SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Kurd li gora dilê tirkan beşdarî Civîna Ceneveyê dibin!!

Rayedarên dewleta tirkên ku ji aliyekî ve bi rêya Ocalan ha ha xîçkên birêvebirên PKKê dikşînin û ji aliyê din ve jî bi rêya barzaniyan di ser başûrê Kurdistanê re xwe wek ”kekên kurdan” di nav dinyayê de derxistine pêş û doza miletê kurd li kaş û xiraman qelibandine, xuyaye bi civîna Ceneveyê wê beroşa kurdan dernixûm bikin!..

Erê,  ingilîz û frensiyan ji ber ku tirk û ereban ji kurdan çêtir û bêhtir dikarîbûn sererd û binerdên Kurdistanê ji wan re biparaztana, doza miletê kurd bi peymana Lozanê ji qada dîrokê fik kirin. Û îro jî tirk û ereb û faris wê peymanê li Cenevreyê bi birêvebirên kurdan imzekirin didin!

Xiyaneteke mezin e ku kurd di civînên nav dewletî de ne bi navê xwe, lê bi navê cepheyên ereb, tirk û farisan, yan jî wek perçeyekî serhildêrên welatê Sûrî, Tirkî û Îranê beşdarî civînan bibin! Xwelî li serê serekên me be û hew!!

10 01 14

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)