SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Demokrasî tiştek e û doza miletê kurd tiştek e!!

Doza miletê kurd dozeke miletî, welatî û dewletî ye. Û dozên wilo jî li tu derê cîhanê bêgirtin û kujtin û malwêrankirinê safî ne bûne. Bi destxistina azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê, bi parlamentarîzmê û nexasim jî bi parlamentarîzma tirkan, ereb û farisan tu carî wê safî nebe; heta ku kurd û Kurdistan di bin destê tirkan. ereb û farisan de bin, tirk, ereb û faris wê tu carî nikaribin bibin demokrat û li  parlamentoyên wan doza kurd çareser bibe. Ev xeyal e.

Gerilla cenazelerine askerler tarafından işkence 2009 Bu mu kardeşlik

Tekoşîna bi metodên demokrasiyê a li van welatan asîmlekirin û silûkkirina doza kurdî ye. Her rêxistin û ronakbîrên kurdên ku bi wê propagandayê rabûne û radibin, belkî bêyî ku bi xwe bizanibin, dijminahiyeke sergirtî bi doza miletê kurd re dikin; doza çareseriya dozê diawiqînin û li keleman diqelibînin! Azadî û serxwebûna miletê kurd  ji tivingê pê ve tiştekî ku safî bike tuneye. Û şerê tivingê jî li her derê cîhanê li himberî mêtingehkaran di bin sereketiya  nasyonalîztan de bûye, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)