SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li gora herçar kitêbên miqedes minafiq kî ne?

 

Ser Ellah û bin jî neûzûbillah!” Yanî ên li jor bûne xerabên xeraban û ên li jêr jî ji xeraban xerabtir bûne. Tefsîra vê ev e.

Ser me bûye Ellah û bin me jî bûye neûzûbillah! Yanî ên li jor bûne Xwedê û ên li jêr jî bûne Şeytan. Axxx xwezî wilo baya! Ev jî tefsîreke din e.

Ji girtina birêz Ocalanê peyayê mehmetçîkan û vir ve û bi taybetî jî di van çar-pênc salên dawiyê de, têgehên ku bi kultura sed salan hatibûn stran û di serê xelkê me de rûniştibûn, serûbinî hev bûn. Navê teslîmiyetê bû liberxwedan; solalêsî bû camêrî; pîberayetiya mehmetçîkan bû mêrxasî; paraztina sînorên dewletên kurdqesas bûye kurdayetî û xwefiroşî jî bûye aşitî! Îro li welêt û heta di nav kurdên Ewrupayê de jî, têgeha serxwebûn û azadiyê bûye wensa pêkenîn û qeşmeriyê. Gelo kî nizane ku kurd miletek e, Kurdistan welatek e; kurd û Kurdistan bindest in û rengê liberxwedan û pevçûna bindestiyê çawa dibe? Armanc û daxwazên bindestan çi ne, kî nizane? Lêbelê PKKê mîna Ezîz Belayê mêrdînî bi xelkê me re kiriye. Ew xelke ku îro ji ber xwe êdî fedî dike bi zimanê bav û kalên xwe bipeyive. Ew xelke ku îro xwe li himberî tirkan wek kêzikê dibîne û ji desthilatdariya dewletî direve. De bimre ha!

Erê, li gora herçar kitêbên miqedes, mirovê ku ji ber kultura dê û bav û bapîrên xwe fedî kir, minafiq e. Û qetla minafiqan jî helal e. Û li gora ilim jî minafiq bêşexsiyet e. Û Kurdistan jî îro ji minafiqan tije û tije bûye. Îcar em ê çi xweliyê li serê xwe bikin! Pêşî divê mirov kurd be heta ku mirov karibe doza kurdî bike. Ziman çû, kurd ha ha dibin tirk û winda dibin!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)