SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

AZADÎ!!

(ji denê zindana Diyarbekirê)

Di xweş êvareke gulanê de çavên min girêdayî,

destên min kelepçekirî,

wextê li bendî dora êşkenceyê bûm,

bayekî hênik ku li sênga min dida,

mezinahiya te ji min re digot

Azadî!…

 

Heger ku ez di deryaya dijwariyan de dijîm,

û ji dijwariyan re hosteyên xwe dibêjim,

heger ez bi wan pirtikên tîrêjên rojê ku dikevin taritiya min

rojê bêhempa hîs dikim,

û heger hizna li ser hîsên min weke kêfxweşiya

evîndariya te dizanim,

bahwer bike eva hemû ji bo evîna te ye

Azadî!

 

Bila ew bizanibin ku min

Tu

di qûncikên herî tarî û bê pirtûk de jî

di dilê xwe de,

di cihê herî pêşîn de hilgirtiye

Azadî!

 

Haho!

ev çend car çêbûne ku darán çîçek vedane,

ev çend car çêbûne ku leglegan çêlîkên xwe bi firê xistine

kî dizane ev çend hezar care ku roj bêyî min hilatiye

Azadî!

 

Azadî evîna min

Azadî yara min

Azadî dilê min

Te ez gulvedam

bi tenê tu bi min re hilat ji wan şevên tarî û bi xof!

bi tenê tu bû hêvî û roniya min

bi tenê tu, tu  Azadî!

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)