SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Pişta Tirkiyê li tehtê û a kurdan jî li axê ye!

Rayedarên dewleta tirkên ku ji aliyekî ve bi rêya Barzanî û ji aliyê din ve jî bi rêya Ocalan dest dirêjî her derê başûr û bakurê Kurdistanê kirine, bi şanda Sirî Sureya Onder û Leyla Zanaya ku şandibûn Imraliyê û ji wir jî bi beyaneke teqeze rêyî ba Meshûd Barzanî kirin, careke din şanî dinyayê dan ku bê rîha kurdan çawa ji qurm de zevt kirine!

Rayedarên dewleta tirkan bi vê şanda ku Leyla Zana ji bal gelek welatperweran ve wek kurdeke temam dihat naskirin, kar û barên xwe ên siyasî bêteq û req heta bi hilbijartinên şaredariyan garantî kirin. Bi kurtî, di destên rayedaran de hîn pir qoz hene ku kurdan bi rêya barzanî, talabanî û apoyiyan biçêrînin. Îcar xwezîka Leyla xanima ku xwe ji gemara apoyiyan hinekî vegirtibû, dîsa neketiba nav wê gemarê!

26 01 14

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)