekî heşaş û eroînê be, axê dibin labratuvaran.

Bi kurtî, polîsan her çiqasî ji netîceyên labratuvaran wek axê fêhm kiribin jî,  dîsa ji dû meselê venegeriyane û bi têhildana doktorekî  ji nexweşxaneya Hambûrgê ku zarokekî  hevt salî hindik mabû bi axê bibeheciya, îfadeya çend kesan girtine.  Di dawiyê de dayika lêwik li xwe mikur hatiye û ji polîsan re gotiye min bi sebeba ku yekî wek Serok ji lawê min derkeve ew ax daye. Li gora doktorê ku nava lêwik qelaştibû, diya wî bi qasî 400 gramekî ax dabûyê.

Niha ewqas, lê wilo xuya ye wê bi ewqasî nemîne. Ji rêwiyên ku bi balafiran tên, vê carê jî bi kîsikan zixur û kevirkên piçûk derdikevin. Polîs niha jî bi dû van keviran de ne…

Ya Rebî tu çêkî, ya Rebî tu vî xelkê me ê ku çûye ser kufra Ocalan û şêrgeleyên wî ên kurdxayin û kurdkuj hedayet bikî!!

04 12 13 Stockholm

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)