SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Fermanname!

Ji ber ku ew kurdistanî bû û ji temamê rêxistin û  partiyên kurdan dipeyivî, me jî wek serek, peydûk û solalês di televizyon û radyoyên xwe de tu carî rê nedayê!

Ji ber ku ew kurdistanî bû û kurdayetiya barzanî û talabaniyan di warê herêmî de,  û Ocalan jî wek pîberê neyaran dinirxand, me jî wek serek, peydûk û solalês nehişt ku tu malper nivîsên wî biweşînin!

Ji ber ku ew kurdistanî bû û kitêbên civakî nivîsandin, û bi ser de jî bi kurdî, me jî wek serek, peydûk û solalês li bakurê welêt nehişt ku tu weşanxane kitêbên wî çap bikin. Û heta kesek jî bixwîne!

Ji ber ku ew kurdistanî bû û ji kurtêlên me dûr sekinî, me jî wek serek, peydûk û solalês her tim xwarin lê herimand!

Ji ber ku ew Kurdistanî bû û bi tenê li kurdan û Kurdistanê difikirî, me jî wek serek, peydûk û solalês bi metodên xwe ên ku her kes wan dinase, hema hema temamê heldora wî jê qut kir û me ew bi tenê hişt!

Ji ber ku ew kurdistanî bû û ji ser kurdistaniya xwe qed ne hat xwarê, me jî wek serek, peydûk û solalês ji bêgavî li ser daxwaza tirkan, ereb û farisan ew daliqand!

Îcar kurdino hûn zanin! Dema ku bi rastî hûn bixwazin bi liv û tevgera xwe bibin kurdistanî, divê hûn vê jî baş zanibin ku ji neyaran bêhtir hûn ê me serek, peydûk û solalêsên kurdan li himberî xwe bibinî!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)