SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di şerê AKPê û Cemaetê de bêterefî pir xerab e!

Panislamîstên ku bi siyaseta Mistefa Kemal Atatirk rabûn, di AKPê de li hev civiyan û hema hema ji her tebeqeyê ray stendin û bûn desthilatdar, di hindurê deh-duwazdeh salan de dewlet ji kelemên li ber xwe kirin û bi hemû haweyî bûn sersermiyanên dewletê,  di dawiyê de tiştê ku divabû bihata kirin, bû û xwe bi xwe li hev teqandin. Di eslê xwe de ev a ku îro desthilatdarên tirkan bi hev re bêbext derketine û xwe wek şêr û pilingan di hev werdikin, ne tiştekî nuh e. Her çiqasî asas mîmarên bêbextiya desthilatdarî  jakobenên Şoreşa frensî , bolşevîkên rûsî  û kemalîztên Cumhûriyetçî  bûbin jî tarîxa vê bêxtiyê hîn ji dema imperetoriyan ve de tê. Lêbelê helbet tu kes bi qasî misilman û komunîstan bi hev re bêbext derneketine û mala hevdu neviritandine. Tarîxa xelîfeyên islamê û komunîstên Şorevî  hemû bi xwînê debixiye.

Ku em bên ser bingeha mijara xwe: Ez naxwazim dirêj bikim bi kurtî, helbet AKP jî wek Cemaeta Fethullah, CHPê û MHPê dijminê miletê kurd e. Lê divê em vê jî zanibin ku ji dijmin û dijmin zir dijmin jî hene. Zir dijminên kurdan Cemaeta Fethullah, CHP û MHP ne.  Îcar di vê dema ku Cemaeta Fethullah bakur û başûrê welêt nîv zept kiriye de AKP li Cemaetê hatiye xezebê, kurd destekê nedin AKPê û Cemaetê ji Kurdistanê paqij nekin,  bi tena serê xwe tu carî wê nikaribin bi Cemaetê. Pevçûna AKPê û Cemaeta Fethullah ji bo kurdan bi şîr û şekir e. Qed nabe ku kurd vê yekê nebînin û qozên xwe ên li himberî Cemaetê bi kar neynin, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)