SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PERÇEYEK JI ROMANA ”SÊ ŞEV Û SÊ ROJ”

Heso û Hemo xwe ji ser gund dagerandin û di rohilatî gund re meşiyan. Kûçikan xwe berdan pêşiya wan. Kûçikekî jê bi haweyê ku wan bidire, êrîş kir. Hemo kevirek li nav parxwanên wî xist, waqînî pê ket û reviya.

Heso di ber xwe de beşişî, li gund nerî û bi qerf got:

”Terî ji xelkê vî gundî kêm e, heyvanê aqil bê çî ye, di serê yekî ji wan de tuneye.”

”Çima apo?”

”Erê, ma çima û ne çima, ma mirov li ser hêlîneke kewê hevt mêran ji hev dikuje!”

”Bi rastî ew meseleya kuştina wan çawa bû? Ez di wê gavê de naşî bûm, xweş nayê bîra min, apo.”

”Dirgoyê ku xwedî jin û zarok bû û sê xortên gund bi hev re diçin nêçîrê. Li çiyê hêlîneke kewê bi yazdeh hêkan dibînin. Bi kurtî, herçar li ser ku min pêşî hêlîn dîtiye û hêlîn a min e li hev nakin. Dirgo jî li hersêyan dixe; hêlînê radike û her yazdeh hêkên kewê ji xwe re dibe. Li ser wê yekê gundî jî bi çifte û tivingan ketin nav hev û hevdu kuştin. Îcar bi dû kuştinê de malê hev talan kirin. Bertîl dan çawîşê Stilîlê, hakim û sawciyan û li hev gilî kirin. Hevdu xistin hepsan. Hin ji wan ji gund derketin bûn parsek. Hin ji wan bi çiyan ketin bûn eşqiya; dewar û pezên xelkê dizîn û ji bal eskeran û xelkê ve hatin kuştin. Ji xwe re li vê ecêbê binere, zarokên wan ji nêza kîrê hev dimijin û ew jî çend qurûşên ku ji firotina êzingan bi dest dixînin, hemî di berberiyê de serf dikin! Çawîşê Stilîlê bi wan kêf kiriye. Ji bilî pere, hêk û elokên ku didin çêwîş, bi kêmanî her meh pezekî-duduyan jî jê re dibin.”

”Yanî tu dibêjî ev berberiya ku di vî gundî de dibe, hîn ji wan deman de ye?”

”Erê erê. Berberî hemû hîn li ser wê hêlînê ye. Ma bi tenê ev gund, berberiya ku di vê herêmê û temamê vî welatî de dibe, hemû ya li ser ku golik çima ketiye ziyanan, cîran eloka cîrên dizî ye, gavan di xew re çûye dewar ketine nav rez û pelmêw xwarine û herwekî din. Li gundê Qûzo li ser pevçûna kûçikan sê mêr ji hev kuştin. Ma mirov li ser ku kûçikan çima li hev xistiye hevdu dikuje? Lê wan hevdu kuştin. Û him jî pir pîs. Qiyamet bi serê hev de anîn! Li Gurik li ser ku kerê Gemşo bazdabû ser kera Qelşo, hevdu kuştin. Erê niha ma mirov li ser ku çima kero bazdaye ser kerê hevdu dikuje, hi? Lê em kurmanc dikujin. Em meseleyê di derbarê namûs û bênamûsiyê de dibînin û bi şerê pêşî re dikarin sê mêran ji hev bikujin. Howeh li ezameta Xwedê, bê ev kurmancên me çiqasî ehmeq çêkirine, wey bavo!…”

Gund derbas kirin, ketin nav çavê xirêm û bi kêş ve hilkişiyan. Bergîl bêqewet bû. Helke helk û fire fir lê ketibû, zimanê wê kişiyabû û her ji bêhnikekê tir dikirin. Tengaya xaçerêkên xirêm bergîl bêhtir ji taqet dixist, dihejhijî û diçû.

”Vê bergîlê bisekinîne ez ê dakevim û bimeşim.”

”Apo çênabe, tu ê bi vî lingê xwe ê şikestî çawa bimeşî!”

”Erê bavê min, ma tu nabînî bê jinik çawa tiran dike. Ma ne eyb e ku ew dibin min de berde û ez jî hîn bikaribim lê siwarêm, hi?”

Li vê herêmê jî gava mêr li heywanekê siwar bihata û heywanê dibin de tir kiriba, mîna ku wî tir kiribe li ber xwe diket û ji heywanê peya dibû. Û Heso jî mirovekî ku tam girêdayî tradisyonên civakê bû. Bergîlê ne tirek, neh-deh tir li ser hev kiribûn. Heso pir li ber xwe ketibû.

”Lawê berêz, ez ji te re dibêjim, zû vê mîratmayê bisekinîne da ez jê peya bibim, weh!”

Hemo bergîl sekinand. Rahişt Heso li ser tahtê danî û li kêleka wî rûnişt.

”Ew qesra Hesenê Hecî ye ne wilo?”

”Erê apo.”

”Bêbavo malê qeranekî li ser e. Ji bilî dewar û mewaran li dor sê sed-çar sed pezê wî heye. Kî dizane bê niha çiqas pereyên wî ên girêdayî hene. Xwedê dizane bê çend çewal zêr di xeşîmeyên qesra wî de veşartîne. Gava ku Xwedê bide mirov, nabêje tu lawê kê yî?”

”Apo ma qey ew jî bêşê nade çêwîş?”

”Bi rastî tu carina tam dibî wek zarokan. Ma li vî welatî ê ku bêşê nade çawîş û mawîşan heye ku tu vê gotina zarokî dibêjî, hi? Herçi esker e, rebê me ye! Mirov ji rebê xwe re îbadetê dike û setqan dide. Îcar bêbavo malê kafirekî li ser e. Helbet wê malê kafirekî li ser be: Navê camêriyê bê çî ye, li ba tuneye. Mêhvanan nahewîne. Kufletê wî ji dew, meyir û nan û pîvazê pê ve tiştekî din naxwe. Sal dizîvire şîveke bi goşt li êgir nakin. Zilam û pîrekan tahma goşt ji bîra kiriye û zarok jî ji xwe nizanin bê goşt çi tişt e. Û berberiyê jî nake. Ê, îcar çima wê dewlemend nebe, yabo qurbano!”

Heso keserek veda û ziq li Hemo nerî.

”Min ewqasî da dû te û van bênamûsên lawên xwe, yekî ji we çiqek di vî zilamî de ne kir. Hûn jî mêr in qaşo. Di dema xortaniya xwe de, li vê birekê malek nemaye ku min dewar û pez jê ne dizî be. Li ser diziyê ez û Sarê em her roj pevdiçûn. Ne bi dilê wê bû. Lê dîsa jî min dikir. Ez mêr bûm û ew jin bû. Jin mahrkiriya mêr e, divabû wê bi a min bikira û dengê xwe dernexista…”

Heso dizî kiribû, lê ne diziya pez û dewêr bû. Çend carekî çend mirîşk û elokên hevalbendên xwe dizîbûn. Sarê pê dihise; vê yekê jê qebûl nake. Ew jî ji mecbûrî diziyê diterikîne. Di eslê xwe de wî ne dixwest ku wilo bipeyivya. Problema wî hemû Sarê bû, ne dixwest ku Sarê ji bîra wî biçûya. Ji bo ku mijara wan seraqet li ser Sarê ba, wilo bêpîvan dipeyivî. A wî ev bû. Hemo li ber destê wî mezin bûbû û cîgirê wî bû, lê wî Hemo ehmeqekî beredayî didît. Sarê car caran digot, ”heger ev jî wek Heso û Circîs zikreş û aqilşeytanî ba, ev gund ji zû de wê xerab bûbaya.” Hemo bi a jina xwe dikir. Jina wî Zînê keça Sarê bû û wê jî bi a dêya xwe dikir. Sarê bi rêya keça xwe mezinayî li Hemo dikir. Wê kêfa xwe dianî ku keça wê, di wî de geriyabû. Ji Sarê re bi şîr û şekir li hev hatibû. Di rêya zavê re niquteke av bi ser agirê dijminatiyê dadikir. Lê mixabin di eşîrtiya wan de, şerm bû ku mêr bi a jinê kiriba. Ji ber vê yeka ha, ev aliyê Hemo ji teref civatê her tim dihat rexnekirin. Civatê car caran bi çavekî piçûk lê dinerî. Wan, pîrek bêrûmet didît û pîrekên wan jî mina pîrekên ereban li himberî wê yeka ha bêdeng disekinîn. Li gora dînê islama wan Xwedê, pîrek di kelaxê zilêm de fesilandibû û pêşkêşî zilêm kiribû. Ji bo ku Adem pê biwenisya ew ji ”bin milê Adem” afirandibû. Civata Heso ji pîrekê re digot, ” ev mexlûq bi tenê ji bo kêfa nav livînan hatiye dinyayê…”

Hewr li jora wan li hev diciviyan.

”Hemo hewr li hev digerin, xuya dike ku wê baraneke pir pîs li me bide der. Zû rabe ser xwe. Berî ku baran li me bide der, bi haweyekî em xwe bigihînin serê sirtê. Li wir berpal û berqef hene.”

Heso ne dixwest li bergîlê siwar bihata. Lê ne dixwest li pişta Hemo jî siwar bihata. Xwest ku bi çarlepikan bimeşe, lê ew jî nikarîbû. Ziq li herdu çavên Hemo nerî.

”Îcar em çi bikin bavê mino? Ji te û bergîlê divê ez li yekî ji we siwarêm.”

Hemo fêhm kir ku apê wî naxwaze li bergîlê siwarê, ditirse ku dîsa ba ji ber wê here û êdî ew jî ji fedîbûna nema bikaribe serê xwe rake. Ji bin tahta ku herdu li ser rûniştibûn ji nişkê ve pirtînîyek bi hêl hat, Heso rimekê bilind bû û bi hinc gopalê xwe li erdê xist:

”Wey mîratmayê, ev te di bin vê tahtê de çi dikir? Hey qeda Xwedê bi te ke ve, ma niha wextê te û firê bû, hi? Te hinavên min qetandin!…”

Sûsikek bû. Sûsikê wek tîra ku ji kevên derkeve ji lûsê xwe fir da xwe û rast xwe berda newalê. Dengê qurpe qurpa wê heta cihê ku xwe lê danî ji hev qut ne bû.

”Apo heta ku em bi sirtê kevin, ez ê rahijim te. Ez bawer dikim gava em ji xirêm xelas bibin, wê bergîl bi rehetî bikaribe te hilgire…”

Heso bêdilî xwe lê siwar hat. Hemo bi destekî bi hefsarê bergîlê girtibû û bi destê din jî lingê wî ê seqet ji tahtan diparast. Qapût û çakêt jî ji xwe ne kiribû. Herduyan jî aqil ne dikir ku Heso dikarîbû bi hefsarê bergîlê bigirta. Gava Heso bergîl rapêşî xwe kiriba, wê Hemo jî herdu destên xwe bi hêsanî bilivanda û wê ewqasî ne betilîba. Heger qapût û çakêt ji xwe kiriba belkî rê ewqasî lê zor ne kiriba. Heso xwe bi ser hev de guvaştibû, ji dûr ve wek kefjalekî xuyanî dikir. Wî digot qey ez xwe çiqasî bi ser hev de biguvêşim, ez ê ewqasî sivik bibim û em ê bê teşqele bi kêş kevin. Xîze xîz bi qirika Hemo ketibû. Pelxemek wî dihat û yek diçû. Fedî dikir ku bikuxuya û pelxema xwe biavêta. Îcar wek gayê ku kayina xwe dianî, dengekî bi kuf û pif derdixist. Ji xwêhdanê bûbû av. Heger rêya wan hinekî dirêj ba, ew ê ji xwêhdanê miheqeq bişewliqiya. Gavên xwe geh kin, geh dirêj radidan. Zor dida xwe ku li ser lat û tahtan bimeşiya. Binê çaroxan şayik bûn, erd şil û bi pûş û pelax bû, her tim dikarîbû bişemitya.

Bayê ber baranê peşk dixurbilandin, peşkan mîna tepiskan li ruyê wan dida, agir ji ruyê wan diçû. Hawêrdor hewr di ser hev re diqulipîn û belediyan vedidan. Birûskê li tahtan dixist toz û dûman bilind dibû û bêhna şewt û barûdê difûrand. Deng ji teyr û tilûr û teban û tu ruhberî ne dihat. Bêhnek ne ket wê navê, hewran çiya nixumand, her der reş xeriqî, çar alî ezman pêket û vemirî. Pêşî bayekî xurt rabû, ba di newalê de li hev qulipî, wek ku li borîzana şer bixîne fîkand û ji nişkê ve baranê da der. Tîrêjên baranê mîna ku di safokê re dihatin xwarê, bêqutbir rast xwe berdidan newalê. Hawêrdor ji lat û tahtan peqpeqonkên avê bilind dibûn, dengê camcamk û çepikan didan. Ji serê sirtê binê newalê wek deryayeke bêbinî xuyanî dikir. Mirov heybet dikir ku lê temaşe bikira.

Heso û Hemo di berpala çiyê de bergîl li ber baranê êretî berdabûn û xwe dabûn ber berqefekê.

”Ev çi xezeb e îro! Di temamê emirê min de nayê bîra min ku bi vê ecêbê baran bariyaye! Niyeta Xwedê xerab e, xuyaye ku dixwaze terizê jî li me bibarîne!”

”Carina hewrên wilo dijwar çêdibin, şap e zû derbas dibe. Bêhnikeke din wê hewr biferikin û baran nema bê. Ha ha binere, li rajorî me ronahî kete ezmên. Baranê jî va ye qut kir. Ma tu ne birçî yî apo?”

”Ma çawa ez ne birçî me, lê xwezîka hema min bikarîba gepeke ziqûm bixwara” got û destê xwe avêt bêrîka êlek.

Xwest ku li seetê binere. Seet li mal mabû.

”Me seeta xwe jî ji bîr kiriye, hi. Lê ez bawer dikim, wê nîvro bûbe. Heta ku tu xwarinê ji me re hazir bikî, ez ê destlimêja xwe bigirim û çend rekhetan bikim.”

Di wê bêhnikê de ne xwedayê rehm û bereketê, ku jê re îbadet bikira, ê zilm û zorê dihat bîra wî. Ne dixwest limêj bikira. Zikê wî ji bê nepixîbû. Bi mebesta ku ba ji ber xwe ber da, limêj dikir mahne.

Hemo bi lez tûrik ji ser bergîlê anî û hema di cih de vekir. Nan ji baranê bûbû hevîr, bastêq bûbû wek nanê şilikî. Nan û penêr ji ava ku ji tûtinê dawerivîbû, zer veda bûn. Rahişt pîvazekê. Pîvaz yeklepî û destarkî bû. Di kefa destê xwe de gerand, bêhn kir, dû re danî ser kaba xwe û bi hinc kulmek lê da. Navika pîvazê pekiya dera ha, pîvaz perçiqî. Nehişî tiliyên xwe di nên de çikandin, lepeke hevîr bi tiliyan ve hat û bi sê-çar pel pîvaz re ew hevîr avêt devê xwe.

”Ma tu limêj nakî, apo?”

”Na lo, ez poşman bûm, halê me ne besî me ye, tew hîn em ê limêj jî bikin. Dû re em ê ji xwe re qeza bikin. Dibê qey Xwedê bi xema limêja min e. Ma nabîne bê em di çi rezaletê de ne, hi?”

Lîçek penêr û pelek pîvaz avêt devê xwe. Bi zorê daqurtand. Gepa duduyan ne xwar û ji nişkê ve bi herdu destan li sênga xwe da:

”Pere pere! Kuro lawo Hemo, ka pere! Min û wê dijminbava jina xwe, me ji bîr kiriye ku ez pereyan bi xwe re bînim. De ka îcar bibêje min bê em ê çi xweliyê li serê xwe û bavê xwe bikin! Em ê çawa bêpere herin ba wî çawîşê xwedênenas!…”

Hemo bi haweyê xulamên axeyên omeriyan, destê xwe li sênga xwe xist:

”Ez biraziyê te me, ma min ê çawa ev mesela ewqasî mihîm, ji bîr kiriba! Ku em devê çêwîş tije pere nekin, em ê çawa bikaribin Circîso li bin guhê erdê xin! Em ê têxin devê wî û tê de bihepişînin heta ku ew jî devê Circîsko tije mîz bike…”

Bêhna Heso hat ber. Ji kêfan re dikir bifiriya. Rîha xwe firkand, çefiya ku li serê xwe pêçabû vekir û rahişt şefqê danî ser çonga xwe. Li nav şeqên xwe nerî û bêhnikekê ponijî. Bêyî ku kum ji serê xwe bike serî di kum de xurand, ji dil keserek veda û di ber xwe de eşheda xwe anî.

”Eşhedûenla îlahe îllellah! Ya rebî tu xefûr û kerîm î. Her tişt ji te eyan û beyan e. Heger te pere neavêtana dilê Hemo û em wilo bêpere bi ser çêwîş ve biçûna, ma wê çi bi serê me ne kiriba!…”

Baran ferikîbû. Deng bi sirûştê ketibû û hawêrdor teyrik difiriyan. Dengê wan û xwuşîniya ava ku ji pozê zinaran, co û cobar û berpalan diherikî, di xume xuma çem de digiha hev; di qûntarên çiyê de li hev vedigeriya; wek senfoniyeke dilşewat vedida û di nav perê hewran de difetisî. Mijê cih bi cih xwe ji ser çiyan berdida û di newalan de diciviya. Bayekî hêwî di serê sirtê de dixurbilî, mij dialast û bi jêr de disûrikî. Tam di qorzîbira rohilat û bakur de, ezmên sahî vedabû. Hewd di avê de meyabûn, avê di hewdan de dibiriqand. Di qelîştekên kevir û kuçan re avê dabû der; hema hema her derî çiyê bûbû avtêzanek. Kunmişk fetisî bûn. Ji keziyên dar û deviyan bi hemd dilopên avê diniqutîn û bi nermî xwe bi nava axê de berdidan. Sirûştê bi vê şapata berî niha beraveke xweş kiribû. Qirş û qal û arava çiyê bi nav çem de avêtibû. Çikçikonkan boçikên xwe ên rengînî mîna baweşînkên siltanan ji hev vekiribûn, boçik hêdî bi hêdî hildihat û dadihatin. Bi kêf ji ser vê tahtê dipengizîn ser tahta din û bi kubarî li dû xwe dinerîn. Mîna ku bi sirûştê re diketin eşqê, nikilên xwe ha ha di erdê de dibirin û dianîn û xwe vedipejinandin. Beraşeyan li hewa dilîstin. Teyr nizm difiriyan. Li dera ha kundekî xwe li ser qûçekê danîbû û bi haweyekî kemlan li hawêrdora xwe temaşe dikir. Wîqe wîqa roviyekî ji dûr ve dihat. Pêjina guran ne dihat. Xuya dikir ku keroşk hîn ji mexelên xwe ranebûbûn. Ji çiyayê himber, nêrkewekî qert li dor xwe dizîvirî û bi haweyekî serxweçûyî bêwestan dixwend. Gava pişta wî diket newalê, dengê qebqeba wî, di newala din de digeriya û wek dengê gîtarê belav dibû. Dema berê wî diket newalê, îcar mirov digot qey komeke derwêş li ser serê çiyê li erbanê dixistin, wilo deng dida.

Heso, destê xwe dirêjî gopêl kir û bi qahr got:

”Xwe bide ser hev da berî baraneke din li me bide der, em xwe bigihînin wî bênamûsê çêwîş. Me ji Xwedê fêhm kir, mêrik hevalê çêwîş e. Hemû zilmê li me dikin. Ma mirov di vê roja ku teba nikarin ji qulên xwe derkevin, ji mala xwe derdikeve, hi! Em ji hirç, keftar, gur û berazan jî xurttir in. Tebayên herî mezin, em bi xwe ne. Howeh li vê ecêbê, me tiştek ji vê heyata xwe fêhm ne kir û ne kir. Ez ê li Circîs û Circîs jî wê li min xwe û çawîş û temamê eskeran jî wê li me hemiyan xin û bi ser de jî malê me bixwin. Tu dibînî bê em çiqasî bi aqil in ne wilo! Circîs nikare bibe zilam û dev ji berberiyê berde. Bi kuştina wî incex em ê bikaribin ji esker û qomandar û çawîş û mawîşan xelas bibin…”

Dilê Hemo bi halê wî şewitî. Bi qewlikê demaçeya xwe girt û eciqand û xwe bi ser hev de qiriçand:

”Ma tu dibêjî ez wî bikujim? Erê hema destûrê bide min û hew. Hi ihi ez ê niha herim cercûrê xwe di serê wî de vala bikim!”

Heso bi haweyê ku bê min çi xwelî li serê xwe kir min wilo got, axivî:

”Lo bavo tu jî lo, de heydê bi rêya xwe de, heydê…”

Tibabê du kîlometreyan rêya wan mabû. Lê ji ber ku Stilîlê di hindurê newalê de bû, hawêrdora wê bi çiyan rapêçayî bû û ew jî ne di rê de dimeşiyan, rê ji du kîlometreyan zêdetir bûbû. Di berpala çiyê re meşiyan, xwe ji berpalê bernedan û berpal û berpal çûn heta ku gihan nav bexçeyên stilîliyan. Piştî ku çem derbas kirin, li hindama mala dostê xwe Şaqûlo rawestiyan. Navbera mala Şaqûlo û qereqolê li dor du sed metreyekî hebû. Hemo bergîl sekinand, qapût ji xwe kir da dest Heso û rahişt kîsikê ku qundera wî tê de bû. Pala xwe da darê, şemitî. Lê dîsa pala xwe dayê. Li ser qerevîzkan bi lez çarox ji lingên xwe kirin û qundere girêda. Qundere û goreyên di hindurê qundereyê de ji baranê şil bûbûn. Lingên wî bi zor diçûn qundereyê. Demaçeya xwe, çifta Heso û rextê wî di şemedanê de pêçan, kir kîs û kîs di nav sêncên diriyan de veşart. Heso ji serma ku xwaribû û tirsa çêwîş, dilerizî. Devê wî ketibû hev. Ji bo ku Hemo vî aliyê wî nebîne, kuxuya, serê bergîlê berda û lingên xwe li newqa wê hejand.

”Apo apo bisekine!…”

Apo nesekinî. Hemo di hewşa qereqolê de gihayê.

Nobedarê qereqolê pêrgî wan hat. Du-sê metreyan ji wan bi dûr xwe berda ser kabokan, berê tivingê xist zikê wan û bi hêrs got:

”Hûn kî ne? Zû destê xwe bilind bikin û navê xwe bibêjin!”

Bergîl ji deng û keft û lepta ê esker cefilî û bêserî li hewşa qereqolê li hev doç bû. Ji ber ku axavtina bi kurdî li qereqolê û cem eskeran qedexe bû, Heso bi tirkiyeke xwar qêriya:

”Lawo Hemo, apo bergîl ket” got û serdevkî di bergîlê werbû.

Ew li erdê veziliyabû, ay û ûya wî bû û Hemo jî hîn destê wî li hewa û di temenê de ziq li ê esker dinerî.

Heso êşiyabû. Gopalê wî di zikê wî de çûbû, hinavên wî hinekî eciqîbûn. Di asasê xwe de, ji vê bûyerê dîsa jî sivik filitîbû.

”Qûnekê heram, zilam ketiye, zû here wî rake!”

Ê esker her çiqasî bi zirt digot ”here wî rake” Hemo hîn bêhtir xwe bi ser hev de dişidand û destên xwe bilind dikirin. Ewqasî bi tirkî nizanîbû. Jê werê ku wî çiqasî destên xwe bilind bikirana, ê esker jî wê ewqasî bi nermî pê re bipeyivya. Ji xwe çakêt lê teng bû, îcar baran jî lê hatibû. Ev hemû ne bes bû, tew bi ser de jî bişkokên ber xwe girêdabûn. Çakêt tam lê ziqziqî bû, zendên wî rast ne dibûn. Çakêt qutik hildabû jor û serikê dûçika qûnê bêstar mabû. Di halekî pir ne xweş de bû. Lê şensê wî baş geriya, ji hindurê qereqolê bi lez eskerekî din derket. Ê esker li ser bayê rêya xwe şiqamek pê ve zeliqand û ew saxtî kir. Dû re bi destê wî girt û ber bi Heso de kişand. Piştî ku Heso jî hema wilo li erdê saxtî kir û got ”bêşeref, vî gapîrî rake û werin hindurê qereqolê!” bi bazdan çû.

Dilê Hemo dilerizî. Nehişî li çep û rastê xwe dinerî, nizanîbû bê wê çi bikira.

”Kuro Hemo, Hemo hişê xwe bîne serê xwe! Ev te aqilê xwe winda kiriye, çi bi te hatiye, weh! Rahije min û min bibe hindurê qereqolê…”

Di dawiyê de Hemo ew bersêngî xwe kir, çû hindurê qereqolê û di nîvê salonê de sekinî. Li derdora xwe nerî ku cihekî bibîne û Heso li wir bide rûniştandin. Li ber deriyê ku diçû odeya çêwîş, pênc kursî rêzkirîbûn. Wî bêyî ku destûrê ji eskeran bixwaze, destê xwe dirêjî kursiyekî kir. Eskerekî girs î dirêj, jê re digotin ”Fatîh”, pehînek li zendê Hemo xist kursî ji dest pekiya.

”Qeşmer ew kursî ne ji bo we li wir hatine danîn. Hûn kengî wilo mezin bûne heta ku hûn li ser kursiyan rûnin, ha” got û bi serê xwe qorziya salonê işaret kir.

Hemo Heso li ser çementoyê danî û bi bazdan hat li ber Fatîh sekinî.

”Emir bike qomandarê min!” got û temene girt.

Deling û serê delingên pantorê wî seranser bûbûn bi herî. Heriya binê qundera wî ser çementoyê lewitandibû. Li gora isûl û adetên qereqolê, ev sûc bû. Bi bergîlê hatibûn hewşa qereqolê, ev jî sûc dihat hesibandin. Baş bi tirkî nizanîbûn, gotinên eskeran bi wan dubare kiribûn esker aciz bûbûn, sûc bû. Bi ser de jî sergirêdayî ketibûn hewşa qereqolê. Ji rêyeke dûr di qir û qefaliyê de hatibûn û pir westiyabûn. Û bedêla her sûcî jî lêdan û pere bûn. Dixwestin ku esker wan wek xwe insan bibînin û di meqamê wan de bikaribin li ser kursiyan rûnin. Ma ne ji xwe ji ber vê yekê bû ku Hemo bedil li xwe kiribû.

Eskerekî hûrik bêhnekê li Fatîh nerî. Dû re berê xwe da Heso, guh da ser halê wî û di ber xwe de bi dizîka ji xwe re got û biland:

”Rûniştina li ser kursiyê ne tiştekî ewqasî mezin bû. Heger van belengazan, ew rûmet ji qada me ya desthilatdar bidîtana, belkî hişê wan bihata serê wan û dev ji berberiya navxweyî berdana. Him ma ne qaşo herdu alî jî misilman in. Yanî pêxember û Xwedayê me û wan yek e. Em jî û ew jî em pev re rojî digirin û difitirin. Cejna me û wan yek e. Em û wan berê xwe didin Mekehê û di mizgeftekê de limêj dikin. Ew jî û em jî zekatê didin. Me bi hev re li ingilîz û yûnaniyan xistibû û em hatibûn kuştin. Me zir dewletek bi qeweta van çêkir. Di şerê Korê de dîsa ew bûn. Kafir û xayinên herî mezin em bi xwe ne ku me ew kuştin û me welatê wan talan kir. Em di malên wan de li ser doşekên hirî û zemberîşan rûdinin; zikê xwe ji goştê berx, kahr, elok û birinca wan dikin pêpîk. Û bi ser de jî em dest dirêjî keç û jinên wan dikin. Ev çi zilm e! Ev çi dîn e! Ev çi ûjdan e! Ev çi heq û hiqûq û edalet e!…” û ber bi hindurê qawîşê de lezand.

Fatîh piştî ku çend kulm û şiqam li dev û ruyê Hemo xistin, dest bi xeberan kir:

”Bênamûs lawê bênamûsan, kûçik lawê kûçikan, zû here wê bergîlê ji hewşê derxîne!”

Hemo bêyî ku destên xwe bihejîne û xwîna ku ji bêvilê diherikî paqij bike, di temeneyê de wek pisîkê ji cihê xwe çeng bû û bi bergîlê ve çû. Fatîh madê xwe ê tirş hîn tirştir kir, tifî çep û rastê xwe kir û ji salonê derket. Bêhnek ne ket wê navê, çefiyeke belek ku di xwînê de debixîbû xist destê Heso.

”Gapîr, bi vî paçikî pêşî heriya ser çementoyê paqij bike û dû re jî bi paçikê ku te li serê xwe pêçabû ziwa bike” got û pehînek li termaza wî xist.

Heso di nava xwe de dikeliya, lê ew kela wî ne ji ber rabestinên ku ê esker pê re dikir. Di dilê xwe de digot, ”ê ne Circîsko, Xwedê ji min û te re kerîm e, kuştina te bi destê min e” û çefî bi çementoyê ve didewisand.

Çefî a Fermanê stilîlî bû. Çend roj berê gava başçawîş û jina xwe li nav gund geriyabûn, Ferman jî ji dûr ve bi haweyekî balkêş li jina wî temaşe kiribû. Başçawîş aciz bûbû û li wê navê ew dabû ber kulm û şiqaman. Dû re jî ew kişandibû qereqolê û çar şev û çar rojan ew di zindanê de hiştibû. Jina wî ne yeke ewqasî xweşik jî bû. Bi tenê tilmiqûnên wê girover û mezin bûn. Xweşikbûna wê ji wir dihat. Pantorên teng li xwe dikirin. Gava dimeşiya tilmiqûnan hev disût, serê tilmikan di pantor de dizewirîn, wek du hinaran bel dibûn û hêdî hêdî dihejhijîn. Ferman xort bû û pîrekên bi pantor hîn ne dîtibûn. Li herêmê ji bilî xortan kêm zilaman pantor li xwe dikirin. Xort û zilamên stilîliyan ji tirsa lêdanê, di her gava ku başçawîş bi jina xwe re li nav gund digeriya, serê xwe dixistin ber xwe, li erdê temaşe dikirin û bi lez kolanên gund diterikandin. Dema ku jina wî diçû qehweya gund, her kesî berê xwe jê diguhert û yeko yeko belav dibûn. Beqalê gund, destek datanî ser çavên xwe û bi destê din jî tişt û mişt dirêjî destê jinikê dikirin. Jinik jî pir gerok bû, roja xwe ji malê bêhtir li nav gund derbas dikir. Baş bû ku ewqasî ne dihat gund. Ji destê wê gelek xortan xwe ji gund dabûn alî. Di eslê xwe de başçawîş ji aliyê jinê ve ne mirovekî ewqasî dilxerab jî bû. Ji ber ku jinik, bi tena serê xwe li bajaran digeriya. Diçû bendava Nisêbînê seyrangehê. Li bajêr gelek hevalên wê ên dikandar hebûn. Li malên wan radiket. Diçû Mêrdînê. Li wir jî hevalên wê hebûn. Geh li malên wan, geh li hotêlan radiza. Lê digel wî haweyî başçawîş dîsa jî hîç tahmûl ne dikir ku xortên stilîliyan li jina wî temaşe bikirana.

Heso bi qûnkişkê hindurê salonê paqij dikir. Tirsa çend rojan û serma ku bi rê de xwaribû di dilê wî de li hev geriyabû. Mîna ku dendikê zebeşan diçirisand, her ji bêhnikekê taximên diranên wî li hev diketin. Lêv tam bi hev zeliqî bûn û rîha wî wek dara ku pelên xwe biweşîne, diricifî.

Fatîh ji qurm de bi rîha wî girt û xwe bi ser de zirzitand:

”Pîsê heram, dengê xwe hilde û bibêje bê tu çi dibêjî! Tu siqêfan dikî ha?”

”Qomandarê min ez tu tiştî nabêjim. Haşa, ma ez kî me ku ez ê bikaribim gotinên xerab bi zatekî wek te mezin re bikim. Te tu qisûr ne kiriye qomandarê min. Qisûr hemû ji me ye. Dibe ku me hinekî hûn aciz kiribin, xete ji piçûkan efû ji mezinan, me bibexişîne…”

Bi destê Fatîh girt, kir ku maçî bike. Fatîh destê wî heliqand û xwe jê vekişand.

Heso li ber xwe neket. Dîsa stuyê xwe jê re tewand û lingê xwe ê seqet işaret kir:

”Aha binere qomandarê min, lingê min şikestî ye. Circîs Aslan” got û di cih de sekinî.

Soza ku şevê din bi Sarê re dabû hat bîrê. Fikirî û fikirî û da ber hev. Aliyekî wî yî pêxemberî hebû. Çawa ku pêxember, xelîfe, siltan û qiralên dinyayê jî gava diçûn şer, jin bi xwe re dibirin, ji zewqa ku jinê dida wan bêhnfireh dibûn û biryar didan, Heso jî wilo fikirîbû. Ji bo ku bizanîba Circîs çûbû gilî yan na, bi Sarê re raza bû. Jê re soz dabû ku Circîs ne çûba qereqolê û gilî lê ne kiriba, wî jî wê ji vê hatina xwe re rêyek bidîta û behsa pevçûna doh ji eskeran re ne kiriba. Piştî ku di ber xwe de got ”na na, ew hatiye vê qereqolê û gilî li me kiriye, ma ne Kenêr jî wek min fikirîbû!” û bi ê esker re tevda:

”Qomandarê min, Circîs hinavên min bi lêdanê birîndar kirine, ji destê lêdana wî, îro çend roj in min nan ne xwariye; dilê min ji nêza li hev dikeve, ez pir diêşim, pir!”

Heso, herçi esker bûn xweş nas dikirin. Dizanîbû ku çiqasî xwe ji Fatîh re daniya, gava ku çend qurûşek ne dabayê wê fêde nekira. Lêbelê mîna ku bi vê yekê hîç nizanibû, dîsa jî xwe jê re datanî.

”Qomandarê min, ê ne te ne dît bê Circîs Aslan û zarokên xwe û muxtarê gund Bedran Aslan, çi afatî bi serê me de anîn!”

Fatîh destê xwe di nava wî rakir, bi dengekî bilind û sivik sivik peyivî:

”Kûçik, ev tu çi dibêjî! Circîs mircîs, Bedran medran heywan in, insan in çi ne?”

Heger hema bêhnek din Hemo ne hatiba, Fatîh wê Heso bi şiqaman gêj kiriba.

”Lawo Hemo zû pereyan derxîne”got û xwe dada çakêtê wî.

Bi berstikê girt û bi teqil ew ber bi xwe de kişkişand. Bişkoka jor di qulpikê de şikest çakêt vebû; wî wek zarokan destên xwe di paxila wî de gerandin. Qewlik ne dît. Vê carê jî bi kurdî û bi wahc peyivî:

”Kuro kanîn pere?” û bi herdu destan pêxêla Hemo hejand.

Fatîh bi gotina wî re piştî ku pehînek di pişta Hemo de werkir, hestiyê kefa destê xwe li eniyê xist, serê wî li dîwêr ket. Taximên diranan ji dev pekiyan. Taximê jor bi ser çefiya ku pê salon paqij dikir gindirî û tîtikî xwe palda. Hersê diranên wî ên pêş ji heriyê xuya ne dikirin.

”Qeprax, ma vir mala te û bavê te ye ku tu bi zimanê kirokî diaxivî, ha!…”

Wî herdu destên xwe bilind kirin û bi haweyekî kelûgirî got:

”Pir estexfîrulah qomandarê min! Ez jî nizanim bê çawa ji devê min derket. Min di hizûra cenabê te de pîsiyek kir, min bibexişîne…”

Hemo qewlik li ser taziyê xwe girêdabû. Bi lez ji ser tazî kir û dirêjî destê Heso kir. Qewlik ji çermê gê bû. Zînê qewlik li ser sê taxan bi nexê şimakirî dirûtibû. Xwêhdanê li qewlik vedabû şima nerm kiribû û şimê di qulikên dirûnan re dabû der. Heso bêmefer qewlik vekir, serê xwe bi ser de bi haweyê ku Fatîh nebîne tewand û destê xwe di nav taxên pereyan de li kaxeta herî piçûk gerand. Pere hemû 2700 wereqeyên tirkî bûn. Çar kaxet jê pênc sed pênc sed, sisê jê sed sed, pênc jê pêncî pêncî, yek deh û ên din jî hemû bîst bîst bûn. Pereyekî pir bû. Heso tu carî bi ewqas pere ne dihat qereqolê. Heger bi rê de bizanibûya ku ewqas pere li ser Hemo ne, miheqeq wê du hezar jê di bin tahtekê de veşartibana. Bîst wereqe xistin destê Fatîh.

”Aha wilo gapîr were îmanê”got û çû.

Vî hîn salon derbas ne kiribû yekî din hat. Ev ê ku dihat Cengîz bû. Heso bi hatina wî kêfxweş bû. Rîha xwe firkand û keniya:

”Ooo Cengîz bey, ev tu li ku derê bû yaho, tu ne xuya bû. Agir bi malê neketo ji sibeha Xwedê de em li vir di vî halê ne xweş de ne, tu li vir î û tu nayê bi me ve ha!…”

Cengiz bêdeng bêhnekê li wan nerî. Dû re paniya potîna xwe tam xist defa sênga Hemo û bi dîwêr ve eciqand. Çavên Hemo wek du xarên zindoqî lîstin. Piştî ku şiqamek çelpand patika serê Heso, xwe bi ser de tewand û kire zirte zirt:

”Hûn li gund tivingan berdidin hev, ha! Ê ne îşev em ê we bi lêdanê tirek bikin!”

Heso wek çûkê ku başoke di ser re bifire, xwe melisandibû û ziq li kortikên çavên wî dinerî. Lê ecêbmayî mabû. Hêviyeke wilo jê ne dikir.

Berî niha bi sih û çar rojan dê û bavê Cengiz ji bajarê Gelîbolûyê hatibûn Stilîlê. Heso bi mebesta ku lawê wan li himberî Circîs bi kar bîne, ew ezimandibûn. Du şevan li mala wî raketibûn. Ew biribûn Nisêbînê û tam 1050 wereqe li wan mesref kiribû. Ji mala xwe bi qedir û qîmet ew bi rê kiribûn. Cengiz nanê wî pir xwaribû. Car caran pere jê xwestibûn û wî jî dabûyê.

”Qomandarê min Cengiz, ha ji te re jî bîst wereqe.”

Cengiz bîst wereqeyên wî heliqandin. Tiliya xwe a girdikê danî ser gwîzeka qirika wî tilî di gwîzekê de çû xwar û devê xwe anî ber guhê wî:

”Pîrê qûnvirik bîst hindik e, pêncî bide min.”

Heso bêkip pêncî wereqe dayê. Cengiz çû.

”Apo, min tiştek ji exlaqê van eskeran fêhm ne kir, him pereyan ji me distînin û him jî li me dixin!”

Heso tiliya xwe anî ber devê xwe:

”Hişşş dengê xwe neke, bi a wan bike” got û wî hiş ne kir: ”Lawê min, her çi esker in qehb in. Ma tu hîç ne çûyî kerxanê? Miheqeq tu çûyî. Herçi qehbik e bêfedî ye. Perda ruyê wê qetiyaye. Him mirov berdide ser xwe û him jî gava tiştekî mirov li hesabê wê ne hat, tiliya xwe diavêje qûna mirov û ji mirov re ‘qûnde’ dibêje. Li kerxanê ez rastî gelek pîrekên wilo hatime. Ax ji destê van tirkan!” Destê xwe li sênga xwe dixist û bi teqil digot.

Di eslê xwe de Heso, carekê çûbû kerxaneyê, lê tiştek bi jinikê ne kiribû. Jê re ”abla” gotibû. Jinikê jî pere jê stendibûn, çend şimik tê werkiribûn û ew ji odeya xwe avêtibû. Ji Sarê pê ve doxîna wî li tu pîrekê venebûbû.

”Lêbelê apo, ma ne Aydin Guzel jî tirk bû. Ew wek melayiketekî bû. Berberî ji nav me rakiribû, destava di axuran de qedexe kiribû. Eskerên wî ji dêvla ku li qaçaxê bigeriyana, îcar di axuran de li gû digeriyan.”

Heso ji dil keniya:

”Erê xweş tê bîra min, gava ku Aydinê qomandar, Circîs li ser guyê ku di êxur de kiribû bi pereyan çend carekî ceze kiribû. Aydino zilamekî baş bû, bi me gû ji axur û maxur û bin sefirne û mefirneyan rakiribû û qedemgeh bi me dabûn çêkirin. Gava qaçaxçiyan li hidûd dixistin jî, wî gotineke çort bê çî ye bi me re ne dikir.”

”Ax ku tirk hemû wilo wek wî bedew bana!”

”Tirk û qenc ha! Aydino ne tirk bû ehmeq. Ew miheqeq ji tuxmê yûnaniyan bû. Ma te hîç eskerekî bedew, xweşik û porzer ditiye? Aydino xortekî porzer û li hevhatî bû. Di qîzaniya xwe de porê Sarê jî hinekî zer bû. Pêxemberê me bi xwe jî hej porzeran kiriye. Yanî Aydin bi tirkî peyivî be, wê bibe çi! Ez jî bi tirkî dizanim, îcar ma ez bûm tirk? Na. Circîs çi be tirk ew in; tuxmê wan yek e.”

Heso hîn di bin tesîra van gotinên xwe ên mêranî de bû, eskerek bi lez derbas bû û hilkişiya jor.

”Hê hê esker efendî, patîşahim, allahê min pere pere!”

Lê ê esker hîç guh nedayê.

”Apo, ma tu dibêjî esker wê hîn jî bi ser me de bên?”

Xwîn di Heso de geriyabû. Sahwa xwe revandibû. Kaxetên bîst bîst û pêncî pêncî ji hev veqetandibûn, xistibûn du bêrîkên şerwêl û qewlik li ser taziyê xwe girêdabû.

Keniya û got:

”Helbet wê bên, pere hene pere. Ji bilî çêwîş tam yazdeh esker li vê qereqolê ne, ew ê niha yek bi yek bên û destê xwe li ber min vegirin. Ez ê jî bidim; ji bo ku wan li Circîs tam sor bikim û şerefa wî têxim bin lingan. Şeref û namûs bi pereyan tê parastin, birako. Ma ku ne bi qeweta pereyan be, em ê çawa bikaribin nehêlin ku di vê qereqolê de esker pê li şerefa me bikin! Camêrî bi pereyan dibe. Ma te feqîrekî camêr dîtiye? Na, te ne dîtiye. Feqîr bixwazin jî nikarin bibin camêr. Heta mirov bi pereyan dikare bihuştê jî bikire. Xêr û xêrat bi pereyan dibin. Wey li halên feqîran be!”

Hemo devê xwe bi gotineke mezin dagirt, wî rê nedayê. Xwêzî di qirika Hemo de ma, ji mecbûrî pala xwe da dîwêr.

”Hemo!”

”Çî ye apo?”

”Niha bi rastî dikeve serê te ku bihuşt û cehneme heye?”

”Apo ez xulamê te me dev ji van kufiriyan berde. Em di cîhekî teng de ne, vir ne cihê wê ye.”

”Ehmeqê heram, ku dibêje vir ne cihê wê ye: Ji xwe vir tam cihê wê ye. Xwedê dev ji vê qereqolê berdaye. Di vir de kî ji Xwedê re çi bibêje jê re dimîne. Mirovê gava lingên xwe avêt hindurê hewşa qereqolê, melayiketên ku xêr û gunehan dinivîsînin ji ser herdu milên wî difirin û ew bi tena serê xwe dimîne.”

Heso wê hîn gelek tişt bigotana, lê ê esker ne hişt.

”Qûnekino hûn çi dipeyivin?”got û kulma xwe bilind kir ku li devê Hemo xîne.

Heso destê xwe ji kulma wî re kir mertal, bîst wereqeyê di kefa destê wî de ji ê esker xuya kir. Esker kulma xwe danî; bêdeng pere berdan bêrîkê, wek dînan li dor xwe nerî û bi lez çû.

”Bênamûso ecemî ye, ha. Hîn baş fêhm ne kiriye ku bê mirov xwe çawa difroşe”got û di cih de qut kir.

Eskerekî din bi rê de bû. Êdî hedê wî bû biaxiviya. Ê esker hîn sê-çar metreyan ji wan dûr bû, wî destê xwe hilda. Bîst wereqe bi tiliya xwe a girdikê û işaretê girt û dest hejand. Dû re ji nişkê ve destê xwe danî, avêt bêrîkê û pêncî wereqe derxist.

”Qomandarê min Yavuz, ev jî xelata te ye, min ji te re hilanîbû.”

Yavuz zilamekî dirêj î dagirtî bû. Heso pir jê ditirsiya. Zalim bû. Carekê di mala wî de bi sebeba ku çima goştê elokê jê re çênekiribû, tifî tepsika hêkên qelandî û beroşa birincê kiribû û du kulm li argûşkên wî xistibûn. Argûşk ji ser hev çûbûn û Heso li dor mehekê nexweş ketibû. Û du caran jî ew li qereqolê xistibû felaqeyê.

Yavuz piştî ku qotê serê Heso teptipand û bi qot de tif kir, li ber Hemo çong berdan. Hişk bi berstika wî girt û bi qahr got:

”Lawê qehbikê, ev te hîç ji destê min lêdan xwariye gelo?”

Hemo wek lempeya ber bê, di cih de xwîn lê vemirî. Gewdeyê wî serê wî ranegirt, stuyê wî xiliya û bi dengekî xeniqî lêvên wî ji ser hev çûn:

”Na qomandarê min.”

Hemo kilkiland.

”Na ha! Ê ne îşev bi lêdanê ez ê di jina te…im!”

Dû re ji qurm de bi herdu guhên wî girt û hêdî hêdî rabû ser xwe. Her ku wî hildida xwe, Hemo jî wek hêlîna zelore, piç bi piç pê re bilind dibû. Serê wî çar caran li dîwêr xist û hîç jî kirpînî ne ketê. Piştî ku ji Heso re got, ”min di Xwedayê te kut…o, ji bo mêrxasekî wek min, ma pêncî wereqe ne hindike, hi?” û kulmek li devê wî xist.

Lêva wî a jor bi kulmê re ecinî. Xwîn jê ne hat. Heso çi pereyên ku di bêrîkan de hebûn kir qefil û bêyî ku tiştekî bibêje avêt ber lingên wî. Ji ber ku piraniya eskeran her tiştê xwe bi plan di mista başçawîş de dikirin, Yavuz rahişt du kaxetên pêncî pêncî, wek çixareyê pêça û rîha Heso pê şeh kir. Piştî bêhnekê bişkokên pantor ji qulpikan kir, serê qereqopkê xwe derxist, pere pê firkand û firkand û berda bêrîka xwe. Dû re jî ji kezebê elq da xwe û pelxemeke mezin tam di kortika serî de werkir. Pelxem di navbera birhuyan re wek ava cokê bi lez herikî, herdu çavên wî şil kirin, xwe berda ser simbêlan û li wir civiya. Heso pelxem bi zendê xwe ê rastê paqij kir. Ji enîşkê heta ku digiha bazinê dest, pelxemê wek pizana pez xuya dikir.

”Qûngenî bi êvarkî re em ê hevdu bibînin!” got nav şeqên xwe firkand û çû.

Li gora adetên eşîrên herêmê, bi haweyê ku ê esker kir sûcekî mezin bû. Cezeyê wê jêkirin bû. Lê li himberî wê yeka ha jî kirpînî ne ket Heso. Îcar piştî ku ê esker çû, di ber xwe de got û hey got:

”Bi kêmanî gerek min bigota, ‘qomandarê min eyb e, têra me li me xîne û wî tiştê bi xwe ve di ser serê me re nehejîne. Ê bi te ve bi me jî ve heye. Oh tu jî lo, dibû ku li min bida û lingê min ê din jî bişikenanda. Ez tirsiyam. Na, dema ku bi bafîka qaçaxçiyan li tabûra Nisêbînê yuzbaşî di devê min de mîzt, ez li himber rabûm û min qiyamet rakir! Destekî min şikenand û dîsa jî min jê danexwar. Baş e îcar çima niha min li ber xwe neda û ji vî bavkûçikî daxwar? Him ji xwedayê min re jî xeber da û min dîsa jî deng ne kir.”

Piştî ku hinekî ponijî, bi qehr bersiva xwe da:

”Îcar çi yanî? Bila xwedayê min li ser xwe bixeyidiya.”

Vê carê jî bi xwe re xeyidî:

”Ji tirsa lêdanê mirov çawa dikare xwe ewqasî piçûk bixîne!” got û qut kir. Lê çawa qut kir wilo jî xwe haş kir:

”Na na, ne ez, Circîs piçûk e. Heger min bizanîbûya ku wê bi desthilanîna min re, esker nebûna hevalên wî, min ê tofan rakiribûya. Lê ez çi bikim ax ji destê Circîsko” got û guh da ser aqilê xwe.

Ê esker siqêf bi xwedayê wî re kiribûn. Dixwest daqurtanda, lê dikir û ne dikir ne diçû xwarê. Circîs ji bîra kir. Ji kûr û dûr diponijî û giraniya aqilê xwe hemû berda ser islamê, Xwedê û edaleta wî. Li xwe difikirî. Misilman bû û îbadet ji Xwedê re dikir.

Niha bi rastî qey ev Xwedê vê zilmê nabîne gelo?

Belê dibîne.

Baş e, çima deng nake?

Qey îman bi min re nemaye ji ber vê yekê.

Na, ne wilo ye. Ma Sarê jî bêîman e?

Na, ez bawer nakim. Ew îmankamil e.

Baş e, Xwedê çima li ser zilma ku eskeran bi wê re kir, deng nekir?

Qey Xwedê qedera wê wilo nivîsiye.

Xwedê niheqe ku qedera wê wilo xerab nivîsandiye. Bi rastî di vir de tiştek heye.

Belkî ji ber ku xweha Circîs e…

Erê ji bo çi her tişt bi emirê Xwedê dibe? Yanî niha ev esker bi emirê Xwedê li me dixin?

Erê. Gava Xwedê qebûl neke, ew nikarin li te xînin.

Yanî niha li nezaretxaneya Mêrdînê polîsan ew jopên ku dixistin min û di devê min de dimîztin, bi emirê Xwedê bû?

Erê. Xwedê qedera te wilo nivîsîbû. Xwedê wilo xwestibû.

Yanî niha insan bi emirê Xwedê çêdibin û dimrin?

Erê. Her tişt bi emirê Xwedê çêdibe û dimire.

Naxwe Şeytan jî bi emirê Xwedê bûye Şeytan.

Erê. Gava Xwedê nexwesta, dikarîbû ew ne kira Şeytan.

Baş e, Xwedê Şeytên li himberî kê bi kar tîne?

Li himberî insên.

Baş e, Xwedê çima insên çêdike? Û him wan û Şeytên û him jî wan xwe bi xwe berdide hev? Çi fêda wî tê de heye? ”Yanî niha Xwedê Circîs berdide pêxêla min, ha?” bi dengekî bilind got û hema pê re jî bi xwe hisiya ku tiştekî ne baş kiriye.

Heso piştî ku ji hecê vegeriyabû di derbarê islamê de gelek caran bi melayê gund re devjeng girtibû. Berê jî ev aliyê wî hebû lê ne ewqas bû. Heger di herêmê de hin ilimzanên olnenas hebûna, wê bi rehetî Heso li himberî islamê rakiribana. Wê demê jî miheqeq wê dev ji berberiyê berda û li tifaqiyê bigeriya.

Hemo bi dengê Heso re cefilî:

”Apo, devê xwe bigire, binere wê esker bên me ha!”

Heso ziq lê nerî û bi heweyê ku wî zilam nehesibîne, serê xwe lê hejand. Hemo fêhm kir. Lê li xwe ne kir tiştek.

”Apo, ez dibêjim, gava ku em derketin meqamê çêwîş, em ê giliyên eskerên wî jî li ba bikin. Ma tu çi dibêjî?”

Heso li ser hev du dengan kuxuya. Kuxuka wî hinekî hişk bû. Bi sênga xwe girt. Kuxuk dîsa hatêyê, lê wî hewl da ku nekuxe. Serê xwe berda ber xwe û bi dizî got:

”Ma kûçik goştê kûçik dixwe?”

”Na.”

Piştî ku beşişî, pişta stuyê xwe xurand. Dû re tena tena got:

”Belê belê, gava birçî be dixwe û hey dixwe.”

”Min fêhm ne kir.”

”Heger gava ez bikaribim sê-çar hezarekî berdim devê çêwîş, ew ê li pêş çavên min di devê eskerên xwe de jî bimîze.”

”Lêbelê apo çawîş ne mirovekî birçî ye.”

”Tu çiqasî bide insên ew ê dîsa jî çavbirçî be. Insan mexlûqekî ku dişibe Xwedê…”

Hemo bi destê wî girt, hejand û maçî kir.

”Apo, ez xulamê te bim tu ê bes bikufirî. Di vî cihê teng de û…”

Wî bi qahr destê xwe kişand:

”Kerê çolê, vir tam cihê wê ye. Ma di cehnemeyê de jî em ê nikaribin bipeyivin, weh! Çawîş û Xwedê!…”

Dengê wî bilind derket. Ew eskerê ku dilê xwe bi halê wî şewitandibû, li ber sekinî. Xwe bi ser de tewand, tiliya xwe anî ber devê xwe û got:

”Amca, hişşş!”

Heso bi haweyekî serxweçûyî bi destê wî ê çepê girt û hejand:

”Ha ji te re jî bîst wereqe.”

Ê esker li ber xwe ket. Bi hêdîka destê xwe ji nav ên wî kişand û bêyî ku pereyan bigire, bêdeng çû.

”Lawê xanimê, hindik dît, hindik. Çima ne sed wereqe bû, ranehiştê” got û li mijara xwe a berî niha vegeriya.

Deriyê ku ji odeyan dihat salonê hesinî bû. Derî bi boyaxeke renkxwelî boyax bûbû û li ser vê boyaxê jî dîsa bi boyaxa sor ala Tirkiyê hatibû çêkirin. Ji kêşa boyaxê dida der ku boyaxker esker bûne. Cih bi cih şûna firçeyê beloq dixuya. Pencereyeke piçûk di derî de bû. Cama wê zere bû. Hema di ser perwaza derî re sûretekî Atatirk î mezin daliqandîbû. Wek vî sûretî mezin sûretekî wî î din jî ji aliyê hindur ve bi ser deriyê ku li hewşê dinerî daliqandîbû. Herdu Atatirk jî bi cilên eskerî bûn. Atatirkek li ser latekî bilind sekinîbû û bi destê xwe ê rastê mîna ku dijmin işaret dikir, dirêj radabû û ê din jî li ser hespekî girs î qer bi haweyê ku êrîş dikir di liv û tevgerê de bû. Hindurê salonê yekser bi boyaxa eskerî hatibû boyax kirin. Li ser dîwaran bi tîpên mezin hatibû nivîsîn ku tirk firtone ye! Tirk bahoz e! Tirk diperçiqîne! Tirkek himberî dinyayê ye! Wey xwezî bi dilê wî ê ku bibêje ez tirk im! Dîwar bêşibake bûn. Di derî re ronahiyê dida hindur. Ronahiya şikefteke kufarî çiqas bû a vê salonê jî ewqas bû. Ê hoste, miheqeq qereqol di hersê-çar mehên havînî de ava kiribû. Heger bîr biriba ku ronahiya zivistanê wê tu carî bi qasî a havînê neba, ew ê du-sê kulekên piçûk di vê salonê de vekiribana.

Reqînî bi deriyê salonê ket, Heso bîst wereqe xistin destê xwe, serê xwe rakir û wek mêr li devê derî nerî. Di dadgeha ku wî berî niha ji xwe re danîbû, Xwedê neheq kiribû û berê xwe dabû Circîs.

Esker bi zirt got:

”Bênamûsino hûn çi dipeyivîn!” û bi guhê Heso girt.

Guh bi zixur firkand û hey firkand.

”Qomandarê min Mehmet, ha ji te pere pere pere!…”

Wî guh berneda heta ku xwîn jê ne hat. Piştî ku vî eskerî pere berdan bêrîka xwe, îcar paşê xwe da wan û xwe daqûl kir. Devê qûna xwe xist devê Heso, xwe bi ser hev de zewirand û tirek berda. Hemo bêhemdî xwe dengekî keniya. Kenê wî li hesabê Mehmet ne hat. Mehmet bi şiqaman êrîşî ser kir. Piştî ku ew bi şiqaman gêj kir, ”tu ê bi tira min bikenî ha! Ê de heta li min û te bibe êvar!” got û çû.

Heso bi ser Hemo de hilbû:

”Tu çima keniya? Te çi ji tira wî bû? Bila bin xwe jî tije bikira, te çi jê bû, weh! Tu çima dilê wan ji me dihêlî? Ma te ji bîra kiriye bê em ji bo çi hatine vir, hi?”

Hemo serê xwe berdabû ber xwe, mîna ku bêisûliyek mezin kiribe bêhis û pis guhdarî dikir. Di dawiyê de xwe ne girt:

”Apo, bi rastî ma wî ji xwe fedî ne kir ew tişt kir? Ma ne qaşo zilam bû.”

”Kuro ehmeq, me heywan dibînin. Ma mirov ji kerê, çêlekê, ga û ma fedî dike ku mirov li himberî wan tirê neke, hi? Na. Ê em jî ker û ga ne. Birako, bedilê ku te li xwe kiribû, dîsa jî rê li ber tira mêrik ne gir, te dît ne?”

Dengê qelebalixa zarokan ji dûr dihat. Mirov digot qey bi kaban dilîstin. Yekî rê ne dida yekî, hemû bi hev re diaxivîn. Dengê yekî ji wan li ê hemiya ferq dikir. Mîna ku lawê şêxê gund bû, pir bi ser hevalên xwe de hildibû. Çûkekî beytik her ji kêlîkekê xwe dadida ber deriyê salonê, bêhnçikyayî nikil li ser hev li erdê dixistin difiriya û dîsa bi eynî meqamî dihat. Tiştekî çêrê jî li wir tune bû. Beton ditiktikand. Bala Heso kişandibû. Vizîniya mêşeke reş û girs bêdengiya salonê xerab dikir. Mîna ku hinera xwe şanî Heso dida, li dor xwe dizîvirî, dizîvirî û ji nişkê ve xwe li bin guhê cama derî dixist. Ji camê dipengizî erdê, piştî ku çend saniyan nehişî dimeşiya, dîsa dest bi fira xwe dikir. Deriyê ku li hewşê dinerî vekirîbû, lê wê xwe li bin guhê deriyê girtî dixist. Şûna şiqamên di ruyê Hemo de ji devê derî jî xuyanî dikirin. Xwîna bêvilê sekinîbû, bêvil nepişî bû. Cilên wî di xwînê de mabûn. Lê heta ku mirov tam ne çûba ber, xwînê xuya ne dikir.

”Qûnekino, xwe bidin ser hev komutan bang we dike!”

Navbera cihê wan û başçawîş ne ewqasî dûr bû. Bi tenê wê pênc-şeş derenceyan bi jor ketana. Heso ling nedan ber xwe. Dikarîbû ling bidana ber xwe, ya jî bi nikilkê û dîwar û dîwar xwe bigihanda derenceyan. Mirov nikarîbû xwe bida ser lingê fikyayî, lê mirov dikarîbû bi qeweta darekî xwe bida ser lingê tehenî û bimeşiya. Doh jî bi vî haweyî xwe berdabû ser bênderên gund û li himberî komutanê hidûd li ser pêyan sekinîbû. Heso xwe bi erdê ve kir risas. Wî digot qey ez xwe çiqasî bêhal bixînim, başçawîş jî wê ewqasî li min guhdarî bike û li gora kêfa dilê min here. Belkî sed carî hatibû vê qereqolê. Di her cara ku dihat rû ne distend, karekterê başçawîş û eskeran bi qasî ê xwe nas kiribû û dîsa jî xwe li himberî wan dixist rewşeke wiha kasûlî. Heger di vê bêhnikê de Circîs li vir ba, ji qayişa wî re miheqeq wê bi tena serê xwe heta meqamê başçawîş bimeşiya. Ji ber ku carekê dîsa wek her tim, komutanê hidûd darîçavê gundiyan, diranekî wî î pêşî û ê Circîs bi tayê naylon bi hev girêdabûn û serê herduyan hêdî hêdî paş ve kişandibû. Diranên wan ji qurm ve rabûbûn û kipînî jî naketibû yekî ji wan. Li gora wan, gava ê ku bigota ”ay”, ew dibû tirsonek û ê din jî dibû mêrxas. Bi qasî ku digotin, xwîna pezekî ji devê wan hatibû.

Hemo ew li pişta xwe kir û bi derenceyan ve hilkişiya. Deriyê odeyê vekirîbû û Yavuz jî di devê derî de sekinîbû.

Başçawîş bi zirt got:

”Esker, wan berde hindur!”

Di hizûra wî de, Hemo bêhnekê li ser pêyan sekinî. Di cihê xwe de diqeliqî, bi zor xwe li tena digirt.

”Wî kevjalî deyne ser çementoyê û tu jî li ser lingan bisekine!”

Hemo:

”Ser serê min qomandarê min” got û yekser emirê wî anî cih.

Mustafa başçawîş yekî qut î qalind û esmer bû. Mirovekî qûnsîrî û ji serxweçûyî bû. Araqvexwir jî bû. Ji mêşekê bi jehrî diket. Ji gotineke piçûk dikarîbû çewaleke gotin derxista û êrîşî mirov bikira. Heyvanê şexsiyetê bê çi bû li ba tune bû. Başçawîşên ku hatibûn vê qereqolê hemû jî zirçonên zilaman bûn. Heta piraniya eskerên vê qereqolê jî di tayê başçawîşan de wilo serxweçûyî bûn. Zilmeke bêsînor di serê xelkê herêmê de dikirin. Kesekî nikarîbû gilî li wan bikira. Her çiqasî çend carekî hin maqûl, şêx û axayên herêmê giliyên wan li ba waliyê Mêrdînê kiribin jî, gilî bêbersiv maye û di dawiyê de van kesan him ji teref fermandarên tûgayaa Mêrdînê û him jî ji teref yuzbaşiyê tabûra Nisêbînê û başçawîşan ceze xwarine.

Berê xwe da Heso û li ser hev destê xwe li maseyê xist:

”Zirto, we dîsa çi gû xwariye? Hûn wek du dewletan bi sîlehên giran ketine nav hev û we hevdu birîndar kiriye. Ma we ji min destûra şer stendibû? Ma ne qaşo ez qiralê we bûm. Hûn çawa dikarin bêyî min şer bikin? Hi, tifî, bênamûs, pîsên heram!…”

Qedeha ku ji şeraba sipî tije bû, hindik mabû biqulipiya. Jina wî hema di kêleka wî de li ser kursiyê rûniştîbû. Bi haweyê xatûnî rabû ser xwe tena tena meşiya, destê xwe li ser maseyê gerand, çend kaxetên belavbûyî dan ser hev, li Heso nerî û kaxet dirêjî ser maseyê kirin. Vê jinikê dîsa pantorekî reş li xwe kiribû û xwe nîvtazî girêdabû. Fanêreyekî pêş û paş vekirî, qulqulkî û zere li xwe kiribû. Laşê wê mîna penêrê koçeran sipî bû. Laş û fanêre li hev dixwar. Memikên wê ên mezin û girover wek du hinaran bi hêwana sêngê ve daliqandîbûn. Serikê memikan step û qeresî bûn. Şana di coka memikan de mîna ku gul vedabû, sipehiyeke din bi bergeha sêngê dixist, sêng dikir bax û bexçe û difûrand. Lê mixabin gava radibû ser xwe, ew memikên bêhnek berê, bi qama wê a qut ve mîna guhanê bizinan lewliqî bi ser zik de dihatin xwarê. Çîmçitikî jî bû. Porê xwe ê reş û gijikî di boyaxa zer de guvaştibû; por kemêl kemêlî bûbû. Ji dûr ve wek tûmê tahliyê dixuya.

Sûretê Atatirk li pişt başçawîş bi dîwêr ve daliqandî û yek jî li ser maseya wî çikilandî bû. Ji çarçova sûretê li ser maseyê ku ji zîv bû, xuya dikir bê başçawîş çendî ji Atatirk hez dikir. Axayekî herêmê ev çarçove kiribû. Mirêkeke mezin di dîwarê pêşberî derî de bi hosteyî hatibû bi cih kirin. Herçar qiraxên wê bi qeseba sipî nixumî bûn. Li gora Heso di cihekî wek qereqolê û meqamê komutên de, daliqandina mirêkeke wilo mezin bêisûl dihat. Kî dizane belkî ji bo jinikê bû; belkî jî ji bo ku di mirêkê re li rezalet û perîşaniya gundiyan temaşe bikira û hîn bêhtir têketa çav xwe…

Heso bi dengekî lerzok got:

”Qomandarê min, min şêst derbas kiriye. Di xortaniya xwe de dibe ku min hin gundî êşandibin. Lê ez bi wî xwedayê mezin sund dixwim, ji sih saliya xwe vir ve hîç nayê bîra min ku min şiqamek bê çî ye, li mirovekî xistibe. Em di mala xwe de rûniştî di ser şîvê de bûn û Circîs koma xwe anî ser me.”

Başçawîş dîsa bi şid destê xwe kulmikî li maseyê xist û çeng bû ser pêyan. Navika wî digiha qiraxa maseyê. Berê xwe da Hemo û bi zirt got:

”Di derbarê bûyerê de tu çi dibêjî bêşeref?”

Hemo jî tam bi dengekî bilind:

Ben bilmez emce bilir! Ez nizanim apê min dizane” û li Heso nerî.

Bi rastî Hemo mirovekî fêhmkwîrî bû, dereng tê digiha. Nizanîbû hema wilo zû tişt ji hev bifesilandana û gotin li gora cih û wextê bi kar bianiya. Ne zilamê siyasetê bû. Berberçî bû, lê her tim jî winda dikir. Sebeba herî mezin ku Heso ew kiribû cîgirê xwe, li girtîgeha Mêrdînê bi salan pê re raketîbû û bi vê girtinê di civatê de cihekî wî î taybetî çêbûbû. Civatê ew kesên ku li ser kuştina mêran dihatin girtin, mêr û mêrkuj qebûl dikirin û cihekî bilind dida wan. Digel wî haweyî Heso dîsa jî ne dixwest ku ew bikira cîgirê xwe. Di eslê xwe de dilê wî ji Sêdiq re dixwest. Lêbelê ji ber ku Sadiq jî ji aliyê exlaqî ve li meseleyan dinerî û li gora wî berberî jî bi haweyê exlaqî ne dibû, Hemo kiribû cîgirê xwe.

”Bêşeref ez bi te re dipeyivim, te çi ji apê xwe ye, zû bibêje!…”

Di bersiva başçawîş de gerek dengê xwe hilnedaba. Denghildan bi tenê heqê başçawîş û eskerên wî bû. Dîsa bi dengê berê:

Ben bîlmez emce bilir” got û di bin çavan re li Heso nerî.

Pirqînî bi jinikê ket.

”Of of bê çiqasî zanaye, tam wek fîlozofan te dibersivîne Mustafam!”

Heso nuh gotineke wilo dibihîst. Dixwest ku jinikê gotina ”fîlozof” bi car bikira, lê jinik ji kenan nikarîbû bipeyiviya.

Başçawîş tengijî. Çiqasî got ewqasî hêrs bû, bi qasî ku hêrs bû ewqasî jî dengê xwe hilda. Dilê wî elem, mejiyê wî qetran dinisiland û ruhê wî jî xwe di elem û qetiranê de diguvaşt. Di qelsaya wî de mezinahiya xwe, di belengazî û perîşaniya wî de mêrxasiya xwe dît û xwe di ser maseyê re çeng kirê. Serikê potîna wî li maseyê ket, şêla xwe winda kir û devdevkî çû erdê. Qedeha şerabê ber bi Heso de pengizî. Ji qiraxa maseyê dilopên şerabê li hewa mîna çipikên serûmê zelal dixuyan û hêdî hêdî dihatin xwarê. Çend kaxet û qelema wî a hibrînî li ser çementoyê di şerabê de şil bûbûn. Nivîsê li kaxetan vedabûn, lê nivîs dihatin xwendin. Sûretê Atatirk pekiyabû wê navê. Sê derzên qalind ketibûn cama sûret. Derzeke jê di ser herdu lêvan re dirêjî guh bûbû; Atatirk lêvduhêlî pêşkêş dikir.

Di eslê xwe de hîç jî pêwîst ne dikir ku Başçawîş xwe di ser maseyê re biqevizanda. Maseyê li şibakê dinerî û Hemo jî di nêzîkî derî de sekinîbû. Navbera wan vala bû. Baş bû ku devereke wî ne şikest, yana wê mehkûmê xwe bi lêdanê bikuşta. Hemo bi şiqaman li erdê zîz kir. Şiqaman di rû de dengê demaçeyan vedidan, birûsk ji ber çavên wî diçûn. Dema ku başçawîş di meqamê xwe de rûniştibû, ew hîn jî li erdê diqeliqî û baş bi ser hişê xwe ne hatibû.

”Qeprax hevdu bikujin û werin qereqolê! Erê we çima hevdu ne kuşt?…”

”Wilehî qomandarê, emce bilir.”

Dîsa pirqînî bi jinikê ket. Kenê wê wek ê zilaman bû. Mirov zivêr dibû ku pîrek e. Şerabê di qedehê de dibiriqand. Başçawîş bi lez gulpek lê xist, dilopek bi ser qutikê wî de niqutî. Di bin çavan re li jina xwe nerî, lê jinikê ne dît. Bidîta jî deng ne dikir. Ji ber ku cilên wî, Hedoya stlîlî dişûşt. Serê Hemo nîşan girt û çeqmaqê xwe ê zîpo tê firand. Çeqmaq li defa sêngê ket. Destê xwe bêhemdî xwe avêt cihê derbê. Çeqmaq hesinî û giran bû, sêng êşandibû.

”Lawê qehbikê ez bi te re, ne bi apê te re dipeyivim! Bersiva min bide, kûçik!” got û ber bi Heso de meşiya.

Şiqamek li patika serê wî xist. Dû re lingê xwe ê rastê da bin çena wî. Serê Heso wek çûkê ku mirar here, bi paş de xiliya û çavên wî bel bûn.

”Gapîr, tu di ber xwe de çi dibêjî?”

Bêbextî lê dikir, tiştek ne gotibû. Zimanê xwe dirêjî şikeftika devê xwe kiribû, bi herikandina taximên diranan lêv lebitîbûn, ewqas.

Mejiyê Hemo dernixûm ketibû, berevajî kar dikir. Tirkezaniya wî hemû bûbû ”emce bilir.” Di rastiya xwe de bi desthilanîn û hinekî jî bi tirkî dizanîbû. Heger hişê xwe tam bidayê, wê bikarîba çend gotin bigotana. Gelek caran hatibû vê qereqolê, êşkence dîtibû û başçawîş di pirsên wî de bersivandibû. Bi tirkiya wî a îro helbet wê başçawîş tam hêrs bûba û ew pir biêşanda. Ji ber ku wê ev aliyê Hemo wek serhildanekê bidîta û serhildanê jî wê jîr û zanayî bi xwe re bianiya û textê zilm û zorê bihejanda. Başçawîş wilo difikirî.

Bilir emce qomandar im!”

Vê carê jinikê bi ken tam da nav. Pala xwe da kursî, sênga wê belbû. Bêyî ku destê xwe deyne ser ruyê xwe, ”aman ya rebî, ev çi insan in!” got û kire tîqtîq.

Şeqên wê bi haweyê ku ji eyar bikevin ji hev vebûbûn. Fanêre bi zorê memik hildigirtin. Devê navika di laşê gewr û boz de, mîna reşaya di berfê de tarî dixuya. Zikê wê ê piçûk wek cewdikê tije av ku mirov li ber zarokan datanî, bêwestan dihejhijî. Devê wê bihustekê ji ser hev çûbû, hêsir li ser hêsiran ji çavan diherikîn. Çavan dilîst. Dengê tîqtîqa wê hewşa qereqolê derbas dikir.

Başçawîş piştî ku Hemo bi lêdanê nermijand, gazî berdestkê xwe kir:

”Vî qehb lawê qehban biavêjin zindanê!”

Di hindurê vî wextê derbasbûyî de hîç kipînî ne ketibû Heso. Bi tenê guhdarî kiribû. Bêhntengiya xwe ne bi gotinê û ne jî bi qîrkirinê dikarîbû bianiya zimên. Keft û lepta Hemo ew pir aciz kiribû. Dilê başçawîş jê hiştibû û bar li ser giran kiribû. Ma ne ji xwe, ew lepta wî dikarîbû bûba sebebê ku başçawîş xwe biavêta pişt Circîs û feleka herî mezin li serê wî bigeranda. Hemo ben xistibû destê Circîs, bi haweyekî divabû ew ben ji dest bigirta. Pala xwe dabû dîwêr û geft li Hemo dixwarin.

”Gapîr, ma te nizanîbû ku mirov bi bergîlê nikare bê hewşa qereqolê? Tu bi xwe dizanî bê te çi sûcekî mezin kirye, ne?”

”Qomandarê min, bawer bike gava ez giham ber devê deriyê qereqolê, min pir zor da xwe ku ez bergîlê ragirim, lê mîratmayê bi a min ne kir û kişiya hewşê. Ez dizanim ku min li himberî qomandarê xwe sûc kiriye. Şefqeta te ji nan û avê bêhtir ji min û temamê xelkê vê mentîqeyê re lazim e. Kêmanî ji piçûkan efû ji mezinan, min efû bike.”

Stuyê xwe wek gunehkarê ku istixfara xwe dianî li himber tewandibû û xweliya binê zemanan bi ser serê xwe dadikir. Mirêk tam diket ruyê wî. Çavên wî bi mirêkê diket, xwe tê re didît û dîsa jî ji rewşa xwe tiştek fêhm ne dikir. Lê heger başçawîş mirovekî maqûl ba, kî dizane belkî Heso jî wî çaxî xwe ewqasî li himberî wî piçûk ne xistiba.

”Vê carê wî efû bike mêrikê min, Mustefê min…”

Destê xwe ber bi Heso vekir û berê xwe da jinikê.

”Xanima min, tu van bêşerefan nas nakî; mirov çiqasî rû bide wan, ew jî ewqasî bêrû dibin. Ev ji dola kerê ne. Mirov ji kerê re çiqasî bibêje li sikakê serkulan neke, ew ê dîsa jî bike. Ker ji gotinê fêhm nake. Ji lêdanê fêhm dike. Gava mirov li sikakê lê xist, ew ê serkulên xwe nêvcî bihêle, bireve û tu carî jî nema li wê sikakê serkulan bike” got û wek êgir ber bi Heso de herikî.

Bi rîha wî girt û kişand. Tiliyên xwe wek şûjinê bi kar anîn û di zikê wî rakirin.

”Hevdu bikujin û werin vir kûçik. Fîşekê, laşê lawê te şîş kiriye û derbas bûye. Bila we jî lawê Circîs bikuşta û hûn dû re bihatana vir, kerxanecî!”

Heso bi van gotinan veciniqî, çavên wî wek du tasan vebûn. Çawîş çi zû bi vê pevçûna me hisiya? Kê jê re got? Kî hat vir? Ma ji Circîs pê ve wê kî be? di serê wî re derbas bû. Di dawiyê de xwe ne girt û tena tena axivî:

”Kê çi ji te re gotiye, çewt gotiye. Circîs û hevalbendên xwe bi êvarkî re êrîşî mala min kirin. Demaçe berdan me, serê çend kesan jî şikenandin û çûn. Lawê min giran birîndar bûye…”

”We bir ser doktor?”

”Na qomandarê min.”

”Naxwe lawê te giran birîndar ne bûye tu derewan dikî, hey kafir! Qehbê Xwedê!…”

Heso xwest bibêje,”tam teştek xwîn ji birîna wî hat”, başçawîş ne hişt û bi hinc şiqamek li ruyê wî xist. Heso gêj bû. Bi herdu destan bi ruyê xwe girt. Bêhnekê wilo sekinî. Navrana şerwêl di nav şeqan de wek balonekê nepixîbû. Şûna çend dilopên şerabê li ser xuyanî dikirin. Qotê serê wî ê keçel wek petêxê ku keroşk bikevêje û ro bidêyê, di mirêkê re dibiriqand. Jinikê berê xwe dabû mirêkê, bi devê xwe girtibû û ha ha bi belengaziya Heso dikeniya. Dengê kenê wê bi xîze xîz dihat. Porê wê ji paş ve wek boçika ordeka ku qarçikî bûbe, belawela û temisî dixuya.

”Qomandarê min ez pir diêşim. Heger tu wilo li min bixînî ez ê ji hal bikevim û nema bikaribim biaxivim. Hinavên min ji qolincan di ser hev re diqulipin…”

Başçawîş mîna nêriyekî bi fal li wê navê diçû û dihat û her ji bêhnikekê şiqamek û pehînek di Heso werdikir. Reqe reqa nalên binê potîna wî di hindurê odeyê de belav dibû  û di guhên Heso de digiha hev. Diricifî.

Bi nermî got:

”Ji benda Circîs bi fîşekê tu kes birîndar bûye?”

”Na qomandarê min”, ew bersivand û ji kûraya kezebê hilmek kişand.

Başçawîş li ser lingekî zîvirî, berê wî ket jinikê. Bi haweyê ku bibêje, jinika min ma filîm xweş bû, tu têrzewq bû? serê xwe hejand û çav kirê. Rû bi rû bêhnekê li hev nerîn. Çavan pir vekirî jinik didan dest ku ji mêrê xwe hez ne dikir û heta nefret jî jê dikir. Çavên wê di çavên wî de dilîstin, mijankan dikutkutand; awirên wê hezaza mejiyê wî bizmar dikir, lêvên jinikê diricifîn. Fûrandina hinavên wê di memikên guh re dabûn der, memik soro moro bûbûn. Dil dikeland, bêhn çikiyabû; bêhnê sêng kumişandibû û xwêzî di kortika qirikê de hiştibû. Heger başçawîş ev rewş neguherta û dîsa berê xwe ne daba Heso, xanima wî bi bazdan wê ji hindur derketa.

”Yanî niha ji malbata Circîs kesek birîndar ne bûye, ha?”

”Na, qomandarê min. Me bi wan re şer ne kir, heta ku hin ji wan birîndar bibin.”

Bêyî ku lêvên wî ji ser hev herin di nava xwe de keniya. Dû re ji nişkê ve ruyê wî reş û şîn veda, xwe bi ser de tewand û bi rîha wî girt.

”Tu ê sûnd bixwî ku we bi wan re şer ne kiriye, qewad?”

Ruyê Heso wek ê miriyekî vemirî. Ne li bendî ku wê başçawîş dîsa wilo bi zirt pê re biaxiviya. Him bi rastî herka gotinê jî ne ber bi wir de bû. Wî kêfa xwe anîbû ku ji beşê pêstûrî û lêdanê derbasî beşê lihevkirinê bûne. Vê siqêfa berî niha tesîreke mezin li ser kiribû. Lê her çiqasî başçawîş pê re bi nermî biaxiviya jî gerek wî pişta xwe jê re venekiriba û kêfa xwe bi gotinên wî neanîba. Ji ber ku her cara hatibû vê qereqolê, eynî tişt pê re bûbû. Li gora wî bertîlê kevir dinermijand. Û wî bi xwe jî ew yeka ha gelek caran ji Sarê re gotibû, ”navê a ku çawîş ji me distîne, ne bertîl, xerac e. Zilamê bertîlxwir serê xwe ji mirov re ditewîne. Û ê xeracxwir jî serê mirov dixe bin çengê xwe û bi kulman dadiwişînê. Him distîne û him jî lêdixîne. Sarê, keçê tu çima min fêhm nakî? Ez bertîlê nadim çawîş, ez xeracê didêmê!”

Heso gava di civata pizûriyan de rûdinişt, exlaqê başçawîş û eskerên wî baş tefsîr dikir. Lê li qereqolê jî hemû ji bîr dikir.

”Ma çawa ez sûnd naxwim qomandarê min. Bi sûnda herî mezin ez sûnd dixwim ku me bi Circîs û hevalbendên wî re şer ne kiriye. Circîs koma xwe aniye ser mala min û lawê min di hindur de bi demaçeyê birîndar kiriye. Circîs bûye afat û xezebê bi ser gund de dirijîne. Em ji destê wî nema dikarin li gundê xwe rûnin…”

”Bes e bes!” got, li meqamê xwe rûnişt û liblibî axivî:

”Ez dibînim ku tu nema wek berê emirê min bi cih tînî.”

”Haşa qomandarê min.”

”Hiş, devê xwe bigire û guhdarî bike bênamûsê heram!

Yek, di meha çûyî de gerek te elokek û pereyê kavirekî ji min re bianiya. Te neanî.

Dudu, gava eskerên min tên gund, hûn qedir û mahrîfetê nadin wan. Û heta hûn wan ji gund birçî bi rê dikin.

Sisê, hûn bi şev lempeyên xwe tarî nakin, qaçaxçî xwe li ronahiya lempeyan digirin û di ber gundê we re derbas dibin.

Çar, ji dêvla ku hûn ixbara qaçaxçiyan bikin û ji me re bibin alîkar, tew îcar hûn wan dihewînin malên xwe.

Pênc, we dilê komutanê hidûd Mehmet Bîçer hiştiye. Bîçer li ser bênderan li hêviya we tibabekî sekinî maye.

Şeş, sîlehên we hene û hûn li sîlehan didin mandelê, sîlehan teslîm nakin.

Hevt, hûn bi hev re şer dikin û bi vî şerî hûn min agahdar nakin.

Heşt, tu bi bergîlê tê hindurê hewşa qereqolê. Ma ez hîn jî bibêjim gapîr, hi?

Neh, we doh şer derxistiye û tu îro tê qereqolê, gerek tu doh hatibûya.”

Başçawîş wê hîn jî bigota, lê Heso xwe di ber re rakir:

”Ez bi xulam qomandarê min, em ji te rûreş in. Lê bawer bike qomandarê min, hevtek berê min xwe kar kiribû ku ez bi çend elok û pereyên kavirekî bi ser te de bihatama, îcar lingê min şikest.”

Piştî ku li jina xwe nerî û qelema xwe avêt nav çavên Heso, bi qahr peyivî:

”Qewad tu di hizûra min de jî derewan dikî! We doh şer bi hev re kiriye û tu îro tê xeberê dide min! Tu nikarîbû bihata lê te dikarîbû qasidek bişanda qereqolê, deyûz!”

Qelem di ser serê wî re xijiqî li dîwêr ket û şikest. Li şensê Heso ku ne qelema hibrînî bû. Qelema hibrînî biha bû. Serikê wê hemû ji zêr bû. Şêxekî herêmê jê re kirîbû.

”Qomandarê min, doh yekşem bû û di şem û yekşeman de betlane ye. Tu pir kar dikî, me ne xwest ku em te ne rehet bikin.”

”Ulen Heso, bi rastî tu çavê dêya xwe yî, te xweş bersiv da. Lê tu derewan dikî…”

Heso wê hîn bigota û bigota, lê başçawîş jî ne dixwest lê guhdarî bikira. Ji xwe pêwîst ne dikir ku lê guhdarî bikira. Ji ber ku çawa dixwest wilo dibû.

Li gora dîtina Heso û eşîrê, ji Xwedê mezintir bi tenê tiştek hebû, ew jî ”namûs” bû. Jin kiribûn namûs, nahtorî lê dikirin û hîç jî qedir û qîmet ne didanê. Vê eşîrê û heta temamê eşîrên kurdan li ser kufiriyên ku bi Xwedê re dikirin hev ne dikuştin, lê li ser ramûsanekê, carina jî li ser awirdana jinekê qira hev dianîn. Heso di vî warî de namûsperestekî mezin bû. Di kuştina lawê Necîmê hûrî de gilî li Hemo hatibû kirin û Hemo jî xwe teslîm ne dikir. Başçawîşê berî vî, ji bo ku Hemo xwe teslîm bikira jina wî girt û anî qereqolê. Hemo xwe teslîm ne kir. Başçawîş serê wê li gwîzên xist û wilo porkur li herêmê gerand. Hemo dîsa xwe teslîm ne kir. Vê carê jî jinik şilfîtazî li hewşa qereqolê bi darê ve daliqand. Hemo xwe teslîm kir. Jinikê ji fediya û tirsan digot, ”dest ne avêtine min.” Lêbelê piştî vê bûyerê bi sê mehekî, Sarê bi destê xwe zarok ji ber kir. Pir xwîn avêt û ew bi miritî rakirin nexweşxaneya Mêrdînê. Sadiq ew yeka ha bi xwe ne xweş anî û xwest ku başçawîş bikuje. Heso pê de xeyidî û got, ”Xem nake lawê min, ne eyb e, esker kiriye! Ji berê de halê jinê ev e. Ew ne jina min û te ye, jina şêx, axê û esker e. Hîn jî di civatan de tê gotin ku lêvên wê taştiya şêx, memikên wê firavîna axê û nav şeqên wê jî şîva esker bû. Lê îro şêx û axe ji mazatê ketine, hemû bûye malê esker. Li cihê xwe rûne, şikiriya xwe bîne ku tu zilam çêbûyî û hew!”

Destê Heso ê rastê li ser ruyê wî bû û bi destê xwe ê çepê enîşka destê xwe ê rastê zeft kiribû. Xwînê di ruyê wî de wek tirabêlka navtarên gund reng vedabû. Çavên xwe xistibûn ên başçawîş û li sûretê Atatirkê ku bi dîwêr ve daliqandîbû dinerî. Başçawîş jî digot qey bi rastî li min dinere. Mijankên wî şelêq girtibûn. Êş û cefa canê wî di çavan re dida der. Çavên wî wek du bizotên êgir sor bûbûn. Xwêhdaneke cemidî bi eniya wî a beş ketibû, diricifî. Rîha wî mîna hejê kidasê meyl bûbû. Bişkoka êlekê qahweyî a jêr vebûbû. Qiraxa qutikê wî ê gewr ji hêla rastê ve li erdê kom bûbû. Goreya di lingê tehenî de şemitîbû, lingê wî bêhn dida. Goreya li ser birînê sipî û a di qundereyê de jî sor bû. Ji qorziya odeyê wek dara ziyaretê rengareng xuyanî dikir.

Başçawîş çixare ji çixareyê pêdixist. Dixana çixareyê bi ser de kulor dibû û ber bi derî de diherikî. Xanimê samsun, wî yeni harman dikişand. Wê her çiqasî kêm pêxistibe jî di kêşên wê de xuya dikir ku ew ji mêrik qalûnkêştir bû. Dimijand, stuyê xwe li hev dizîvirand û bi helk berdida. Kêşên wê pir tesîr li ser Heso dikir, ji destê hilmekê dil diavêt. Ji bo ku xanim hema carekê devê xwe têxista devê wî ê genî û di dev de hilmek berda, dikarîbû bi Circîs re li hev bihata.

Heso li jinikê nerî û got:

”Qomandarê min, ji ber vê sosreta ku Circîs bi serê me de qewimand, em bi ser te de destvala hatin, me bibexişîne. Bi xêr em ê çend rojekî din destdagirtî bi ser te de bên.”

Hesoyê ku pîrek tiştekî basît didît, ji xwe fedî dikir li ba rûnişta û lê guhdarî bikira, di vê bêhnikê de çiqasî dixwest ku vê pîrekê hema gotinek jê re bigota. Bi gotina wê re belkî bayê zilmê hinekî xwe ji ser bida alî û bikarîba bîstikekê serbest rûnişta. Li jinikê dinerî, Sara wî dihat bîrê. Îcar tam di vê kêlîka teng de ji bedêla ku Sarê pê şêrîn bûba, tew pê tahl bûbû. Cinsê pîrekê di şexsê wê de wek ava goleke genî didît. Avê di ku derê golê de çendî bibiriqanda, ew dîsa jî genî bû. Mîna ku di xewnê de bigere, bêserûber keft û lept dikir û xwe di kaş û newalan de werdikir. Ji aliyekî ve can dida ku jinik pê re biaxiviya, ji ber ku hêviyeke alîgir tê de didît û ji aliyekî ve jî bi vê jinikê re temamê cinsê wê dilewitand. Kî dizane heger jinikê di vî deriyê teng de gotineke xweş pê re kiriba, belkî di şûna jehra ku bi ser pîrekê de dinisiland, bi temamî hingiv binisilanda.

Lê çi fêde xanim bergîlî bû. Wê jî wek başçawîş û Heso heqaret li cinsê xwe dikir. Cinsê wê bi şefqet bû. Heta belkî şefqet bi cinsê wê hebû. Xanim ne didît ku zembereka tarîxê di nav duguliyên wê ên mermerî de, di devê deriyê lewh û mahfûz û di navbera herdu lêvên liqûmî de çikilandîbû. Kayinat li ser kelefên wê ên girover hatibû avakirin. Kelefek erş yek ezman bû. Di qelşa erş û ezmanê wê re melayiket, şeytan û xwedan diherikîn bihuştê. Sênga wê bûbû qada şerê Sikenderê Zilqerneyn. Siltanan di bin siha memikên wê de tarîx nivîsandibûn. Pêxember di nav çayira wê de, ew çayira ku misk û ember difûrand, bi pêlên qeymaxê heyvanê wê serxweş ketibûn û di koşka bihuşta wê de raketibûn. Diranên wê ên birincî aqda tarîxê, çermê wê kaxet, bêvila wê qelem, qetra lêvên wê hibir, zulfên wê ên perî tîp bûn. Di gevzeka wê û xwedanan, melayiket û şeytanan de Sokrates afirîbû. Îsa ji ser menbera di hindurê koşka bihuşta wê de pekiyabû. Di çavekî wê re ro di ê din re heyv dihilat. Av ji xwêhdana wê, ba hilma wê bû. Cîhan bi guliyên wê ve daliqandîbû. Mijankên wê bûbûn benê hêlana Emer Heyam. Pira selatê ew burhên wê bi xwe bûn. ”Nûr”a ku digotin ji xwîna wê bû; îman di xeleka çaviya erş û ezmanê wê de kom bûbû. Ava kewserê ji memikên wê herikîbû. Lêbelê vê xanimê fêhm ne dikir ku çerxa felekê di hindurê bihuşta wê de dizîvirî. Wê bi qîmetê xwe nizanîbû. Helbet di rojekê de ji wê bihuşta wê, dê dilopên xwîn û elemê rawestin û çemê jiyanê li circîs û hesoyan û temamê kayinatê bide der…

Başçawîş zêde êdî tiştekî ku jê re bigota ne mabû. Li jina xwe nerî û bi haweyê ku em derbasî beşê pêkenînê bibin, çav dayê û serî hejand. Jina wî jî bi dengekî dilbijok ”erê erê xweş e”, got û rabû ser xwe. Di mirêkê re li nav şeqên xwe nerî û memikên xwe firkandin. Gava zendê xwe beştekî di bin memikan re dirêj dikir, serê memikan wek dûvberanan bel dibûn, ku zend dikişand, sêng û zik û memik hemû dibûn yek.

Başçawîş mîna ku ji miftiyê Enqerê re binivîsîne, rahişt qelema xwe a hibrînî û kaxetek wek bilbizêqê paqij danî ber xwe. Destê xwe bilind kir, li Heso nerî keniya û kaxet hejand. Reqreqa qesebê ji kaxetê dihat.

”Heso axa!”

Ev dengekî xweş bû. Ji xwe ji sibehê de li bendî gotineke wilo bû. Mîna ku ji Circîs tiştek li dinyayê ne mabe, kêfa xwe anî û çeng bû. Serê wî li dîwêr ket. Pelqînî ji dîwêr hat. Lêbelê êşa serî hîç ne hat bîrê û bêyî ku li tiştekî bifikire devê xwe vekir:

”Kerem bike, qomandarê min.”

”Ma tu dixawazî ez ji te re çawa binivîsînim, Heso axa?”

”Ji sawcî û hakimê Mêrdînê re tiştekî wilo çivir binivîsîne ku Circîs û Bedran heta sax bin, di hepsê de bimînin. Circîs ji bo ku hizûra insên xerab bike, çêbûye…”

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)