SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Xezeba Azadiyê (perçeyek ji romana xezeba gerîla)

Di êvareke nîsana sala 1992an de, gurceke xezalan bi meşa qitikê li guhera Mexelan çû û hat û li vir û wir temaşe kir; ne kesek dît û ne jî pêjna tu kesî kir. Xwe da ber latekî bilind û buxçika xerzanî ber bi xwe de kişand. Bi lez cil ji xwe kirin. Û bi lez jî kirasê bûkaniyê bi ser devdelingê kurmancî de li xwe kir. Piştî ku bi hêrs herdu şekalên xwe pekandin dera han û qundera kabikî bi serê tilîkên lingan ve kir, rahişt kemberê û li ser newqa zirav girêda. Dest avêt guhar û berbiskan. Pişt re jî gokên zêran, xirxal û bazinan. Bêhnekê li hepiriya xwe a soringî nerî; xwe berda ser kaban û di nav destên xwe de li hev qulipand. Deverûk jî mîna hepiriyê, xerzanî girêda. Şûşeyekî lewentoyê ji bêrîka kirês derxist. Bi ser xwe da kir. Lê qet pêwîst ne dikir. Xwêhdana wê mîna gulavê bêhn difûrand. Bi wê bejina şitilrihanî tena tena li dora xwe zîvirî û li memikên xwe ên xav ku di bejin û bala bilind de mîna du hinaran bel bûbûn, temaşe kir. Dû re jî bi bayê felekê re beşişî, pê li pişkoka teybê kir, dengê wê heta bi niqra dawî hilda û xwe bi ser devê xeşîmeyê de tewand:

”De were bûk li bendî te ye!”

”Ma tu din î? li der ve nabe!”

Xwe ji dil aciz kir:

”Bi ahd û wahd be ku ne li vê derê be, min ne hişt tu bibî zave! Em ê li vir bikin da Reyis me bibîne bê em çi dikin ji prensîp, exlaq û terbiya wî!…”

Evîndarê wê ê ku di xeşîmeyê de xwe bi zavetî girêdabû, gotina wê ne kir dudu; mîna pêhlewanan xwe çeng kir ber; kete milê wê û li ber deng û ribaba Mîrzoyê Mitirb hevdu girtin. Herdu jî di çax û benga xortaniya xwe de bûn û herduyan jî hîn ji delava jînê venexwaribûn. Ji hev hez kiribûn, bi hevt dilan dil ketibûn hev û di rûnê evînê de qiçqiçî bûn. Ji dilê wan mîna cobaran xwîn herikîbû. Bûbûn hêsîrên xeyalê û di nav agirê dojehê de li hev geriyabûn. Bi hesreta dîtina van kêlîkan her tişt bêminet kiribûn; di qorzîbirên herî tarî re derbas bûbûn û xwe gihandibûn vê guhera eşqê.

Geh bimilan, geh ji sêngê dan ber hev û qederê nîv seetekê hevdu birin û anîn. Dû re jî bûkê destê xwe dirêjî keleşkofê kir.

”Na na!…”

Wê guh neda wî. Berê keleşkofê da binya xetê û cercûrê xwe yekser vala kir. Pişt re jî lîland; di nav gîha û kulîlkên biharê de rûnişt û got.

”Min şilfîtazî bike da ji wir min bibîne. Ma ne ji me re dibêje ku ez ji vir we hemiyan dibînim bê hûn çi dikin…”

Evîndarê wê nemerdî ne kir. Li ber çîmên wê ên sedefî çong berdan erdê; bi hemd deverûk hilda û ziq li çavên wê nerî. Tîr direşandin. Çavên wê ên mêrkujî û ew awirên wê ên ku mîna derbên şûr û riman dijwar bûn, di borana eşqê de ji desthilanîn ketibûn. Vê siltana ku di diruvê pilingan de sahw dida, mîna xezalekê henûn bûbû. Bi biskên ku li ser ruyê wê dahf vedabûn lîst û hepirî ji serî kir. Porekî di rengê şevê de da der; ruyê wê wek lempeyekê pêket û li derdora xwe şewq veda. Eniya wê a weke pengê maçî kir. Ew kete ber pêlên evînê. Wî bi herdu sêvan girt û tevdan. Wê xwe ne girt; şehweta ku bi dengê devziravan, top û metilyozan pê re bûbû qeşa, xwe berda û lêvên xwe ên terhikî bi ên wî re kirin yek. Bi yek tûşê re bexçeyê paxilan da ber pozê wî; cotê memikan xiste sêngê û kûra tarîxa keçkaniya xwe bi carekê ve di pesara dilê wî de vekir. Dil bi dil keribî, xwe dadan hev û hawêrdor şîp û lehiyê da der. Di çar-pênc saniyan de xwe şilfîtazî kirin û bi bayê zemên re hevdu guvaşt û alastin û bi gezan êrîşî hev kirin. Lêvên herduyan jî çiriyan. Reşo nehişî lûleyên wê ên mermerî bi ber xwe de kişandin û bi dev û pê û lepan kete himbêza wê. Tibabekî hevdu gevizandin. Sêng û berên Menca Xerzî di nav şînahî û gul û beybûnên biharê de mîna stêran ji xwe re û me re diçirisandin. Serê tilîkên xwe ên ku ji şimayê jî nermtir bûn, di çermê pişta wî de çikilandibûn û ha ha digot:

”Xwe lêxîne û lêxîne heta ku tu qanûn û manûnên wî tar û mar bikî! Pişt re jî em ê li ser lingan bikin da baş me bibîne bê em çi xweliyê li serê xwe û wî dikin!…”

Her cihê ku pê digirt û dilivand, di bin tiliyên wî de dixiliyan. Ji her der wê şehwet diherikî. Laşê wê di nav destên wî de bi qasî dilopeke avê bê qewet bûbû. Kelaxê herduyan jî mîna hêtûnê sincirîbûn.

”Mencê, şer û pevçûn û kîn û dexs û jîn hemû bi hev re ji te dibarin. Keçê te ez serxweş kirim!”

”Ez ê te mîna beyendûreke zêrînî her tim di hêwana dilê xwe de veşêrim. Heta ku ji te bê xwe li vê prensîpa wî xîne! Bidirîne, biçirîne, bêmirês bike, bike, bike!…”

Piştî ku bi ava lêvên xwe ên narincî kela dilê xwe sar kir, vê carê jî keleşkof da dest:

”Berê wê ber bi newala Nesarayê de veke û tam cercûrekî vala bike!…”

Wî ne xwest, lê wê ew mecbûr kir. Ma karîbû bêdiliya wê şaha çiya û zozanên Kurdistanê kiribaya, qey? Du cercûr vala kirin!

Reyisê ku pir zêde li ser zewacê disekinî, bi vê mebestê gelek çekdarên xwe kuştibûn. Li gora Reşo, heger ne ji wî haweyê wî ba, zewac jî bi çekdaran belkî ewqasî şêrîn nebûya. Bi rastî carina hin çekdarên ku pazdeh-bîst salan ji hev mezintir dibûn jî dil diketin hev û gava keys lê dianîn jî bi hev re radiketin. Daxwaza wan a şehwetî, sewiya kultur û têgihiştina di navbera mêr û jinê de xistibû. Jineke herî xweşik û zana dikarîbû aşiqî qamqutekî kirizî û cahil, yan jî mêrekî herî zana, sipehî û bejintîtalî dikarîbû aşiqî xerabeyeke bi her haweyî bûbaya. Qîmetê sipehîbûnê û ferqa di navbera mêr û jinê de ne mabû. A wan bûbû wek mesela ”ji kevir nermtir” çi heba.

Bûyera Mizgînê tesîreke mezin li ser Mencê kiribû. Li çiyê şûşeyekî parfumê pê re hatibû girtin. Reyis jî ew xwestibû ba xwe, li wir mehkeme kiribû û di dawiyê de kuştibû. Li gora wê, Mizgînê parfum ne ji bo dilpijokiyekê peyde kiribû. Li bajaran mezin bûbû û hînî neserşûştinê û laşê genî ne bûbû. Û bi ser de jî gelek asaq tê kiribûn, tiştên ne li rê pê dabûn gotin û nav şeqên wê kêr kiribûn.

”Heta ku em serê xwe li himberî Reyis hilnedin, wê tiştekî kurdî ji vî şerê me fêhm nebe û em ê hemû jî wek kûçikan bên kuştin”, Mencê got û belkî cara pêncî bû ku dîsa xwe li Reşo rapêça.

Reşo jî piştî ku keserek veda û axînek kişand, qulipî ser sêngê, devê xwe da ber ê wê û mîna birîndaran di devê wê de peyivî:

”Birîna me bi qasî ku fireh bûye ewqasî jî kûr çûye, delala min. Heta doh jî, bi tenê tiştekî ku me ê bikarîba bikira hebû, ew jî rev bû. Îro ew jî nema bi dest me dikeve. Li çiyê û gundan heval digerin û li bajaran jî esker û polîs. Bi tena serê xwe em ê çawa li dijî vî cenewarê ku me bi destê xwe afirandiye bisekinin? Siyaset çewtiyan qebûl nake. Gava ku te kir tu ê jî bikişînî. Me hemiyan siyaset ji mirovekî re berda. Me li ser serê xwe imperetorek çêkiriye.”

Imperetora şerê guhera Mexelan dengê xwe lê rakir:

”Lê dema mirov ê pevçûnê be, mirov imperetorê herî mezin jî dikare ji hev belawela bike. Tu çima vê nabêjî?” got û li qûn rûnişt.

”Rast e. Lê bi kê? Ji min û te û Serdar pê ve ka kî heye gelo?”

Bi haweyê ku Reyis di nav lepên wê de bû, lepên xwe bi ser hev de guvaştin û bi qîje wîj got:

”Em dikarin wî bikujin, em dikarin wî bikujin!…”

Wê çiqasî bi deng û bi hêrs digot, Reşo jî ewqasî bêdeng û nerm digot:

”Ew jî rast e. Lê bi kuştina wî partî wê nekeve destê me. Him em ê bên kuştin û him jî wê Elo here û Celo bê şûna wî. Ma ne wilo ye?”

Mencê hêrstir bû. Tiliya xwe anî ber çavên wî û dengê xwe hilda:

”Divê rêyeke xelasiyê ji vê pîsîtiya me re hebe! Vî cenewarî em ji rengê insên derxistine. Zilma ku em xwe bi xwe li hev dikin ne bes e, îcar tew em li xelkê xwe jî dikin! Ma Serdar ê girtinêbû? Ma Baran ê kuştinê bû? Ma mirov ji bo awirekê keç û lawan dikuje? Ma mirov jin û mêrên ku tên nav şer ji hev berdide? Pîber dibin, kafir dibin çi dibin bila bibin, mirov zarok û heywanên wan nakuje! Lê em dikujin. Heqê me û dîtin û gotin û pêşniyaran tuneye. Em li vir şer dikin û ew ji wir emir li me dike. Xeberan ji me re dide. Di nav me de solalêsî aniye heta bi kabê. Yek ji me li ser êdin kiriye ajan û me bi hev dide kuştin. Em bêşexsiyet bûne! Xîret û hesyet bi me re ne maye!…”

Reşo bi destê wê girt û ew himbêz kir:

”Bêhna xwe fireh bike eşqa min a serî û dawî. Mêrê dema ku jineke wek te jîr û zana û mêrxas li pişt sekinîbe, ma ditewe?”

”Kuro bêhna çi, tiştek di me de nema em qediyan! Cûdî ji bo ku di xewa xwe de gotibû ‘Reyisê min ne wek te ye’ mehkeme dibe û tê kuştin û tu jî hîn dikare behsa bêhnfirehiyê ji min re bikî! Çi jin, çi mêr, çi insan, çi heywan qîmetê tiştekî li cem vî wehşî ne maye! Har bûye, har!”

”Heger kar hemû ne di destên wî de ba, ew ê jî ewqasî har neba.”

”Me hemiyan serserî û dînikî dibîne.”

”Ê herî serserî û dînikî ew bi xwe ye. Heger ku…”

Mencê devê xwe anî ber guhê wî û bi dizî got:

”Ez dixwazim lawek ji me re çêbibe. Min di şikeftekê de veşêrê û heta ku ez lêwik bînim li min xwedî derkeve. Û dû re jî, bi wê sûnda herî mezin ez ê herim Reyis bikujim…”

Reyis, piştî şerê guhera Mexelan bi rojekê, bi sebeba ku Serdêr herêma xwe bêyî wî terk kiribû û hatibû hewara Reşo, ji komutaniyê avêtibû û li dor neh mehekî ew hepis kiribû. Mencê ew yeka han bi xwe ne xweş anîbû û Reyis bi wê nexweşiya xwe hisandibû. Reyis jî Mencê ji terfî û rutbe kiribû û şandibû hêla Rihayê. Li derdora Sêwregê piştî ku hevalekî wê bi birîndarî wê xelas dike û di çar mehekî de bi ser xwe ve tê, Reyis wê û çekdarê ku wê xelas dike dikişîne ba xwe û wan mehkeme dike. Ji mifrezeya ku tê de cih girtibû herdû sax filitîbûn. Mehkeme tiştekî ji wan naqefîne. Reyis vê carê jî wê di nîsana 1990î de dişîne herêma Botanê ba Reşo. Di wê navê re jî di nav komutanan de bi dizî eşqa wê û Reşo dihat gerandin. Lê hay û bayê herduyan jî ji wê yeka han tune bû.

Heyva nîsanê di guhera Mexelan de xwe bi ser herdu evîndaran de meyl dabû û her der di nava ronahiyê de hiştibû. Ezmanê ku sedef girêdabû, navserên çiyê dialast. Stêr yek bi yek ber bi hev de kişiyabûn û komik bi komik li rajorên wan civiyabûn. Mirov digot qey sirûştê bi destên xwe daweta wan li dar xistibû; ji binê her tahtê, kevir û zixurekî hawe bi hawe dengek dihat. Ji her qul û qelîştekê bêhna misk û emberê difûriya. Dar û devî û kulîlkên biharê bûbûn xêlî, xwe li wan rapêçabûn û bêwestan bi bayê evîna wan re direqisîn.

”Dilê min, ez ê navê lawê xwe jî bikim Reşoyê Sarê”, Mencê got û axênek kişand.

Her maçeke wê mîna penselînekê xwe bi nav canê Reşo de berdabû. Devê xwe ji boxaza qirika wê dernedixist û dipeyivî.

Lerizî:

”Tu bi mêrxasiya xwe pilingeke li çiyayê Mava û bi spehîbûna xwe jî çîçekek hov e li çola Sehrayê. Ez çi me li ber te, ez nagihêm toza te, eşqa min! Bila navê lawê te Reşoyê Mencê be.”

Wê xwe hîn bêhtir lê pêça û ew bi ser xwe de guvaşt:

”Lo lo kuruko, ê ne tu nizanî bê min ji destê van çiyan û newalên ku em ji hev dûr kiribûn, çiqasî kişand! Bi sura bayê sibehê re ez ê hilkişiyama ser serê kaş û girên deşta Heranê û min ê berê xwe bida Omeriya, Xerza û Botanê da bêhna te bikim; li newalên herî kûr, li best û bestikên herî xewlecih radiketim da tu ji xewna min dernekevî. Evîndarî kuleke çiqasî mezin e! Ez”, got û ji nişkê ve gotin bire dereke din:

”Reşo, ji ber ku tu heraqê pevçûnê yî, tu pir bi aqile jî. Lê ruhê min, tu çima serê xwe li ser ku mirov bi sûîkastekê Reyis ji holê ranakî naêşînî? Bi kuştina wî re berê tarîxa şerê me dikare bê guhertin…”

Digel ku Reşo serwextî her tiştî bûbû, dîsa jî kuştina Reyis tu carî ne niqutîbû dilê wî. Bawerî pê anîbû ku di wextekî nêzîk de, Reyis wê nema karibe ji bin giraniya bûyeran derkeve, xwe ji seroketiyê vekişîne û partiyê teslîmî birêvebirên wek wî bike. Lê di eslê xwe de ji bo wî a herî girîng ku aminî bi hevalên xwe ne dianî. Li ser ku Reyis ji meqamê wî bike fikirîbû. Lê ji bin derneketibû û dev ji wê fikarê berdabû.

”Ax şêrîna min, ez piraniya wextê xwe li ser ku hevalên min baweriya xwe bi min bînin derbas dikim. Me hemiyan jî hevîr di zikê hev de stiraye.

Doh bi dizî dibû, lê îro heşkere jî mirov nikare Reyis bikuje. Vê meselê ji bîr bike.”

Mencê ew ji ser xwe heliqand:

”Tu derewan dikî! Lê tu jî ji bîr neke ku tu ê bi vî aqilê xwe winda bikî”, got û xwe pevxist.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)