SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Gotin gotinê fik dike!!

Bi keleşkofan li himberî balafiran şer nabe. Ker nikare bi hespê re bibeze. Piskilêt bi texsiyê re serî dernaxe. Mêr rabûkirî û jin jî rûniştkî dimîze. Tu çima van gotinan dibêjî? Dev ji min berde min aqilê xwe berdaye!

Ezman erdê dilerizîne. Nerîneke bi vî rengî dibe ku ne rast be, lê insên wilo qebûl kiriye. Insan ji ezmên ditirse ji ber ku ezman di ser erdê re ye. Heger insan ji ezmên bêhtir ji erdê tirsiyaba, Xwedê ji erdê ne dibir ezmên. Insan bi qasî ku li ezmên hakim bûye, ji Xwedê bi dûr ketiye. Tu çi dibêjî? Guh nede min ez xurifî me!

Pêxember navbênhatê min û Xwedê ye. Kê ew heq daye wî? Heger Xwedê dabêyê, Xwedê çima rasterast têkiliyê bi min re danayîne? Çima şexsekî dike navbera min û xwe? Belkî ez bahweriyê bi wî şexsî nayînim,yan jî ez ê a dilê xwe jê re nebêjim, hi? Him gava ”Xwedê li her derê hazir û nazir be”, ji xwe wî çaxî jî tu pêwistiya wî bi nazirên erdê re namîne. Mantik ev e, ewqas.

”Tu bi van gotinan bû kafir, qetla te helal e!”

Heger Xwedê hîn bi qasî ku ez ê nikaribim behsa têkiliyeke xwe jê re bikim demokrat ne bûbe, hema mineta wî û wekîlên wî li carê dera han û hew!

”Li cem tirekan tirek û deh tir wek hev in!”

Kê wilo gotiye? Pêşiyên me kurdan wilo gotine. Naxwe ji pêşiyên me hinekan pir tir kirine. Him gelek ji me van ên îro jî pir dikin. Hema ji xwe re li qelemşûrên masmedya PKKê a van çend mehên dawiyê binerin hûn ê fêhm bikin bê pêşiyên me çendî rast gotine.

 

Erê, heger bi rastî em ji xwe, welatê xwe û miletê xwe hez dikin û em dixwazin li ber xwe bidin, pêşî divê em xwe siyasî bidin ser hev û hema televizyoneke kurdistanî saz bikin. Bi belavok û gotaran pevçûn bi mehmetçîk û PKKa ku li ezmên rûniştîne re nabe. Ji ezmên deng digihê herderê dinyayê, lê dengê ji erdê gundekî jî derbas nake. Mehmetçîkên kose û PKKa berkose bi televizyonên xwe xelkê me gêj kirine. Wilo nabe. Mirov nizane çawa bibêje, qey bi rastî em kurd qelyayî ne! Telvizyona ku bi pereyên bîst beqal û deh çeqalên kurdan dikare saz bibe, bi alîkariya dewlemendekî kurd safî dibe. Lê mixabin ne bêvila beqal û çeqalên kurdan û ne jî bêvila dewlemendê kurdan ji wehşeta mehmetçîkan û PKKê dişewite. Nalet li berberiya bê pere bê! Em ê berberiyê bi imperetoran re bikin û em ê nikaribin wan kesên ku bin lingên imperetoran şahîk dikin, hema carekê be jî bibin restorangekê. Nalet li vê rezaleta me be!

 

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)