SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bêdengî mirine!!

Doza kurd ji êgir e. Ên ku pê radibin dişewitin û ên ku li dij disekinin jî dişewitin. Lêbelê ên ku bêdeng dimînin ji herdu hêlan jî bêhtir dişewitin. Tarîxa me a sîh salên derbasbûyî, mîna şeqla cêza genim li ber çavan e. Ji sê-çar milyon kurdên ku bi devê tivingê ji welêt derxistin, qey çend hezarek ji wan li ser kurdayetiyê bû û hew.

Îcar heta ku navê te kurd bî, ger tu ji bo kurdayetiyê tiştekî nekî jî, tu ê dîsa sûcdar bî; û gava roja wê hat, wê diranên te jî rakin.

Mirov dikare xwe bide tengala xwefiroşên wek xurtan, lê gava roja wê hat, wê serê mirov jî mîna ê wan bitewînin. Erê, bi qasî ku ji destê te tê tiştekî bike!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)