SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ev jî jenosîda minafiqên BDPa PKKê ne!

Jenosîd çî ye? 

Hîmdarê têgeha jenosîdê, Raphael Lemkîn e. Raphaelê ku wek hiqûqnasekî navdar dihat naskirin cihûyekî polonî bû. Bi kurtî, Raphael piştî ku xwe ji nav lepên naziyan xelas dike, revî revî diçe Emerîkayê û li wir ji zilma naziyan dipeyive û dinivîsîne. Wî têgeha “jenosîd”ê bi kar aniye; têgehê wilo rave dike:

“Tevdanên li ser windakirina nasnameyê, dîn, irq, ziman û kultura miletekî, xelkekî, civakekê û civatekê karekî jenosîdî ye. (Yanî qirkirn e)
Sê haweyên jenosîda ber bi çav hene: Fizîk, bîyolojîk û kultur.

Fizîkî ew e ku mirov bi carekê ve bikuje.

Bîyolojîkî ew e ku mirov bixesîne, piçûk bixîne, malbatan ji hev belav bike û bi metodên neqedexekirî rê li ber zawaca wan bigre.

Kulturî ew e ku xwendegeh, kitêbxane, sîneme û hwd bi zimanê wan saz nebin….”
Yekitiya Miletan di nehê meha duwazdehan sala 1948an de jenosîzm bi haweyê ku Raphael Lemkîn ravekiribû tekez kiriye.

Îcar dema ku me di pencereya Lemkîn û Yekitiyan Miletan re li Mistefa Kemal Atatirk nerî, bi her haweyî em ê bibînin ku Atairk jenosîdekî pir mezin bû! Û HDP û BDPa PKKê jî…..

Waweylê û sed waweylê! Em ji ku hatin ku, piştî wêqas xwînrijandin û malwêrankirina 100 salî û vî 30 salên dawiyê em li mirîdiya qesasê serê xwe û mirovahiyê hesilîn!

Lo me çi kir me çi kir, me heta bi vir di xwe de bir, Û hew!

Nûçe

Şirove

One Response to “Ev jî jenosîda minafiqên BDPa PKKê ne!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)