SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Partiya Jinên Azad û Partiya Mêrên Serbest !

Partiya Mêrên Serbest û yan jî Partiya Mêrên Azad, yekceleb e. Nebêjin ma wilo partî dibe! Dibe! Li Kurdistanê temamê pîsî û bêser û beriya dinyayê dibe. Gava ku Partiya Jinên Azad bibe, îcar çima wê Partiya Mêrên Serbest nebe? Pêşî çi ye ev têgeha “azad-azadî”? Ev têgeheke ku ji farisî derbasî kurdî bûye. Ji vê têgehê re bi haweyê navdêr û rengdêr bi tirkî, “özgür-özgürlük”, bi erebî “hurr-hurrîyye” û bi kurdî jî “serbest-serbestî” tê gotin. Îcar her têgeh û gotinên ku di zimên de wek deng tênzanîn, gava ku bûn bang, mirov jî wî çaxî divê bi hêl û mêl li ser hûr bibe û bihizire… “Partiya Jinên Azad”? Ev bangeke politîk e. Û “Partiya Mêrên Serbest”?
Ev jî dibe bangeke politîk. “Partiya Jinên Azad” yekser mêr himberî xwe digire. “Partiya Mêrên Serbest” jî yekser jinê himberî xwe digire. Di van têgehan de vekirî xuyaye ku pevçûn, ne ji bo azadiya welêt û civakê ye. Pevçûn, pevçûna jin û mêr e. Îcar pevçûneke wilo bi vî rengî, bi kêrî miletê me tê gelo? “Partiya Jinên Azad”, bi kultura kurdan û a Rohilatanavîn re çiqasî li hev dike gelo? Di nav miletê me de, çima navên wilo bêser û ber tên holê? Gelo bi rastî jin bi têgehên wilo beredayî têgihiştî û azad dibin? Li gora psîkologê mezin Freud, insan mexlûqekî ku bi aliyên xwe ên diyar û nediyar dijît. Lê ev insan li welatê me, bi her haweyê xwe diyar dijî. Aliyên insên ên nediyarkirî, ji ên diyarkirî pirtir û pirtir bûn. Îcar li welatê me, ev teorî tam berevajî xwe bûye. Di pişt her xerabiyeke insên de hêzeke nediyar hebû. Lê li welatê me, temamê fikarên xerabe bi hêzên xwe ên xerabe re li meydanê ne. Insan tu carî ne wek ku xuya dikir, wilo bû. Tevger û fikarên insên ên heşkere, rastiya insên a asasî nedida dest mirov. Di navbera fikar û hebûnê de nakokiyek ku di binê zanyariyê de veşartî hebû. Lê li welatê me, ev aliyên insên hemû heşkere bûne û heşkere jî dilîzin.
De were û ji bin derekev. Heger Freud sax ba û hatiba welatê me û Rohilatanavîn, ji sedî sed wê hin kitêbên xwe bişewitandana! Ji ber vê yekê ye ku car carê ez dibêjim, hin tiştin ilmî hene ku bi rastî ji dinyayê re bi kêr tên û li Kurdistanê jî hîç bi kêr nayên! Li welatê me, sol takêş e… “Partiya Jinên Azad!” Yanî çi! Ma mêrga Ehmedê ye ku herkes azad û mazad bi vir de û wir de bibeze, hi? Ma gelo mêrên kurdan partiyek bi navê “Partiya Mêrên Serbest” damezrandine ku pêwîstî bi avakirina Partiya Jinên Azad bûye? Ev çi kultur e? Ev çi terbiye ye? Ev çi ilm e? Ev çi moderniyet e? Heger feminîstî be, feminîzim ne wilo ye? Gelo PKKê çima wilo partî damezrandiye? Li ser vê yeka ha hinekî biponijin; girîng e!!

Stockholm
10 04 04

Têbinî: ev gotar di vê tarîxê de 10 04 04 di hin malperan de hatibû belav kirin.

Nûçe

Şirove

One Response to “Partiya Jinên Azad û Partiya Mêrên Serbest !”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)