SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Miletê kurd gav bi gav dibe cehş!

Gotineke pir giran e dibêjim, lê mixabin rastiya me ev e: wilo dema ku me ji girtina peyayê tirkên zalim birêz Ocalan û vir ve li paş xwe nerî, em ê pir zelal bibînin ku bi destê serekên PKKê û BDPê, di warê bîrdozî û kesayetiyê de çi guhertinên kambax di serê siyasetger, ronakbîr û xelkê kurd de pêk hatine!

Heger bê bîra we, gelo hedê kîjan siyasetger û ronakbîrê kurd bû ku sînorên dewletên kurdqesas bi navê ”milî mîsak”ê biparaztana! PKKê berî her kesî fîşek di devê wan de berdida! Lê mixabin îro jî tam bûye bermeqlûbî wê helwesta me a kurdan e. Û ronakbîr, siyasetger û xelkê kurd jî wê yekê bi xwe xweştînin! Hîn bûn!

Heger bê bîra we, kê wêrîbû bigota em dewleteke kurdî naxwazin! PKKê ên mîna PSKê ku doza federasyonê dikirin wek cehş û kurdfiroş tewanbar dikir û agir li ser serê wan dibarand! Lê mixabin îro jî ê ku ji dewletbûyîna kurdan dipeyivin wek provakasyon û provakator bi nav dikin! Û ronakbîr û siyasetger û xelkê kurd jî îro wê rezaletê bi xwe xweş tînin! Hîn bûn!

Heger bê bîra we, heta doh bû jî serekên PKKê û BDPê digotin zimanê kurdî divê bibe zimanê dewletê ê duduyan. Ka bû çi? Dengê xwe nema dikin. Hîn bûn!

Heger bê bîra we, ”xweseriya demokratîk” a PKKê, desthilatdariya herêma Kurdistanê bû. Ka ew bi ku de çû? Deng qutbû. Hîn bûn!

Bi kurtî, belavkirina vîdyo klîbên Ocalan jî dewama wê siyasetê ye. Dewama siyaseta ku doza kurdî bi kurdan jibîrkirin bidin û wan hînî cehşitiyê bikin.

Ha divê ez vê jî bibêjim, rojekê wê vîdyo klîbên Ocalan ên bi jinan re jî bi ecêbeke wilo derxînin ku mejiyê mirov bileqe! Lê mixabin, dîsa jî wê tesîrê li siyasetger, ronakbîr û xelkê PKKê neke.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)